• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

Amed / AW

17 GULAN 2026 - 18:11
Kategorî: ROJANE
A A
Roja yekemîn a komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ ku bi pêşentiya Komaleya Berî Her Tiştî Zarok tê lidarxistin bi rûniştina duyemîn bi dawî bû.

Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û bi tevlibûna gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê li Amedê Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Komxebata ku îro destpêkê kir bi du rêniştinan bi dawî bû. Di rûniştina duyemîn de parêzvana mafên zarokan Sevînç Koçak û aktivîstê mafê mirovan Emrah Kirimsoy wek axivêr tev li bernameyê bûn.

‘Ji bo zarokan pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye’

Sevînç Koçak li ser mijara ‘Avakirina bajarên demokratîk a bi zarokan re: Jiyana bi hev re ya beşdarbûnê’ axivî. Sevînç Koçakê di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e rola zarokan di qada giştî de ji nû ve bê pênasekirin û wiha axivî: “Heke em behsa sêwiraneke hevpar a bi zarokan re bikin, divê em pênaseya subjebûnê ji nû ve ava bikin. Niha li vir pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye. Pêwîst e em ji van qadên mekanî û çandî yên ku tenê ji bo serfkirinê hatine yek tîpkirin û her wiha ji nêrîna ku ev der tenê ji bo mezinan hatine afirandin, derkevin. Em dikarin paradîgmayeke ku zarok tê de hilberîner û bikir in çawa ava bikin? Ev tenê di bajarekî ku zarok di sêwirana wê de beşdar in û em bi awayekî entegre bi zarokan re dijîn de pêkan e. Em dikarin behsa bajarekî bikin ku zarok hilberînerên çalak ên derbirîna çandî û hunerî ne. Em dikarin behsa qadên giştî bikin ku ligel derfetên îfadekirin û beşdariya bi zimanê dayikê hatine sêwirandin û afirandin. Gava em dinêrin, em dibînin ku zarokên keç hene, zarokên koçber û penaber hene. Zarokên astengdar hene û ev jî di nav xwe de ne homojen in.

Zarokên li kolanan dijîn an tên xebitandin hene. Zarokên xizan hene; pirsgirêka çînî li vir pir girîng e. Derdê zarokên ji çînên cûda yên di bajêr de ne yek e, lewma em nikarin nakokiya çînî paşguh bikin. Mînak, zimanê dayikê tenê pirsgirêka tebeqeyekê nîne. Her wiha, zarokên ji komên cuda yên etnîkî û çandî hene. Carinan, dema em tenê bala xwe didin newekheviyên li ser xwe, em newekheviyên ku li ser komên din tên afirandin nabînin. Di vî bajarî de zarokên xwedî pirrengiya çandî hene. Mînak Dom hene û zimanê wan ê zikmakî li ber windabûnê ye û di nav zimanên di metirsiyê de ye. Lê dîsa jî ew di plansaziyê de “tune” tên hesibandin. Divê em li ser pirsa çawa bi hev re vê cihêrengiya çandî biparêzin, bifikirin.”

‘Divê pêvajoya avakirina bajaran bi zarokan re bê çêkirin’

Paşê jî Emrah Kirimsoy derbarê ‘Ji bo maf û azadiyên zarokan refaqeta guherînê’ axivî. Emrah Kirimsoy destnîşan kir ku divê mezinên ku zarokan tenê wekî hebûnên ku hewceyî parastin û rênîşandanê ne dibînin û wiha got: “Zarok wek muxatab bibînin û li gorî wî ji wan re bikevin têkiliyan. Divê pêvajoya avakirina bajaran bi zarokan re bê çêkirin. Ne tenê ji bo zarokan bajarekî bi ewle bên avakirin; ji bo zarokan ve qadeke jiyanê bi hevre bên avakirin. Dema biryar tên sitandin pêwîste ku fikrên zarokan jî were guhdar kirin. Di têkiliyên navbera zarokan de tenê di metnan de sînordar nemînin. Di her astê de hest û ramanên zarokan divî bê dîtin.”

Piştî axaftina maseyên atolyeyan hatin lidarxistin û komxebat bi dawî bû. Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dê dibê berdewam bike.

Etîket: AmedKomxebatroja yekemzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne