• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ocalan: Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 10:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku li Rojhilata Navîn projeyek nû ya dîzaynê ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve tê rêvebirin di dewreyê de ye û got: “Dixwazin Kurdan di vê projeyê de wekî hêmanek bêbandor bihêlin. Li dijî vê projeyê çareseriya sereke demokratîkbûna li ser esasê xwe rêvebirinê ye.”

Nîqaşên li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girtekên hevdîtinê ya bi Komîsyona Meclîsê re berdewam dikin. Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser xalên girîng û rêyên çareseriyê destnîşan dike. Ocalan
li ser proje û lîstikên hêzên hegemonî yên li Rojhilata Navîn radiwest e û wiha dibêje: “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Projeyên DYA-Îsraîl û Îranê bi awayek hevdem dimeşin. Her yek ji van projeyan dixwaze jeopolîtîka Kurd li gorî armancê xwe bikar bîne. Ji bo vê divê ji mîmariya ewlehiyê ya Îsraîlê ku bi navê Peymanên Îbrahîm tên rêvebirin û projeya li ser eksena Şîa ya Îranê tê meşandin dûr bê sekinîn.”

‘Dixwazin Kurdan bêbandor bikin’

Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser talûkeya heyî ya li ser Kurdan û tîne ziman ku dixwazin di çarçoveya vê projeyê de Kurdan bêbandor bikin. Ocalan balê dikişîne ser van xalan: “Ji bo hegemonyaya nû li Rojhilata Navîn ava bikin dixwazin Kurdan wekî alavekê bikar bînin û daxin asta hêmanek bêbandor. Ji bo wê divê Kurd li bendewariya hêzên hegemonîk nebin. Pêwîst e çareseriyê li ser esasê entegrasyonek demokratîk bigirin dest.”

‘Rêbazên leşkerî encam nagirin’

Li ser rêyên çareseriya pirsgirêkan jî Ocalan van tespîtan dike: “Ne rêbazên leşerî ne jî projeyên netew dewletî çareseriyek mayînde dernaxin holê. Çareseriya esas civaka demokratîk, demokrasiya herêmî û civakek sivîl a bi hêz e. Berdana çekan tenê bi serê xwe têrê nake. Divê dijminiya hişmendî bi temamî ji holê rabe. Ku pêvajoya çareseriya demokratîk bê taloqkirin dê kaosa li herêmê zêde bibe û ev yek jî dê dîktatoriyên nû bi xwe re bîne.”

‘Dewlet bêyî demokrasiya herêmî nikare li pêyan bimîne’

Ocalan destnîşan dike ku li Sûriyê çareseriyên etnîk û mezhebî nabin çareseriyên mayînde û wiha didomîne: “Em bi awayek kategorîk li dijî dewleta navendî dernakevin. Lê demokrasiya herêmî û civaka sivîl nebe tu dewlet nikarin li ser piyan bimînin. Gere dewleta navendî û hêzên herêmî entegrasyona demokratîk pêk neyînin, Sûriye dê cardin bibe çavkaniya şer. Ji bo Tirkiyê jî heman tişt derbasdar e. Heta li Tirkiyê çareserî pêk neyê, li Rojhilata Navîn jî pergalek demokratîk pêk nayê. Her wiha heta Rojhilata Navîn demokratîk nebe li Tirkiyeyê jî çareseriyek mayînde û bi îstîkrar çênabe. Ji bo vê bêyî taloqkirinê divê çareseriya demokratîk bê pêşxistin.”

 

Etîket: Abdullah OcalanRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne