• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê nexweş ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin!

Fexredîn Kiliç / AW

2 GULAN 2025 - 17:04
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Nîmet Degîş ê 68 salî piştî 30 sal û 8 mehan di Adara 2023yan de hatibû berdan. Nîmet Degîş ji ber ku 9 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, ev ceza hate erêkirin û îro dîsa hate girtin.

Girtiyên nexweş Nîmet Degîş (68) e li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin piştî 30 sal û heşt mehan di 11 Adara 2023yan de hatibû berdan. Dema Nîmet Degîş û çend hevalên xwe li Girtîgeha Bolûyê diman, serê kameraya ku li hewşa qawişa lê diman dinêrî, daxistibûn jêr û hesinê wê xwar bûbû. Dadgeha Înfazê ya Bolûyê bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” 9 meh cezayê hepsê li Nîmet Degîş birî. Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ev ceza pejirand, Nîmet Degîş îro danê êvarê birin Girtîgeha Servekirî ya Amedê. Nexweşiyên Degîş ên weke faranjît, guatr, fitiq, gurçik, mîde, prostat, nebihîstin, hestiyan, sendroma lingan, vertîgo û rûviyan hene. Nîmet Degîş beriya ku were girtin ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ji ber poşmantî qebûl nekir berdana wî hatibû taloqkirin’

Nîmet Degîş diyar kir ku ji ber “poşmantî” qebûl nekir berdana wî hatibû taloqkirin û wiha got: “Dixwestin em poşman bibin, teslîm bibin, dixwestin tu ji xwebûna xwe derkevî. Dibêjin ya zindan cihê kedîkirinê ye. Dixwestin bibêjin ‘me ev kes di zindanê de kedî kir, teslîm girt’. Gelek caran teklîf kir. Min ji wan re got tevî van salan hûn çawa fêdî nakin ku vê teklîfê dikin. Rojekê malbat hatibû hevdîtinê çawa malbat çû midûr û dozger gazî min kirin. Dozger dixwest min berde lê çavên midûr li şewitandina înfazê bû. Esas midûrê Girtîgeha Mereşê kontra bû ne yekî normal bû. Bi taybetî hatibû peywîrdarkirin. Min bersiva wan weke ku fêm bikin da wan û ez çûm qawişê. Hevalên ku berdana wan nêzîk dibû li ser vê bingehê nêzîk dibûn.”

‘9 meh ceza lê birîn’

Nîmet Degîş têkildarî meseleya kameraya di qawişê de jî ev agahî dan: “Jiyaneke me, çandeke me heye. Ji çanda me aciz in. Ji bo çanda me ji holê rakin gelek caran hewldanên wan ên provokasyonê çêbûn. Me jî serê kamerayê anî xwarê. Înfaza gelek hevalan şewitandin. Dû re ben, teştî, çekpas û tu tiştên me nehiştin. Ew jî ji me re weke çek girtin dest. Dû re em birin dadgehê. 2 sal ceza li me birîn. Pişt re hevalan serlêdan kirin. Jinûve darizandin û dû re 9 meh ceza li min birîn.”

‘Ez ê çawa di girtîgehê de bimînim’

Degîş, da zanîn ku di 18ê Nîsanê de bi motosîkletê qezayek kiriye û wiha domand: “Hêj jî destên min nagirin. Nikarim cilên xwe li xwe bikim. Çûyîna min a tuwaletê jî wisa ye. Ka ez ê çawa di girtîgehê de bimînin. Lawê min beriya 10 rojan ez birim cem dozger. Li wan deran perîşan bûm. 3-4 saetan li wan deran di vî halî de mam. Li malê jî di tuwaletê de ez serhişê xwe çûm ketim serê min şikest. Ez ê çawa bi vî halî bikevim girtîgehê nizanim. Gotin dê li girtîgeha servekirî bimînî û zû derkevî. Nikarim avê vexwim destên min diricifin.”

‘Girtina min parçeyek ji şerê taybet e’

Degîş, destnîşan kir ku ji bo hebûna xwe têkoşînê didin û wiha got: “Ev komar li ser tunebûna me hatiye avakirin. Lê em mafên xwe dixwazin. Ew îmha û înkarê li me ferz dikin. We 30 sal û 8 mehan encam negirt. Dixwazin faşîzmê li ser lingan bihêlin. Dixwaze çav bitirsîne. Li ser gelê kurd û civaka tirk polîtîkayên şerên taybet bi awayekî hovane tên meşandin. Ev girtina min parçeyek ji şerê taybet e. Te dîl digire. Çima ji bo ku yên li pişt te bitirsin.”

Nîmet Degîş kî ye?

Girtiyên nexweş Nîmet Degîş (68) ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin piştî 30 sal û heşt mehan di 11 Adara 2023yan de hate berdan. Degîş ê ku di Tîrmeha 2022yan de înfaza xwe temam kiribû, diviya bû hatibûya berdan lê bi hinceta pirsên “tu poşmanî?” , “Dema tu derketî dê biçî ku derê?” yên rêveberiya girtîgehê ne bersivandin berdana wî 8 mehan hatibû taloqkirin.

Degîş, di sala 1992’yan de bi hinceta ku îfade li ser wî hebûye li navçeya Farqînê ya Amedê hatibû binçavkirin. Degîş 40 rojan di binçavan de mabû û îşkence lê hatibû kirin. Pişt re jî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebedê (36 sal) lê birîbû. Degîş ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin, piştî erdhejê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatibû kirin.

Etîket: girtigirtîgehNîmet Degîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne