• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

AW / Omer Demîr

22 NÎSAN 2026 - 09:01
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Stenbol – Endamê Şaxa OHDê ya Stenbolê Înan Poyraz derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê diyar kir ku Komîteyê ji Tirkiyeyê re gotiye ‘divê di qanûnan de guherandin pêk were’ û wiha got: “Gava ku mafê hêviyê pêk were dê di nava civakê de jî baweriya çareseriyê zêde bibe. Divê Tirkiye demildest guherînên zagonî yên pêwist pêk bîne.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 15 û 17ê Îlona 2025an de derbarê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan de biryara xwe ya demkî eşkere kir. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku guherînên zagonê yên pêwist derxe û gavên şênber biavêje. Komîteyê ji bo pêkanîna van guherînan jî heta dawiya meha Hazîranê ya 2026an dem dabû Tirkiyeyê.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê xwes tu komîte kom bibe

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 10ê Nîsanê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn û xwestinbûn ku Konsey ji bo ‘Mafê Hêviyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdulalah Ocalan û girtiyên din bicive. Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Tirkiyeyê heta niha ji bo mafê hêviyê tu gav neavêtiye. Piştî serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê komîte di civîna xwe 1537emîn de dê mijara mafê hêviyê bigire rojeva xwe û binirxîne.

Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtine

Ji meha Hezîranê re 40 roj maye lê heta niha Tirkiyeyê têkildarî mafê hêviyê tu guherandin çênekirine. Endamê Komeleyên Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Stenbolê parêzer Înan Poyraz têkildarî mafê hêviyê û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Divê girtî bizanibe ka dê kengî derkeve’

Înan Poyraz diyar kir ku ‘Mafê Hêviyê’ bi awayekî din mafê jiyanê ye û ev tişt got: “Mafê jiyanê jî ew e ku kesên tên girtin divê bizanin ka dê kengê ji girtîgehê derkevin. Berê ji bo sûcên giran cezayê îdamê hebû. Di salên 2000an de jî bi giştî ji nava zagonan hate derxistin. Wê demê Birêz Abdullah Ocalan hatibû girtin, ji bo Birêz Abdullah Ocalan jî heta dawiyê di girtîgehê de bihêlin cezaya ‘muebeta giran’ hate derxistin. Ev jî wekî tê zanîn kesên ji bo girtiyên siyasî tê bikaranîn û heta hetayê di girtîgehê de dimînin. Ev jî tê wateya ku mafê jiyanê tê binpêkirin.”

‘Dibe Komîte li DMMEyê giliya Tirkiyeyê bike’

Li ser mijarê Poyraz anî ziman ku di sala 2014an de ji bo Abdullah Ocalan û hin kesên din jî DMME biryar dabû ku piştî 25 salan divê girtî bizanin ku dê ji girtîgehê derkevin û wiha axivî: “DMMEyê ev biryar ji bo Ingilîstanê dabû. Cezayê îdam û muebeta giran telafiya wê tune ye û nemirovî ye. Wê demê ji bo birêz Abdullah Ocalan bi kar anîn. Piştî DMMEyê biryar da, divê ev biryar werin bicihanîn. Hiqûqa nawnetewe jî êdî dixwazin Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Dê di meha Hezîranê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarekê bide. Dibe Komîte li DMMEyê Tirkiyeyê gilî bike.”

‘Ji bo demokratîkbûnê guherîn pêwist e’

Di berdewamiya axaftina xwe de Înan Poyraz anî ziman ku Tevgera Azadiya tiştên ku ketiye ser milê wê bi cih anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku Birêz Abdullah Ocalan got ku ‘niha şûnde me çek danî, vegera çekan nepêkan e.’ Diviya Tirkiyeyê jî demildest di zagonan de guherandin çêkirbûya. Îro bi taybetî divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên guherandin. Her wiha ji bo pêvajoyê hevdîtina dikin divê maf û ewlekariyan wan di zagonê de were parastin. Divê ji bo endamên rêxistinê, kesên çek berdane, girtiyên siyasî û kesên koçî derveyî welat kirine zagon were derxistin. Ji bo komar demokratîk bibe û civak entegreyî pêvajoyê bibe guherandin pêwist e. Îro Kurd hene lê navê wan tune ye. Televîzyona Kurdî heye lê ev ne li ser zagona ziman weşanê dike. Divê di zagonan de guherandin werin kirin ku gel jî bawer bike.”

‘Ev mijar heta ku derxistina ednamtiyê jî diçe’

Înan Poyraz bi bîr xist ku Komîte herî dawî heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê û got: “Tirkiye endamê Parlementoya Ewropayê ye. Komîteyê ji Tirkiyeyê re got ‘divê di zagonan de guherandinan pêk bên’. Konseya Ewropa bicihanîna dewleta a biryarên DMMEyê dişopîne. Derbarê dewletên endam ên biryaran bi cihnaînin de dikare pêdankirinên cuda pêk bîne. Dikare mafê dengdayîna endama biryarê bi cih naîne rawestîne. Ev pêdankirina heta derxistina ji Konseya Ewropayê diçe.”

‘Civak li benda pêkanîna mafê hêviyê ye’

Têkildarî mijarê Înan Poyraz destnîşan kir ku gava ‘mafê hêviyê’ pêk were dê di nava civakê de bawerî zêde bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civak jî li benda pêkanîna ‘mafê hêviyê ye.’ Di nava civakê de ji bo pêvajoyê enerjiyeke pir zêde heye. Wekî din jî kesên ku naxwazin pêvajo bimeşê jî li benda xirabûna pêvajoyê ne. Em hêvî dikin ku Tirkiye rêya mafê hêviyê bişopîne. Heke dewlet heta Hezîranê qanûn derxist wê gavê ev nasîna Kurdan û çarêseriya pirsgirêka Kurd e. Divê dewlet zagonên pêwist derbixe û bicih bîne.”

Etîket: Abdullah OcalanCiwan BoltanDMMEEmîn GurbanHayatî KaytanÎnan PoyrazKonseya EwropayêTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne