Odeya Bijîşkan a Amedê li Çand Amedê pirtûka “Anamneza Giştî” (Serboriya nexweş) da danasîn. Hate destnîşankirin ku ev pirtûk pira herî bi zexm a di navbera nexweş û bijîşkan de ye û girîng e ku xizmeta tenduristiyê bi zimanê Kurdî bê kirin.
Odeya Bijîşkan a Amedê li Eywana Civînê ya Çand Amedê pirtûka “Anamneza Giştî” (Serboriya nexweş) da nasîn. Endam û rêveberên odeyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarê Amedê yê Berê Selçûk Mizrakli û gelek kes tev li danasîna pirtûkê bûn.
‘Di tendirustiyê de piştî nexweşiyê tişta herî girîng ziman e’
Beriya danasînê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen diyar kir ku divê hemû saziyên pîşeyî girîngiyê bidin zimanê Kurdî û wiha axivî: “Em vê bernameyê weke danasîna pirtûkê nabînin, me xwest bi vê kombûnê mînakekê nîşanê hemû saziyên xwe bidin ku her saziya me hewl bide pîşeya xwe bi Kurdî bide nasîn û Kurdî bikar bîne. Di tendirustiyê de piştî nexweşiya tişta herî girîng ziman e. Dema ku zimanê nexweşan û bijîşk ne yek be tedawî kêm dimîne.”

‘Ev pirtûk ji îro pêde dê pira herî zexm a di navbera nexweş û bijîşkan de be’
Piştî Veysî Ulgen, Koordînatorê Giştî û Sernaveroksazê Anamneza Giştî Azad Zal derbarê pirtûkê de da zanîn ku ev pirtûk ji îro pêde dê pira herî zexm a di navbera nexweş û bijîşkan de be û wiha axivî: “Wekî Koordînatorê Giştî û Sernaveroksazê vê xebatê, gava ez li dahatûya vê projeyê dinêrim, kêfxweşî û serbilindiyeke kûr di dilê xwe de hîs dikim. Zimanê Kurdî di her qada jiyanê de heye; lê di qada bijîşkî û xizmeta tenduristiyê de hebûna zimên, ne tenê mijareke wêjeyî yan çandî ye, rasterast girêdayî jiyan û zindîhiştina mirovan e! Axaftina bi zimanê dayikê ya di navbera bijîşk û nexweş de, pira herî zexm a ewlehî, empatî û fêmkirina rast e.”
‘Têkiliya di navbera nexweş û bijîşk de tenê têkiliyek teknîkî nîne’
Azad Zal di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zimanê nexweş û bijîşkan û axaftina xwe wiha domand: “Têkiliya di navbera nexweş û bijîşk de ne tenê têkiliyeke teknîkî yan ji pirs û bersivan pêkhatî ye; ew di heman demê de xelekeke kûr a bawerî û ragihandinê ye. Di vê xelekê de amûra herîbingehîn û girîng anamnez e, yanî dîroka bijîşkî ya nexweş e. Di cîhana tibê de tê pejirandin ku di navbera rêjeya ji sedî 70 û ji sedî 80 de teşhîsa rast, ne ji cîhaz an analîzan, rasterast ji anamneza rast û berfireh tê. Gava ev pêvajo bi zimanê dayikê çêdibe, nirxa wê ya tibbî û mirovî çend qat zêde dibe. Nexweş gava dikeve odeya bijîşk, di bin stresekmezin de ye. Axaftina bi zimanê zikmakî vê tirsê dişikîne. Gava nexweş neçar bimîne bi zimanê duyemîn biaxive, nikare êş û nîşaneyên xwe bi awayekî tam pênase bike. Ev berhem derfetê dide ku nexweş bi azadî û bi tewangên xwe yên sirûştî rewşa xwe bîne ziman.”

‘Mafê her kesê ye ku bi zimanê xwe xizmeta tendiruristiyê bistîne’
Hevşaredara Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku ev yek di qada tendirustiyê de ji bo zimanê Kurdî gaveke gelekî girîng e û wiha got: “Mirov êşa xwe, nexweşiya xwe herî baş bi zimanê xwe tîne ziman. Ev yek mafê her kesî ye ku bikaribe di tenduristiyê de zimanê xwe bikar bîne. Weke rêveberiyên xwecihî em dixwazin di her qada jiyanê de ziman zindî û çalak be. Ez hêvî dikim ku ev xebat ji bo xebatên din ê zanistî bibe mînak.”
Piştî axaftinan bernameya danasîna pirtûkê bi îmzekirina pirtûkê ya ji bo xwîneran bi dawî bû.



















