• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot: Gelo rayedar amade ne an na?

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

 

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. Gelo dê rayedar zemîna vê amade bikin an na?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, di 23yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Parlamenter Ocalan, cara ewil kitekitên hevdîtinê di Meclisê de vegot.

Tirkiye ji kurdan re dibêje bira lê bi destê DAIŞê êrişî kurdan dike

Omer Ocalan, ji ewil bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. Omer Ocalan, wiha got: “Tirkiye ji bo kurdan dibêje xwişk û bira lê bi destê DAIŞ û SMO’yê êrişî kurdan dike û rê li ber komkujiyan vedike.”

Hinek hurgiliyên hevdîtinê cara ewil parve kirin

Omer Ocalan, cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere kir. Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta Melîkşah, ji Idrîsê Bedlisî heta Yavuz Sûltan Selîm, Sûltan Abdulhamîd û Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd û Tirkan nirxandiye û ev tişt anî ziman: “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand û vegot bê ka Kurd û Tirk bi hev re çawa gihiştine vê qonaxê. Her wiha tifaq, têkilî û pirsgirêkên car bi car derketin jî bi eşkereyî nirxand. Pêşniyarên wî yên çareseriyê hebûn. Got; ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi rêyên guftûgoyê çareser bikin.’”

‘Sal bû 2024 hêj jî şer, neçareserî û pevçûnhene’

Omer Ocalan, bi domdarî got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Di esasê xwe de me dikariya vê pirsgirêkê di sala 2000’î de çareser bikin. Di sala 1999’an de jî min got ez ê xizmetê ji bo çareseriya meseleya Kurd-Tirkan bikim. Min di sala 2000î de got, niha jî dibêjim. Lê belê ev gotin kişandin aliyên cuda. Gotin; ‘Apo ji bo xwe xelas bike van gotinan dike.’ Hêj jî em li heman cihî ne, hêj li parlamentoyê ev meseleye tê nîqaşkirin. Sal bû 2024 lê hêj jî şer, neçareserî û pevçûn hene.”

‘Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye’

Di berdewamê de Omer Ocalan anî ziman ku mirûzê Rêberê PKK’ê xweş bû, bihêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got ku ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamegerên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya desthilatê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berovajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke birûmet. Jixwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”

Qala kurdên her çar aliyan kir

Omer Ocalan, wiha domand: “Bêguman li ser Xezayê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Derheqê kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê de nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta tirk an jî rayedarên tirk gelo dê li ber vê meseleyê bên? Gelo dê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”

‘Bi rêbaza tecrîdê ev çareserî pêk nayê’

Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hate kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaset tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Jixwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

‘Hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin’

Omer Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd êdî baweriya xwe ya bi çareseriye bi rêyên demokratîk winda dike. Li rexekî dixwaze bawer bike li rexê din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rol bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanHevditinÎmralîMeclîsOmer Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne