• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê komxebata mafê jinan li dar xist

Amed / AW

18 TÎRMEH 2026 - 13:37
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ser “Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan” li Çand Amedê komxebatek li dar xist. Parêzer Îrem Îlhan diyar kir ku nîqaşên wan yên îro dê ne tenê zanyariyeke hiqûqî hilberînin, di heman demê de dê bibe wesîleya pêşketina nêrîneke rasttir, adiltir û mafperwertir.

Bi pêşengiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, li ser mijarên “Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan” li Çand Amedê komxebatek hate lidarxistin. Komeleyên Jinan, hiqûqê, endam û rêvberên jin ên baroyên Bakur tev li komxebatê bûn. Rêvebera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Îrem Îlhan di destpêka komxebatê de axivî.

‘Divê her rêziknameya ku mafên jinan lawaz dike, bi awayekî baldar were nirxandin’

Îrem Îlhan anî ziman ku ew îro ne tenê ji bo axaftina li ser rêziknameyeke hiqûqî, ji bo mafên ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin, gihîştina wan a edaletê û têkoşîna wekheviyê civiyane û got: “Di sernavê atolyeya me de du mijarên girîng hene; mafê nafakayê û cînayetên jinan. Her çend ev her du sernav di nihêrina pêşîn de serbixwe xuya bikin jî, em baş dizanin ku şîdeta aborî, bêcezatiyê û zayendiya civakî nikarin ji hev cuda werin fikirandin. Piştî hevberdanê, ji bo jinên ku ji ewlehiya aborî bêpar dimînin, derketina ji xeleka tundiyê û jinûve avakirina jiyanê pir dijwartir dibe. Di demên dawî de, bi taybetî di çarçoveya Pakêta Darazê ya 12an de, sînordarkirin an jî rakirina nafakaya bêdem hat rojevê. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, me xwest em berî her tiştî beramberiya vê nîqaşê ya di praktîkê de nîşan bidin. Daneyan nîşanî me da ku mînakên nafakaya bilind ên ku di raya giştî de pir tên ziman, rastiyê nîşan nadin; berovajiyê vê yekê, mîktarên nafakayê piranî caran ji dabînkirina hewcedariyên herî bingehîn ên jinan jî pir dûr in. Di serdemeke ku xizanî ewqas kûr bûye de, gava em rakirina nafakayê nîqaş dikin em nikarin şert û mercên jiyana rastîn a jinan piştguh bikin. Ji ber ku nafaka ne îmtiyazek e; ew ewlehiyeke hiqûqî ye ku aliyê dezavantaj diparêze û rûmeteke prensîba dewleta sosyal e. Bêguman hiqûq qadeke zindî ye û dikare biguhere. Lêbelê, di civakek ku jin hîna jî bi newekheviya aborî re rû bi rû ne û keda xwedîkirinê bi tenê li ser milên wan e, divê her rêziknameyeke ku dê mafên destkeftî yên jinan lawaz bike bi baldarî were nirxandin. Ez bawer dikim ku nîqaşên me yên îro dê ne tenê zanyariyeke hiqûqî hilberînin, di heman demê de dê bibe wesîleya pêşketina nêrîneke rasttir, adiltir û mafperwertir.

Piştî axaftina Îrem Îlhanê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne