• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
05 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

Amed / AW

4 TEBAX 2026 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKGê ragihand ku di meha Tîrmehê de 5 rojnamevan hatine binçavkirin,11 rojnamevanan hatine darizandin û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tîrmehê aşkere kir.

Rapora MKG’ê wiha ye:

“Tîrmeh mehek bû ku bi zextên dijwar ên li ser rojnamevanan, binpêkirinên mafên mirovan, tacîza dadwerî û polîsan û sansûra dîjîtal ve hate nîşankirin. Destwerdan û hewldanên astengkirina rojnamevanan jî binpêkirina mafê raya giştî yê gihiştina agahdariyê ne. Her êrîşek li ser rojnamevanan ku ne bûyerek tenê ye, lê belê ji bo veşartina bûyerên civakî, sûc, gendelî, neheqî û neqanûnî, wêrankirina jîngehê û binpêkirinên cûrbicûr ên mafên mirovan xizmet dike, astengiya herî mezin e li pêşiya eşkerekirina rastiyê.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2026an ku ji hêla Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve hatiye weşandin, di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê ku di nav 180 welatan de di rêza 163yemîn de ye, bi ser du malên rojnamevanan de hatiye girtin, pênc rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin, rojnamevanek ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin, du rojnamevan hatine lêpirsînkirin û rojnamevanek jî bi gef û hedefgirtinê rû bi rû mane. Her wiha 11 rojnamevan ji ber nûçe û çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin darizandinê de ne, di heman demê de 8 rojnamevanên jin di girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de girtî ne. Di demekê de ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên astengkirin û tepeserkirinê li dijî mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê didomîne, sansura dîjîtal jî digihêje astên metirsîdar. Li gorî vê, di meha Tîrmehê de 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin û 11 platformên medyaya dîjîtal jî hatine astengkirin.

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em bang li Tirkiyeyê dikin ku di endeksa azadiya çapemeniyê de her ku diçe paşve diçe û ji bo rojnageran di nav welatên ‘xeternak’ de ye ku ji bo xizmetkirina avakirina çapemeniyek azad û civakek demokratîk hemû zextên li ser rojnamevanan bi dawî bike. Em teqez dikin ku divê rojnamegerên girtî di zûtirîn demê de werin berdan û em diyar dikin ku em ê parastina azadiya çapemeniyê bidomînin.

Daneyên Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger ên Meha Tîrmeha 2026an

1) Binpêkirina mafê jiyanê û ewlehiya rojnameger

* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 2
* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 5
* Rojnamegerên hatine girtin: 1
* Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin: 1
*Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin û bûne hedef: 1

2) Binpêkirina mafên jinên rojnameger a raman û îfadeyê

*Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 2
* Hejmara dosyayan: 8
* Hejmara kesan: 11
*Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 1ê Tîrmeha 2026an heta niha): 8

3) Astengkirina hesabên dijîtal ên ajans û rojnameyan

* Hesabên dîjîtal ên medyayê ên hatine girtin: 17
*Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin: 11

Lîsteya rojnamegerên girtî

– Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
– Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
– Nadiye Gurbuz – Edîtora ETHAyê
– Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê
– Pinar Gayîp – Edîtora ETHAyê
– Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
– Songul Yucel – Derhênera Giştî ya Kovara Onsozê
– Fatma Sîbel Gurcîhan – Rojnameger.”

Etîket: Komeleya Rojnamegerên Jin MezopotamyayêMKG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne