• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prof. Dr. Harun Arslan: Divê xizmeta parastina ji nexweşiyan were xurtkirin

Sema Gezîcî / AW

18 MIJDAR 2026 - 09:05
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Wan – Serokê Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê Prof. Dr. Harun Arslan derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên li Wan û Colemêrgê de diyar kir ku çareseriya krîza heyî ne bi avakirina nexweşxaneyên nû, bi polîtîkayên rast û demdirêj pêkan e û got: “Divê xizmetên tenduristiya parastinê werin xurtkirin.”

Li Herêma Serhedê xizmeta tendirûstiyê gelek lawaz e û gelek welatî nikarin ji vê xizmetê sûd werbigirin. Bi taybetî li Wanê ku li herêmê bûye navendeke nexweşxaneyan, nebûna personel û bijîşkan, dereng wergirtina randevûyan û kêmbûna amûrên tendirûstiyê welatiyan neçar dihêle ku berê xwe bidin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Ev yek jî li ser aboriya welatiyan û mafê xwegihandina xizmetên tendûristiyê bandoreke neyînî dike.

Serokê Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê Prof. Dr. Harun Arslan bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajarên herêmê û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe ji ajansa me re vegot.

Prof. Dr. Harun Arslan

‘Nifûsa herêmê digihêje 3-4 mîlyonan’

Harûn Arslan diyar kir ku yek ji kêmasiya mezin a li herêmê jî kêmbûna bijîşkan e û da zanîn ku li Wan, Gever, Colemêrg û Şemzînanê di serî de di beşa zarokan de di gelek qadan de kêmasiyeke mezin a bijîşkan heye. Harûn Arslan anî ziman ku li nexweşxaneyên zanîngehê û bijîşkên malbatê jî heman pirsgirêk heye û wiha got: “Ji ber şert û mercên giran, bijîşkên heyî jî li herêmê namînin û koç dikin. Tevî ku Nexweşxaneya Bajar hatiye çêkirin jî, ji ber nebûna nexweşxaneyên asta duyemîn li Wanê sîstema tenduristiyê têk diçe. Nifûsa herêmê digihêje 3-4 mîlyonan û ev yek dibe sedema qerebalixiyeke mezin a li ser kapasîteya heyî. Ji ber nebûna qedemeyan (asta duyemîn), nexweş nikarin serî li bijîşkên malbatê bidin û bi awayekî qedemeyî (asta yekem, duyem û sêyem) biçin. Nexweş rasterast diçin nexweşxaneyên asta sêyemîn û kapasiyeta van jî têr nake.”

‘Nexweşxaneyên di asta duyemîn de tune ne’

Harûn Arslan bal kişand ser navendîbûna Wanê û diyar kir ku tevî bajarên cîran Wan xizmeta tenduristiyê dide nifûseke nêzî 3-3,5 mîlyonan û destnîşan kir ku li Wanê tenê du nexweşxaneyên giştî yên asta sêyemîn (Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê) xizmeta tenduristiyê didin û wiha pê de çû: “Nexweşxaneyeke me ya asta duyemîn tune ye. Hejmara serlêdanên polîklînîkê yên rojane yên her du nexweşxaneyan carinan digihêje 20 hezarî û xizmetên tenduristiyê yên lezgîn jî rojane digihêje 2 hezar û 500an. Li gorî me kapasîteya van her du nexweşxaneyan nikare vî barî û van xizmetan hilgire.”

‘Avakirina nexweşxaneyan bi tena serê xwe ne çareserî ye’

Harûn Arslan bal kişand ser wê yekê ku qeyranên di pergala tenduristiyê de tên jiyîn ne pirsgirêka îro ye û got ku encama polîtîkayên şaş ên salên dirêj in û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê çareserî jî tenê bi polîtîkayên rast ên demdirêj pêkan e. Avakirina nexweşxaneyan û razemeniyên teknîkî bi tena serê xwe nabin çareserî, tenê dikarin bibin beşek ji çareseriyê. Îro nêzîkatiya bingehîn a pergala me ya tenduristiyê, pêşkêşkirina xizmetên tedawîker e. Helbet divê xizmetên tedawîker hebin, lê ji tedawiyê wêdetir divê xizmeta xweparastina ji nexweşiyan pêş bikeve. Îro li welatê me hejmara serlêdanên li nexweşxaneyan gelekî li ser standartên cîhanê ye. Lê belê tiştê ku pergala tenduristiyê rehet bike û civakeke saxlem biafirîne, esasgirtina xizmetên tenduristiya parastinê ye.”

‘Divê ji bo her nexweşekî herî kêm 20 deqîqe dem bê veqetandin’

Harûn Arslan têkildarî pirsgirêkên bijîşkên malbatê de jî axivî û diyar kir ku barê giran ê li ser keda xebatkarên tenduristiyê û pêşniyarên xwe yên çareseriyê wiha got: “Pergala Bijîşkên Malbatê û bingeha tenduristiya parastinê, xizmetên asta yekem in. Lê di pergala bijîşkên malbatê de gelek pirsgirêkên avahîsazî hene. Divê nifûsa li ser bijîşkên malbatê bê kêmkirin, hejmara polîklînîkan bê daxistin û giranî bidin xizmetên parastinê yên li qadê. Divê bijîşkên malbatê mîna xwediyê kargehan bi karên zêde neyên mijûlkirin û ji asta yekem ber bi asta duyem û sêyem ve pergala sewqê hebe.”

‘Li civakên ku krîza aborî lê heye tenduristî gelekî zehmet e’

Harûn Arslan bi lêv kir ku ew wekî Odeya Bijîşkên Wan û Colemêrgê rêxistineke pîşeyî ne ku nêzî hezar û 200 endamên wan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li qadê hertim bi hevpîşeyên xwe re tên cem hev, pirsgirêkên wan guhdarî dikin. Endamên me bin an nebin, em di her tengasiyê de li gel wan in. Helbet berpirsiyariya me ne tenê li hemberî bijîşkan e; li hemberî gelê me jî gelek berpirsiyariyên me hene. Lê divê neyê jibîrkirin ku mercê yekane yê avakirina civakeke saxlem ne tenê pergaleke baş a tenduristiyê ye. Xwedîbûna xaniyên guncav, xwarina têr û bi kalîte, karkirina di mercên guncav de û perwerdehiya hişmendiya tenduristiyê jî sedemên ku bandorê li tenduristiyê dikin in. Ji ber vê yekê li civakên ku qeyrana aborî lê heye û jiyana di mercên mirovî de ne pêkan e, dabînkirina tenduristiyê jî gelekî zehmet e. Em wekî Yekîtiya Bijîşkên Tirk, van pirsgirêkên heyî ji bo xwe dikin esas û em ê dosyayeke bi Wezaretê û çapemeniyê re parve bikin.”

Etîket: Odeya Yekîtiya Bijîşkan a Wan û ColemêrgêProf. Dr. Harun Aslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne