• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qeyûm xizmetê nake xelkê Nisêbînê perîşan bûye!

Nedîm Orûç / AW

18 KANÛN 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Welatiyên Nisêbînê û Hevşaredara Nisêbînê diyar kirin ku qeyûmê Mêrdînê xizmetê ji gelê Nisêbînê re nake û ji ber nebûna xizmetgûzariyê welatî di nava rewşek şerpeze de man e û li gelek taxan kuçe û kolan di nava heriyê de mane.

Li bajarên mezin xizmeta gel a binerd û sererd an go xizmeta çêkirina kanalîzasyonan û anîna ava vexwarinê di bin kontrola şaredariyên bajarên mezin de ye. Piştî ku di 4ê Mijdara 2024an ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, xizmeta ji bo gel jî tê kirin kete asta herî kêm. Li taxa Gundik a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê beriya 10 salan hatiye avakirin û ji roja hatiye avakirin heya niha şêniyên taxê ji ber pirsgirêka ava vexwarinê, nebûna xeta kanalîzasyonê û nebûna rêyên taxê bêzar e.

Her ku welatiyên taxê ji bo çaserkirina pirsgirêkên xwe serî li Gerînendetiya Qenal û Avê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) didin jî qeyûmê Mêrdînê dibêje, “Em ê ê werin lê binêrin” lê piştre li şêniyên taxê venagere. Her wiha li gel ku peywira xizmeta ava vexwarinê û çêkirina xeta kanalîzasyonê ne ya Şaredariya Nisêbînê ye jî qeyûm berê gel dide Şaredariya Nisêbînê û bi vê yekê dixwaze bêtifaqiyê bixe nava gel û şaredariyê.

‘Qey em ne mirov in?’

Welatiyê bi navê Şeyhmûs Keskîn ku beriya niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxê gelek caran serî li saziyên berpirsyar daye bertek nîşanî MARSÛyê da û wiha axivî: “Taxa me gelekî mezin e lê kesek li halê me napirse. MARSÛ nayê taxê û karê xwe nake. Ma qey em ne mirov in. Îro welatî nikarin bi rehetî li taxê bigerin, zarok nikarin biçin dibistanê. Ev ne peywira Şaredariya Nisêbînê ye ku were çareser bike.”

‘Ji ber qeyûm şaredariya gel nikare xebat bike’

Keyayê taxê Nevzet Akinci jî bang li qeyûm kir ku were xizmeta taxê bike û wiha got: “Em dixwazin her kes bibine ku em di çi halî de ne. Pirsgirêka me ya herî mezin xebatên taxê yên binerd in, ji ber ku xebatên binerd nayên kirin Şaredariya Nisêbînê nikare xebatên ser erd jî bike. Em dixwazin bajarê mezin were pirsgirêkê çareser bike. Miletê me perîşan bûye.”

Xemsariya qeyûm dest û lingên Şaredariya Nisêbînê girê dide

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan jî diyar kir ku ew ji ber qeyûm nikarin xizmeta gelê Nisêbînê bikin û got: “Dema em hatin ser kar, taxên ku pirsgirêka wan a karên binerd nebû me rêyên wan çêkirin lê li taxa me ya Gundik hem pirsgirêka avê heye hem jî pirsgirêka xeta kanalîzasyonê heye. Ji ber wê em nikarin rêyên taxê çêbikin. Her ku em vê yekê ji qeyûm re radigihînin jî pirsgirêkê çareser nake û dest û lingên me girê dide.”

‘Ji ber rewşa taxê em fedî dikin’

Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku ji ber van pirsgirêkên qeyûm û rewşa gel têde ye ew fedî dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi rastî ji ber vê rewşa taxê em jî şerm dikin. Ji ber ku qeyûm karê xwe yên xebatên binerd nake em jî bikaribin kolanan çêbikin. Niha ji bo çêkirina kolanan me her tişt amade kiriye lê xetên avê û xetên kanalîzasyonê qeyûm çênake û em jî nikarin dest bi karê xwe bikin.”

Ger MARSÛ karê xwe neke bila şaxa xwe ji Nisêbînê rake

Gunbîn Şahîn Daghan herî dawî bang li qeyûm ku kir ger karê xwe neke bila gerînendetiyên xwe ji Nisêbînê rake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger MARSÛ karê xwe neke bila şaxa xwe ji Nisêbînê rake. Ger bêjin em nikarin vî karî bikin bila ji me re berdin em ê bi derfetên xwe vê yeke bikin. Bila peywîrê ji ser milê xwe rakin û bidin me wê demê em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên gel çareser bikin.”

Etîket: NisêbînQeyûmê MêrdînêŞaredariya Nisêbînêxelkê Nisêbînêxizmeta gel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

29 TEBAX 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Têkoşîna Nisêbînê ya nav kirine yek: Akîf Botan

Têkoşîna Nisêbînê ya nav kirine yek: Akîf Botan

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne