• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê

Navenda Nûçeyan / AW

29 KANÛN 2024 - 14:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Parlamenter Pervîn Bûldan ku piştî 10 salan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wiha got: “Moralê wî baş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên wî jê re ragihînin.”

 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê, îro jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û peyama Abdullah Ocalan parve kir.

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan ku di hevdîtinê de cih girtibû, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

 

‘Nirxandineke giştî kir’

 

Pervîn Bûldan, da zanîn ku hevdîtin duh saet di 10.00’an de dest pê kir û saet di 13.00’an de bi dawî bûye. Pervîn Buldan, got ku piştî 10 salan cara ewil e bi Abdullah Ocalan re hevdîtina rû bi rû dikin û wiha got: “A rast, çawa ku min dît min jê re got; ‘Pir keyfxweş bûm ku piştî 10 salan we careke din dibînim.’ Min wisa dest pê kir. Min pir bicoş û bi kelecan dît. Moralê wî pir baş bû. Bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina hevdîtinê bû. Em çawa ketin hundir, me silav da û yekser dest bi hevdîtinê kir.”

 

Bi domdarî Pervîn Bûldan destnîşan kir ku haya Abdullah Ocalan ji hevdîtinê hebû. Ji bo pirsa me ya “Pirsa ewil a Abdullah Ocalan ji we kirî çi bû?” jî Pervîn Buldan ev bersiv da: “Em çawa rûniştin ser maseyê, birêz Ocalan got; ‘Ez ê demildest derbasî mijarê bibim.’ Û piştre jî dest bi nirxandinan kir. Nirxandineke giştî kir.”

 

‘Bendewariyên min bi partiyên din re parve bikin’

 

Pervîn Buldan, wiha domand: “Xwest ku em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin. Xwest hemû kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Lewma jî ji min û Sirri Sureyya Onder re got; ‘Hûn dikarin Ahmet Turk jî bigirin cem xwe. Hûn her sê divê di demekî herî kin de hevdîtinên xwe bikin. MHP jî di nav de, bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin, hevdîtina we bi min re kiriye, nêzikatiya min a li hemberî vê pêvajoyê û bendewariyên min bi wan re parve bikin.’ Em jî dê piştî sersalê ji bo hevdîtinê randevûyê ji serokên giştî yên partiyan bixwazin û hevdîtinên xwe bikin.”

 

Pervîn Buldan, da zanîn ku dê careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo pirsa “Ji bo hevdîtina duyemîn tu temînat dane we?” jî got: “Erê.”

Etîket: Abdullah OcalanGirtîgeha ÎmraliyêHevditinPervîn Buldanpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne