• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mesûd Barzanî: Dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nav şerekî mezin

Navenda Nûçeyan / AW

29 ADAR 2026 - 09:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê PDKê Mesûd Barzanî ragihand ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê kişandina nav şerekî mezine ya beramberî Herêmê ye û got: “Divê çareseriyek cidî û biryardar were dîtin, rayedarên Iraqê bi xwe biryar bidin.”

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî têkildarî êrişên li ser Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û bang li desthilata Iraqê kir.

Mesûd Barzanî got: “Êrişên bi vî rengî şerxwaziyeke eşkere ye, zilm, zêdegavî û neheqiyeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê ye. Divê çareseriyeke cidî û biryardar ji bo wan were dîtin.”

‘Divê rê neyê dayîn ku êrişî li ser Herêmê bên kirin’ 

Barzanî destnîşan kir ku di rastiyê de ev bi şermezarkirin û telefonan çareser nabin û wiha domand: “Divê desthilatdarên Iraqê xwe yekalî bikin, yan ragihînin ku nikarin rê li ber wan komên deryasayî bigirin, yan jî divê bi cidî bikevin nav tevgerê û parastina dewletê bikin. Divê rêkarên cidî wergirin da ku êdî rê neyê dayîn êrişên neheq li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.”

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye parçeyek ji wan pirsgirêk, alozî û şerên li herêmê hene, lê mixabin komek kes hene ku bêyî kes rê li wan bigire, bala wan a sereke li ser wê ye ka dê bi kîjan rêyê dijminatiya Herêma Kurdistanê bikin, her tim bi neheqî êrişî Herêmê û Pêşmerge dikin û dibin gef li ser jiyan û aramiya xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî da zanîn ku di nava salên borî de, bi dehan caran bi zilm û bê hincet, bi drone û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge kirine û xelkên bêguneh şehîd û birîndar kirine.

Barzanî bi bîr xist ku ji dema ku ev şer dest pê kiriye ve zêdetirî 450 caran bi mûşek û droneyan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatine kirin.

‘Her derê Kurdistanê xwedî nirx e’ 

Mesûd Barzanî derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî de jî got: “Duh li bajarê Dihokê bi droneyan êrişî mala Serokê Herêmê kirine. Mijar ne mal an baregeha kesekî ye, her derê Kurdistanê xwedî bi nirx e. Lê ev cure êriş şerxwaziyek eşkere ne, zilmeke mezin, zêdegavî û neheqiyeke mezinin li dijî Herêma Kurdistanê. Divê çareseriyeke cidî û yekalîker ji bo wan bê dîtin.”

Hêjayî gotinê ye ku li gel berfirehbûna şerê Amerîka-Îsraîlê û Îran, êrişên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê jî zêde bûne. Duh bi şev komên çekdar yên nêzî Îranê çend caran bi droneyan êrişî ser bajar û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kirin.

Hat zanîn ku Ji ber zêdebûna êrişan dibistan ketin betlanê.

Etîket: Mesûd BarzanîSerokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

12 TÎRMEH 2026
Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

16 HEZÎRAN 2026
Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

1 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

2 ADAR 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

26 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne