• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Remzî Kartal: Pîvan azadiya Rêber Apo ye

Mahmût Altintaş / AW

28 ÇILE 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, diyar kir ku ji bo pêvajo bigehejê serî divê tecrîd bê rakirin û got: “Ji bo aştiyek pêk bê pîvan azadiya fizîkî ya Rêber apo ye.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 22ê Çileyê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtina 2emîn kirin. Piştî hevdîtinê ji ber daxwaza Abdullah Ocalan a ji bo “Şîna netewî” daxuyaniyek berfireh nehat dayin. Lê piştî ku hurgiliyên hevdîtinê derketin holê nîqaşên hevdîtinê li Kurdistan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) axivî.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal derbarê hevdîtina dawî de anî ziman ku Abdullah Ocalan di çareseriyê de bi israr e û wiha got: “Pirojeya birêz Abdullah Ocalan zelal e. Bi salan e qala vê proje dike. A ku ne zelal e û nokok e aliyê dewletê ye. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe hewcedarî bi dîalogeke bi Rêber Apo re dîtiyê. Lê dewlet di nava xwe de ji bo çareseriyê ne zelal e. Diyare ku di hevdîtinên dewletê û Rêber Apo re hîn îtîraz ji aliyê dewletê ve hene. Şandeya DEM Partî piştî hevdîtinê daxuyanî neda. Dibe ku îtîrazek hebe lewma daxuyanî nehatibe dayin. Lê pêviste em zanibin ku di vê demê de dewlet hevdîtinên kor pêk tîne. Ji ber wê jî divê pirsgirêkên ku çêdibin jî em bi taybetmendiya vê pêvajoyê re girebidin. Ji ber ku dewlet hê ne zelal e. Pêvistê em vê demê rast fehm bikin. Ev dem dema têkoşîneke nû ye. Divê hemû kes vê pêvajoyê baş fehm bike û rola xwe bilîze.”

‘Pêvajo bi feraseta Rêber Apo dikarê bigehejê çareseriyê’

Remzî Kartal di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev hevdîtin ji pêvajoyên beriya xwe cûda ye û wiha axivî: “Dewlet bi hemû derfetên xwe şerekî berfireh da meşandin. Lê encam negirt. Piştî ku encam negirt, bi her alî ve ketin nava qeyranekê. Şerê cihanê yê 3emîn jî berdewam dike. Ev jî di Rojhilata Navîn de dîzayneke nû bi xwe re tînê. Piştî peymana Lozanê li Rojhilata Navîn sînorên nû ava bûn. Niha jî pergala kapîtalîzmê dixwazin dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn. Naxşe diguherin. Tirkiye jî, ji ber vê pêvajoyê ket nava tirsekê. Tirsa wan ji hêzên navneteweyî ew e ku bi kurdan re tîfaqê ava bikin. Tirkiye jî ji bo pêşiya vê yekê bigire, bi Rêber Apo re dikeve dîalogê. Ev pêvajo ji ber vê yekê ji pêvajoyên berê cudatir e. Dewlet jî wê demê ne yek bûn. Pirsgirêka kurd pirsgirêka dewletê ye. Wê demê jî di nava hêz û partiyên siyasî yên dewletê de parçebûnek hebû. Ji ber wê jî ew pêvajo ne pêvajoya çareseriyê bû. Heke hêz û siyaseta dewletê bi hev re tevnegerin çareserî jî pêk nayê. Niha dewletê li ser pirsgirêka kurd bi muxalefetê û desthilatê re li hev kiriye. Siyaseta hûndir bi serneket. Li derve jî xetereyên mezin li pêşiya Tirkiyeyê hene. Ji ber wê jî mecbûr ma ne. Heke dewlet vê carê bixwaze dikare gav bavêje. Ji bo çareseriyê jî em dikarin bêjin şert û merc hene. Pêvajo bi projeya Rêber Apo dikarê bigêjê çareseriyê.”

‘Divê vê pêvajoyê li benda AKP-MHPê nehêlin’

Remzî Kartal xwest ku partî û kesên aştîxwaz seferberiyê ragihînin û pêvajoyê li heviya AKPê nehêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser bendava Tişrînê êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin. Li ser gerîla û partiya siyasî jî êriş didomin. Dewletê konsepta xwe ya li dijî gelê kurd neguhertiye. Lê taybetmendiya vê demê jî hem dîalog û hem jî têkoşîn e. Yanî hem dewlet êriş dike û hem jî gerîla parastina xwe dike. Dewlet dixwaze bi awayekî hem pêvajoyê bimeşîne û hem jî destkeftiyên kurdan tengav bike. Hemû qadan jî parastinek heye û bersiva êrişan tê dayin. Lê helbet ji bo pêvajoyê ew tablo xetereyan jî bi xwe re tîne. Pêvîste kesên demokrat û aştîxwaz taybetmendiya vê demê bizanibin û ji bo pêvajo dest pê bike, seferber bibe. Hemû partiyên siyasî jî helwesta xwe diyar bikin. Divê vê pêvajoyê li heviya AKPê nehêlin.”

Remzî Kartal balkişand ser nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku gotibû, ‘An projeya min an jî projeya DYAye wê bi serbikeve’ û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn şerê cihanê yê 3emîn diqewime. Di nav vî şerî de hêzeke esasî jî Tevgera Azadî ya Kurd e. Hemû dewlet jî dikarin li gor berjewendiyên xwe bi gelê kurd re siyasetê bimeşinin. Rêber Apo jî hertim di vî alî de hişyarî dikir. Yanî çareseriya herî guncav a ji bo berjewendiya gelan li ser bingeha demokrasî û aştiyê ku Rêber Apo pêşniyar dike ye. Ew ji bo berjewendiya gelan e. Ji bo wê jî israra Rêber Apo heye. Lê heke dewleta tirk di şer de israr bike di guherînên Rojhilata Navîn de gelê kurd ku hezeke mezin e dikare îtîfakên cuda bike. Lê Rêber Apo hertim ji bo berjewendiyên gelan amade ye.”

‘Di şert û mercên tecride de aştî pêk naye’

Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pêvajo biçe serî divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke daxwazeke dewletê ya çareseriya pirsgirêka kurd hebe pîvan nêzikatiya li hemberî Rêber Apo ye. Rêber Apo di şert û mercên tecridê de vê pêvajoyê weke tê xwestin nikarê pêş bixe. Ji ber vê yekê pevîste siyaseta dewletê xwe ispat bike. Divê tecrîd rabe û şert û mercên azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nava demê de pêk were. Di şert û mercên tecridê de aştî pêk nayê. Heke ji aliyê aştiyê ve dewlet samîmî be pîvan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê tecrîd be rakirin ku Rêber Apo jî bikare rola xwe bilîze. Yên ku aştî û demokrasiyê dixwazin jî divê daxwaza xwe ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo diyar bikin. Li ser vê yekê bixebitin rayagiştî ava bikin ku li ser dewletê zextê daynin.”

 

 

Etîket: Abullah OcalanKongra GelRemzî Kartal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

7 TÎRMEH 2026
Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

4 NÎSAN 2026
Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

18 ADAR 2026
KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

12 ADAR 2026
Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

Remzî Kartal: Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derkevin

2 KANÛN 2025
Endamên Komîsyonê diçin Îmraliyê

Endamên Komîsyonê diçin Îmraliyê

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne