• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

Esra Polat / AW

19 TEBAX 2026 - 10:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama DER-MEZê derûnnas Berna Nazlier li ser derûniya welatî û ciwanên Amedê nirxandinê xwe kir û ev tişt vegot: “Hebûna astengiyan li hemberî veguhastina civakê ya di navbera nifşan de dibe sedema bîrkirin û biyanîbûna nirxan. Em dibînin êdî ev nirx di civakê de zêde nayên parastin û ew rewş rizîbûna civakî derdixîne holê.”

Li Amedê sedemên binpêkirina mafan, astengiyên ziman û çandê ku dehan salane berdewam dikin dibe sedema bîrkirin û dûrbûna çandî. Ew rewş, bi sîstematîk tê rêvebirin û li ser kesan bêbaweriyê û bêhestbûnê avadike. Tirsa paşerojê, bêhestbûn, pirsgirêkên aboriyê û bêbawerî herî zêde li ser ciwana bandor dike; ciwanên ku ji civakê û hişmendiya hevre bûyînê dûr dikevin, an li hember pergalê bêdeng dimînin an jî bi temamî ji civakê qut dibin. Ew pirsgirêk jî li ser derûniya ciwan û welatiyan encamên neyînî ava dike. Li hemberî vê xetereya rizîna civakî, hêza ku civakê li ser piyan dihêle, piştevaniya hevrebûyîn a dîrokî û peywendiyên xurt ên malbatî ne ku di demên hevpar ên wekî şîn û dawetan de derdikevin holê. Lê belê, li hember yekperestiyê heke ev peywendî neyên parastin, kûrahiya bîrkirina nirxên civakî û rizîbûna civakî dê bibe tiştek neçarî. Li Amedê jî kûrahiya biyanîbûna civakî û bêbaweriya ciwanan tê berçavan. Gelê Amedê bi salane di bin siya astengî û siya metingeriyê jiyana xwe didomîne. Encamên astengiyan jî dûr ketina nirxên civakî, neaxaftina zimanê Kurdî û bêbaweriyeke kûr avakiriye.

Endama Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Berna Nazlier li ser derûniya welatî û ciwanên Amedê çavderiyê xwe û nirxandinê xwe bi ajansa me re parve kir.

‘Rewşa neparastinê jî rizînê bi xwe re tîne’

Berna Nazlier diyar kir ku civaka Kurd bi dehan sal in di nav travmayeke hevpar û nediyarî de dijî. Berna Nazlier di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku travmaya hevpar; wekî êş, fikar û bêçaretiya hevpar a ku ji aliyê bûyerên xedar ên wekî şer, karesat an jî nexweşiyên vegirtî yên ku bandorê li beşek mezin a civakê dikin ve tê afirandin û wiha got: “Bêguman ev rewş travmayeke hevpar ava dikin. Lê belê li gel van, hebûna astengiyan li hemberî axaftin û zindîhiştina zimanê civakê û gel; hebûna astengiyan li hemberî jiyîn û zindîhiştina nezanî, huner, wêje û çanda wê bi rengekî rehet jî travmayeke kolektîf ava dike. Hebûna astengiyan li hemberî veguhastina wan a di navbera nifşan de dikare biyanîbûn û bîrkirina nirxan jî bi xwe re bîne. Em dibînin êdî ev nirx di civakê de zêde nayên parastin û ew rewş rizîbûna civakî derdixîne holê. Piştî demekê dibe ku neaxaftina zimanê Kurdî yan jî rewşa neguhastina çanda Kurdî ji bo nifşê paşerojê, neparastina nasnameya xwe nîşanî me bide. Dibe ew rewşa neparastinê jî rizîbûnê bi xwe re bîne.”

‘Qutbûnên civakî, hêrseke dijwar û fikarên bêhevîbûnê derdixîne holê’

Berna Nazlier da zanîn ku ew guherîna derûnî ya ku ji ber hestên bêpaşerojî û bêçaretiya di nav ciwanan de çêdibe, aîdiyeta civakî xirab dike û bi xwe re biyanîbûnê tîne û ev tişt gotin: “Gava ev pirsgirêk neyên çareserkirin; di nav ciwanan de dibin sedema bêbaweriya li hember civaka ku lê dijîn, kêmbûna baweriya bi hevrebûnê, kêmbûna baweriya ku bi piştevaniyê dikare bibe hêza çareseriyê. Qutbûnên civakî, hêrseke dijwar û fikarên bêhêvîbûnê derdixîne holê. Ev rewş jî dibe sedem ku ciwan ne wekî heyîneke civakî, lê wekî heyîneke ferdî tevbigerin û bibin biyaniyên civakê. Piştevaniya hevpar ev e ku kesên civakekê pêk tînin bi hişê hevpar û berpirsiyariya hevpar tevbigerin û yekitiya hêzê ava bikin. Li hember pirsgirêkan piştgiriya hevdukirinê; di rewşên erênî û neyênî de bi hevrebûn e û tê wê wateyê ku bi hêza hevpar ji bo derbaskirina wan pirsgirêkan divê hewldan û têkoşîn bê kirin.”

‘Hewldana hevpar dikare pêşiya yekperestiyê bigire’

Berna Nazlier anî ziman ku yek ji aliyên herî bihêz ên civaka Kurd ev e ku bingehekî gelekî saxlem ê piştevaniya hevpar û girêdanên bihêz ên malbatê heye û got ku ev tişt hîn jî di roja me de heye û wiha pê de çû: “Bêguman pêşketina civaka modern a îro û teknolojiyê di guherîn û veguhastina van têgehan de bandor kir. Dibe car caran di hişê me de fikra ‘Gelo qels bû?’ jî ava kiribe. Pirsa ‘Gelo em piştevaniya hevpar û girêdanên bihêz ên malbatê hêdî hêdî ji jiyana xwe derdixin, em di parastina van girêdanan de zehmetiyan dikişînin?’ bi xwe re tîne. Lê belê ne rast ku em bibêjin piştevaniya hevpar û girêdanên bihêz ên malbatê cihê xwe ji yekbûyînê re hiştine. Ji ber hîn jî civînên me yên kolektîf nîşan didin ku girêdanên bihêz ên malbatê têne parastin. Ev tişt di rewşên şîn, windahî, dawet an jî karesatan de; di xema hevpar û şahiya hevpar de di hewldana li ba hev bûnê de xwe diyar dikin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku civak wê cihê xwe ji yekbûyînê re nahêle. Li ba hev bûn, parvekirina berpirsiyariya hevpar, diyar kirina armanc û mebestên hevpar û tevgerîna bi hişê hevpar neyê parastin, dibe ku ji nifşê paşîn re neyê veguhestin. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku hişyarbûna li ser vê yekê û hewldana hevpar a ji bo parastina wê, dikare pêşiya yekperestiyê bigire.”

‘Hesta derveyîbûnê dikare hem hêrsê hem jî bêhêrsbûnê derxîne holê’

Her wiha Berna Nazlier destnîşan kir ku hêviya mirovan heye li welatê ku lê dijîn bibînin ku rêzik ji bo herkesî têne sepandin, tu gelemperî yan jî îmtiyaza herêmî tune ye, edalet heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nav gel de, kesek hîs dike nikare vê yekê bibîne, ev jî hesta dûrketinê ava dike. Ev hesta dûrbûnê jî dikare bi xwe re rewşên cuda yên hêrsê yan jî bêhêzbûnê derxîne holê. Ciwan di vê xizaniya kûr de gava serî li kar didin, ji ber ziman, nijad an jî awayê ramana xwe gava nayê girtinê yan jî rasterast rastî neheqiyekê tê û hîs dike ku saziyên pêwîst ên ku dê serî li wan dide tiştê pêwîst nakin, dikare hesta derveyîbûnê û li gel wê jî hêrs derkeve holê. Ev hêrs dikare bi awayên cuda derkeve holê. Gava rasterast hîs dike ku rastî neheqiyê hatiye û bi armanca lêgerîna mafan dikare rasterast wekî bertekekê derkeve holê. An jî dikare wekî teqînekê yan jî êrîşkariyê derkeve holê. An jî dikare bi hestên pasîf-tund di nav xwe de veşêre yan tam berevajî vê, dikare wekî bêhestbûnê jî derkeve holê. Yanî ev hesta derveyîbûnê dikare xwe hem bi awayê hêrsê hem jî bi awayê bêhêrsbûnê derxîne holê.”

Etîket: Berna NazlierDER-MEZdernûnas Berna Nazlier
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye’

‘Tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye’

2 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne