• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Neyar hêza xwe ji bêtifaqiya Kurdan digirin

Wan / AW

21 TÎRMEH 2026 - 16:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê êrişên rejîma Îranê yên li dijî Başûr û Rojhilat şermezar kir û wiha got: “Neyarên gelê Kurd hêza xwe ya herî mezin ji bêtifaqî û parçebûna gelê Kurd digire. Em bawer dikin ku tekane çareseriya li dijî polîtîkayên serdestan; yekîtî û piştevaniya gelê Kurd e.”

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo protestokirina êrişên rejîma Îranê yên li ser deverên Herêma Kurdistanê li ser sînorê Rojhilat ya bi ser navçeya Seravê ya Wanê ve çalakî li dar xist. Jin li nêzî Deriyê Sînor ê Kapikoyê peya bûn û bi dirûşman heta ber derî meşiyan û li vir daxuyanî dan.

Rêvebera Înîsiyatîfa Yekîtiya Kurd û endama platformê Diba Keskin a ku beriya daxuyaniyê axivî, êrişên Îranê şermezar kir û diyar kir ku jin wê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê mezin bikin.

‘Tevî şerê li gel Amerîka-Îsraîlê jî dev ji kuştina Kurdan bernade’

Piştre Berdevka Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku rejîma faşîst a Îranê bi salan e bi awayekî hovane Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve dike û qetil dike. Laleş Bîçîmlî anî ziman ku polîtîkayên vê rejîmê yên qirker ne tenê aîdî vê serdemê ne û got: “Ji roja ku Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin û heta îro, bi hovitiyeke mezin zext, tundî û qirkirin li ser gelê Kurd dimeşîne. Tevî ku îro Îran ji aliyê DYA û Îsraîlê ve tê bombeberankirin û di bin êrîşan de ye jî, dev ji dijminahî û kuştina Kurdan bernade.”

‘Bi dehan mirov qetil kirin’

Laleş Bîçîmlî da zanîn ku Îranê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û êrîşên hovane li ser pêk tîne û wiha pê de çû: “Di van çend mehên dawîn de bi dehan caran êrîş pêk anîn û bi dehan mirov qetil kirin. Di van rojên dawîn de li Silêmanî û Hewlêrê kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef û bi dron û fuzeyên balîstîk êrîşan pêk tînin Herî dawî êrîş li Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên rojhilatê Kurdistanê hat kirin. Di encama vê êrîşê de neh pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin.”

Bang li cîhanê hate kirin ku bêdeng nemîne

Bi domdarî Laleş Bîçîmlî diyar kir ku li dijî rejîma faşîst, yekîtiya şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav gelê Kurdên Rojhilat de hêvî û baweriyeke bihêz çêkiriye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em jî wekî jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirêj û hovane bêdeng nemînin û gelê Kurd bi tenê nehêlin. Di heman demê de em bang li jinên Kurd û li hemû gelê Kurd jî dikin ku li dijî van êrîş û darvekirinên rejîma Îranê ya faşîst, yekitî û tifaqa xwe xurt bikin.

‘Çareserî tifaq û yekîtî ye’

Laleş Bîçîmlî bal kişand ser bêtifaqiya gelê Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Diyar e ku neyarên gelê Kurd hêza xwe ya herî mezin ji bêtifaqî û parçebûna gelê Kurd digire. Her wiha em dibînin ku li dijî hemû polîtîkayên serdestên Kurdan, çareserî tifaq û yekîtiya gelê Kurd e. Em careke din hemû êrîş, qirkirin, û tunehesibandina serdestan a li ser gelê Kurd bi tûndî şermezar dikin û em dibêjin, demildest dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj û qirker berdin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” bi dawî bû.

Etîket: Platforma Yekitiya Jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Xezal Mewlan bi bîr anî

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Xezal Mewlan bi bîr anî

18 NÎSAN 2026
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Pêşengtî ji yekîtiya netewî re bikin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Pêşengtî ji yekîtiya netewî re bikin

20 ÇILE 2026
Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

18 KANÛN 2025
Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Bila 1ê Îlonê bibe destpêka yekîtiyê

1 ÎLON 2025
Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

11 TEBAX 2025
‘Divê jin pêşengiya kongreya neteweyî bikin’

‘Divê jin pêşengiya kongreya neteweyî bikin’

4 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (553)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne