• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

Navenda Nûçeyan / AW

10 TÎRMEH 2025 - 09:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Merwan Ozdemîr û Alî Ammar peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Me bi vê peyamê dît ku ruhê berxwedanê zindî ye. Ev bang wê rêya me ronî bike. Merasîma çekdanînê gelek dîrokî ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duyemîn banga dîrokî ya çek berdanê li gerîlayan kir. Piştî banga Ocalan tê payîn roja 11ê Tîrmehê komek gerîla li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê merasîma çekberdanê ango şewitandina çekan bi daxuyaniyekî ji raya giştî re ragihîne.

Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya Kurdistan, Tirkiyeyê û cîhanê de deng veda. Piştî bangê niha jî çavê hemû dinyayê li ser merasîma çekberdanê ye.

Rojnameger Merwan Ozdemîr ku li başûrê Kurdistanê rojnamegeriyê dike û rojnameger Alî Ammar peyama Ocalan û merasîmê nirxandin.

‘Bandora wî ya li ser gelê Kurd carek din hat dîtin’

Merwan Ozdemîr diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek “mizgîniya piştî 27 salan” dibîne û got: “Ev mizgîniya bi dîmen û dengê Rêber Apo gihîştiye gelê Kurd, bêguman di dilê her Kurdekî de hestên kûr û hûr çêkiriye. Hestên ku vê gavê di dilê min de çêdibin, şahî, hêvî û biryardariyê nîşan dide. Şahî ye, ji ber ku piştî ewqas salên tecrîdê, dîsa dengê wî hat bihîstin. Hêvî ye, ji ber ku ev yek nîşana wê yekê ye ku têkoşîna gelê Kurd hê jî bi hêz berdewam e. Biryardarî ye ji ber ku ev dîmen ‘bîrê’ tîne ku rêya azadiyê hê jî dirêj e û divê dost û hevrêyên Serok Apo bêwestan têkoşîna xwe bidomînin. Rêber Apo, wekî semboleke têkoşîna azadiya gelê Kurd, bi salan e di bin tecrîdeke giran de ye. Bi şerê taybet digotin bandora wî nemaye, yan jî xwastin van fikran di nava gel de pêş bixin. Lê me îro ev dît ku bandora wî ya li ser gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn qet kêm nebûye. Gotin ‘ruhê berxwedanê êdî mirî ye’ lê me dît ku ev dîmen û peyama wî nîşana wê yekê ye ku ruhê berxwedanê hê jî zindî ye.”

Ozdemîr anî ziman ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de behsa baweriya bi hêza siyasî û aştiya civakî kiriye û got: “Ev bangewazî ji bo me hemûyan wekî ronahiyeke rê nîşan dide.”

Mervan Ozdemîr

‘Xwezû wan jî van rojan bidîtana’

Ozdemîr da zanîn ku wî dixwest van rojan mamosteyên wî rojnameger Azîz Koyluoglu, Gulistan Tara, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî bibînin û got: “Xeyalên wan yên herî mezin ev roj bûn. Berdêlên ku hatine dayîn, ji şehîdan bigire heta êşên malbatan û berxwedana li çiya û bajarokan, hemû ji bo vê armanca pîroz bû.”

Ozdemîr bi bîr xist ku demek dirêj bû behsa van rojan dihate kirin ku hem Abdullah Ocalan peyamekê belav bike hem jî wekî bersiva vê peyamê komeke gerîla bi merasîmekê çekên xwe deynin û ev yek anîn ziman: “Em wekî rojnamevanên ku şahidiya vî şerê giran kirin, di van mijaran de bi berpirsyarî tevdigerin. Çawa? Em ne li dûv zanyariyên ku ne di berjewendiya pêvajoya aştiyê de ne. Ji ber wê yekê heta ku aliyên peywendîdar bi fermî ragihandinan nekin, em bi awayekî magazînel zanyariyan belav nakin. Ji ber çi? Ji ber ku em êşa şer dizanin. Piştî ku bi awayekî fermî êdî her tişt zelal bû, em niha dikarin bi rehetî biaxivin.

Ozdemîr: Sibê rojek dîrokî ye

Ozdemîr destnîşan kir ku piştî banga Abdullah Ocalan çavê her kesî li ser merasîma komek gerîla ye û wiha axivî: “Serok Apo bangawaziya xwe kir. Niha em li benda vê merasîma gerîlayan in. Wekî endamên çapemeniya azad, em ji bo vê rojê amade ne. Di asta cîhanê de wê çavdêrên saziyan tev li vê merasîmê bibin. Ji ber sedemên ewlehiyê, rojnamevan nikarin tev li bibin û weşana zindî bikin. Ev mijarek gelekî girîng e. Lê çend rojnamevan wekî çavdêr wê tev li vê merasîmê bibin. Ji vê merasîma sembolîk zêdetir, ya girîng ew e ku ev kom peyamek çawa wê ragihîne? Belê, ev dem dîrokî ye. Heke bibe nesîb em şahidiya vê rojê bikin. Lê peywîra me piştî wê dest pê dike. Pêwîst e em bala xwe bidin peyama koma gerîla. Çi dixwazin, çima çekên xwe datînin? Wê niha şûn de çi çêbe, yan jî pêwîst e çi çêbe? Em ê bêtir li dûv bersivên van pirsan bin. Daxwaziya min ji hemû gelê me ew e ku di van rojên girîng de çavên her kesî li ser ser çapemeniya azad be.”

Ammar: Bi banga dawî re em ketine qonaxek nû

Rojnameger Alî Ammar ê ku li başûr û rojavayê Kurdistanê dixebite jî diyar kir ku piştî 26 salan cara yekemîn deng û rengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bihîstin û dîtin û wiha got: “Helbet ev yek xeyala bi salan bû. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo dostên gelê Kurd. Rêber Apo temsîliya gelekî û xetekî dike. Piştî hezaren salan Rêber Apo hebûna gelê Kurd mayînde kir. Beriya ku rêber Apo bikeve dewrê, daxilî pêvajoyê bibe krîza nav jiyanê hatibû asta herî jor. Di her warî de şer û alozî hebûn. Dema ku Rêber Apo ket dewrê bêhn stendinek û hêviyek çêbû û geş bû. Êdî çareserî tê axaftin û guftûgokirin. Carek din hêza çareseriyê ya Rêber Apo xwe nîşan da. Ji niha şûn ve divê hemû gav ji bo azadiya Rêber Apo bên avêtin. Li şûna azadiya xwe ya şexsî bêtir bi awayekî civakî li meseleyê nihêrî. Bi banga dawî re em ketin qonaxek nû. Dibêje ku êdî çek bi temamî bên rawestandin û siyaseta demokratîk bikeve dewrê. Ji niha şûn ve êdî wê hemû daxwazên Kurdan li ser esasê siyaseta demokratîk werin bicihanîn. Divê dewlet jî her warî de berpirsiyariya xwe bicih bîne û li gorî wê gavan biavêje.”

‘Dê gelek rayedar tev li merasîmê bibin’

Alî Ammar bal kişand ser merasîma çekdanînê ya gerîlayan û wiha axivî: “Ev ji bo Kurdan destpêkek nû ye. Wê gelek rêbazên têkoşîna nû bikeve dewrê. Li ser bangewaziya dawî dê komek gerîla li Silêmaniyê bicivin û daxuyaniya danîna çekan bidin. Ev merasîmek sembolîk û nîşandana niyeta çareseriyê ye. Li gorî agahiyên li ber destê me, dê gelek rayedarên girîng ên gerîla jî tev li merasîmê bibin. Merasîm dîrokî ye. Ev ne teslîmkirina çekan e, guherandina şêwaza têkoşînê ye. Dê çekên xwe bişewitînin. Dê piştre paşve vegerin û heke zemîna hiqûqê û siyaseta demokratîk were mîsogerkirin dê gerîla derbasî Bakur û Tirkiyeyê bibin.”

Ammar diyar kir ku li gorî texmînan peyamek din a bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd wê li cihê merasîmê jî were temaşekirin û got: “Dîmenek wî ya taybet ji bo gerîlayan jî heye.”

Ammar da zanîn ku li gorî vê merasîmê wê êdî qonaxek girîng û nû di rûpela Kurdistanê û Rojhilata Navîn de vebibe û got: “Wê şerê çekdarî yê 50 salî bi destê Rêber Apo bi dawî bibe. Têkoşîn dê berdewam bike lê dê çek ji holê bên rakirin.”

 

 

 

Etîket: Abdullah Ocalanmerasîma çekdanînêpêvajopkkrojnameger Alî Ammarrojnameger Mervan Ozdemîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne