• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pêşangeha Seramîkê ya Huseyîn Denîz bi dawî bû

Wan / AW

11 TEBAX 2025 - 15:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pêşangeha Seramîkê ya DFGê ya ji bo bîranîna nûçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz ku roja Şemiyê hatibû vekirin, piştî 3 rojan bi dawî bû.

Ji bo bîranîna nivîskar û nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Deniz ku di 9ê Tebaxa 1992yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di êrişeke çekdarî ya JÎTEMê de hate kuştin, roja Şemiyê pêşangeha seramîkê hatibû vekirin. Pêşangeha seramîkê ya piştî 3 rojan bi dawî bû. Ev pêşengeh bi pêşengiya malbata Huseyîn Denîz û Nûnertiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya Wanê de bi dirûşmeya “Em bîra xwe diparêzin”hatibû vekirin û di roja 3yemîn de gelek kesan serdana pêşengehê kirin. Pêşangeha ku di Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê de hat vekirin, bisiklêtek, rojnameyên belavbûyî û querenfîlên ku Kadrî Bağdu temsîl dikin, hebûn. Di pêşangehê de rojname, wêneyên endamên Ozgur Gundemê yên ku hatine kuştin, wênekêş, daktîlo û cîhaza deng girtinê yên Huseyîn Denîz jî hatin nîşandan. Di roja dawî de Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê DEM Partiya Wanê, Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Tahîr Şapkaci, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana pêşangehê kirin.

‘Ew ji bo me nirxên herî gihanbûha ne’

Di pêşangehê de li ser navê DFGê rojnameger Bazîd Evren axivî û di şexsê Huseyîn Denîz de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî. Bazîd Evren anî ziman ku ew xwedî li mîrateya Huseyîn Denîz derdikevin û got: “33 sal beriya niha hêzên tarî ji bo astengkirina ragihandina heqîqetê Huseyîn Denîz kuştin. Lê niha bi sedan rojnameger ji bo ragihandina heqîqetê li qadê ne û li ser şopa Huseyîn Denîz û Apê Mûsa nûçeyan çêdikin. Kuştina rojnamegeran dide nîşan ku ragihandina heqîqetê ji bo gelê Kurd çiqas girîng e. Ew ji bo me nirxên herî giranbûha ne û em ê jî heta dawiyê xwedî li van nirxan derbikevin.”

Piştre keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz jî axivî û bixêrhatina mêvanan kir û da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser şopa bavê xwe û rêhevalên wî be.

‘Em em deyndarê cangoriyên xwe ne’

Herî dawî Hevseroka DBPa Wanê Gonul Ûzûnayê axivî û şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî û bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad. Gonul Ûzûnayê da zanîn ku ragihandina heqîqetê li her derê gelek zehmet e û diyar kir ku ev zihmetî herî zêde li erdnîgariya Kurdistanê derdikeve holê. Gonul Ûzûnayê anî ziman ku Kurd ji bo ax û warên xwe li ber xwe didin û got: “Taybetî di vê berxwedanê de jî Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê kedeke mezin daye. Yek ji van kesên kedeke mezin dayî, şehîd Huseyîn Denîz e. Berdêlên vê têkoşînê çi dibe bila bibe, dîsa jî Çapemeniya Azad dest ji şopandina heqîqetê bernedaye. Niha jî Çapemeniya Azad hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn dengê heqîqetê ne. Em jî siyaseta xwe ya demokratîk bi saya wan ji raya giştî re parve dikin û em deyndarê wan in.”

Piştî serdana girseyî ya îro pêşangeh piştî 3 rojan bi dawî bû.

Etîket: cangorîDFGHuseyîn Denîzozgur gundempêşengehşehîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne