Di “Nobeta Jin, Edalet û Bîrê” ya vê hefteyê de jinan cih da çîroka 9 jinên ku hatine kuştin an jî bi awayekî bigûman jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de jinan bal kişand ser giringiya têkoşîna li dijî qetilkirin û tundiyê.
Nobeta ku ji aliyê Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ve li dijî komkujiyên jinan hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 2yemîn de berdewam kir. Di nobeta ku li ber Edliyeya Amedê tê lidarxistin de, pankarta “Jin nobeda edalet û bîrê digirin” û wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hildan. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberê partiyên siyasî û gelek jin tev li nobedê bûn. di nobedê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Neparêze, paqij neke darizîn” hatin berz kirin. Metna çapemeniyê ji aliyê endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakût ve hate xwendin.
Rûşen Yakût diyar kir ku di nobeda vê hefteyê de, çîrokên jinên ku di navbera 2yê Cotmehê heya 12 Cotmehê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û wan karibûye bigihîjin agahiyên wan, di bîra hevpar de anîne cem hev. Rûşen Yakût di heman demê de destnîşan kir ku jinên ku di dîrokên berê de, tevî ku piraniya wan serlêdan kiribûn û daxwaza tedbîrên parastinê kiribûn jî hatine kuştin, lê belê lêgerîna wan a edaletê berdewam dike û di pêvajoyên wan ên hiqûqî de geşedanên nû çêbûne jî nehatine jibîrkirin.
‘Edalet, lêgerîna wijdan û rastiyê ye’
Rûşen Yakût wiha axivî: “Em dizanin ku berpirsiyariya me ya derbarê mafê jiyanê yê jinan de, tenê bi wê hefteya ku kuştin tê de çêbûye re sînordar nîn e. Dibe ku di ser mirina jinikê re roj, meh an jî sal derbas bibin. Lê belê daxwaza derxistina rastiyê û peydakirina edaletê bi derbasbûna demê re ji holê narabe. Ji ber ku ji bo me bîr, bibîrxistin, hiştina şopê û nehiştina jibîrkirinê ye. Edalet; lêgerîna wijdan û rastiyê ye, rûbirûbûn û veguhastina berpirsiyariya civakî ya derbarê mafê jiyanê yê jinan de ye ji bo roja îro.”
Piştre çîrokên jinên ku hatine qetilkirin hate xwendin. Jinên ku çîrokan wan hatin xwendin, ev in: “Fûsûn Yûlûgkûral, Gozde Çelîk, Emel Bozkûş, Fadîme Akbal, Gulşah Oktay, Sakîne Y., Fîkriye Cîn, Canan Bebek, Mercan Kaplan.”
Navê jinên kuştî di bîra wan de ye
Rûşen Yakût destnîşan kir ku wan navê Fûsûn, Gozde, Emel, Fadîme, Gulşah, Fîkriye, Sakîne, Canan û Mercanê careke din di bîra xwe ya hevpar de nivîsandin.
Rûşen Yakût bal kişand ser berpirsiyariya sazî û wezîfedaran û wiha got: “Heke jin her çend tundiyê ku rastî wê hatibûyê ragihandibe, ji bo parastinê serlêdan kiribe an jî derbarê wê de biryara tedbîrên parastinê û rêgirtinê hebe jî hatibe kuştin; em dixwazin ne tenê tawanbar, di heman demê de ew wezîfedar amûrê ku tevî xetereyê dizanibûn jî tedbîrên pêwîst negirtine, hesab bidin. Em naxwazin ku hefteya bê neçar bimînin ku çîroka jineke din bibêjin. Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin ku êdî hewcedarî bi van nobedan nemîne; jin li ku derê neyên kuştin û ji bo parastina ji tundiyê neçar neyên hiştin û em ê heta wê rojê li vir di nav têkoşînê de bin. Jiyana jinan mijara bazarê nîne. Tundî qeder nîne. Bêcezahiştin nahêle ku bê qebûl kirin. Em li vir in ku vê pergala ku van mirinan gengaz dike biguherînin, jiyan, gotin û rastiyên jinan biparêzin. Her rojên sêşemê, li heman cihî, bi heman gotinê; Ji bo edaletê, ji bo rastiyê, ji bo bîrê.”
Çalakî, bi deqeyeke bêdengiyê û bi xwendina navên jinên hatine kuştin bi dawî bû.















