• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Amed / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 18:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî înfazên siyasî û darvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku înfazên siyasî û darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest bên rawestandin.

Platforma Saziyên Demokratîk ya Amedê li dijî înfazên siyasî û darvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Endam û nunerên platformê, sazî û dezgehên Amedê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser “Dengê gelê Kurd bi sêdaran nayê birîn û ji bo sêdaran bêdeng nemîne” nivîsîbû hat vekirin.

Metna daxuyaniyê bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Kurdiya metnê Hevserokê OHDê Muhîttîn Muguç û Tirkiya wê jî Hevseroka DBPa Amedê Rûçem Vefa Elyakut xwend.

‘Gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide’

Muhîttîn Muguç da zanîn ku rejîma Îranê, ku dijminê mirovahî û demokrasiyê ye, ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên zext, înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd meşandiye û wiha got: “Rejîma Îranê ya nijadperest û olperest a ku hewl dide daxwaza herî biçûk a mafên demokratîk jî bi darvekirin, girtin û zextên giran bêdeng bike, heta îro bi hezaran ciwanên Kurd qetil kiriye û bi vî rengî hewl dide rêveberiya xwe ya rûxandî û dijminê gel li ser piyan bihêle. Li Rojhilata Navîn, gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Lê belê rejimên zordar, li şûna xwişk-biratiya gelan û jiyana demokratîk, gelê Kurd her dem wekî gefekê dîtine. Rejîma Saddam li Iraqê, rejîma Esad li Sûriyeyê û desthilatdariya dîktator li Îranê, ji bo binpêkirina nasname, ziman, çand û daxwazên demokratîk ên Kurdan, hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Ev hişmendiya ku dixwaze gelê Kurd li ser axa wan bike penaber, wan bêvîn bihêle û tune bike; bi polîtîkayên şer, sirgûn, înfaz û asîmîlasyonê ev çend sal in herêmê ber bi tarîtiyê ve dikişîne.”

‘Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda’

Muhittîn Muguç diyar kir ku dîrokê nîşan daye ku rejimên dijminên gel, zû yan dereng têkçûnê û wiha pê de çu: “Tevahiya cîhanê dawiya dîktatoriya Saddam û hilweşîna rejîma Esad bi îbret temaşe kir. Îro krîza ku li Îranê didome û zextên ku li dijî daxwazên demokratîkbûnê tên meşandin jî bi heman rengî dawiya rejîma dîktatorî ya Îranê amade dike. Jîna Mahsa Amînî di sala 2022yan de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat kuştin, ne tenê li Îranê, li tevahiya cîhanê pêleke mezin a berxwedanê afirand. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda, ev dirûşm ne tenê bangek, lê veguherî felsefeyeke jiyanê ya gerdûnî ku azadiya jinê, wekheviya gelan û berxwedana li dijî rejimên zordar îfade dike.”

‘Înfazên siyasî yên ku îro li Îranê tên sepandin li dijî mafên nirxên mirovahiyê ye’

Muhîttîn Muguç anî ziman ku rejîma Îranê ya ku ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên darvekirinê li dijî Kurdan dimeşîne, îro hewl dide tengasiya xwe ya siyasî ya di qada navneteweyî de dîsa bi êrîşên li ser gelê Kurd derbas bike û ev tişt gotin: “Rejîma olperest a ku li hemberî aloziyên bi Amerîka û Îsraîlê re qels bûye, li hundir zextê hîn bêtir zêde dike; daxwazên mafên demokratîk tune dihesibîne û ciwan, siyasetmedar û aktîvîstên Kurd dike armanc. Di encama biryarên bilez ên ku bi dosyayên çêkirî, darizandinên biqusur û dadgehên formalîte de tên girtin, bi awayekî sîstematîk tên darvekirin. Mêhrdad û Aşkan Malêkî yên ku di meha çileyê de di dema çalakiyên li Îranê de hatibûn girtin, hatin darvekirin. Înfazên siyasî yên ku îro li Îranê tên sepandin, ne tenê li dijî gelê Kurd, êrîşeke eşkere ye li dijî mafên mirovan, demokrasiyê û nirxên mirovahiyê ye. Bêdengî hevparbûna vî sûcî ye.”

‘Em bi hev re li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin’

Herî dawî Muhîttîn Muguç anî ziman ku ew wekî Platforma Saziyên Demokratîk bang li rejîma Îranê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin. Zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bikin. Dev ji krîmînalîzekirina daxwazên mafên demokratîk berdin. Ev banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê ye jî. Li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin. Li dijî van polîtîkayên zext û înfazê yên ku li ser gelê Kurd tên meşandin, helwesteke zelal nîşan bidin. Bibin şopdarên binpêkirina mafên mirovan û zexta navneteweyî ya li ser rejîma Îranê zêde bikin. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurd li Rojhilata Navîn yek ji dînamîkên herî bihêz ên jiyana demokratîk, xwişk-biratiya gelan û paşeroja azad in. Werin em hemû bi hev re li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin, darvekirinan rawestînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin.”

Çalakî bi  berzkirinadirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: AmeddarvekirindaxuyanîÎranKurdrawestînin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Li Îranê kesekî din hat darvekirin

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne