• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MED DER: Divê êrîşên li ser ziman bên rawestandin

Amed / AW

4 TEBAX 2025 - 19:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya MED-DERê mohrkirina Komeleya Avestayê bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî, hê jî neguheriye. Divê êrîşên li ser ziman demildest bên rawestandin.”

Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER) li ber avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ya ku bi destûra Walîtiya Îzmîrê û ji aliyê Şaredariya Konakê ya navçeya Îzmîrê ve hat mohrkirin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta mezin a li ser “Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna zimanê kurdî! Perwerdeya bi kurdî, statuya kurdî!” hatibû nivîsandin hildan. Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî Murat Aydin, ya Kirmanckî jî Şukran Yakut xwend. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman jiyan azadî” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyanî axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku zimanê zikmakî bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çima her gel bi zimanê xwe diaxivin çima zimanê kurdî qedexe ye, divê zimanê me jî weke yê herkesî serbest bê axaftin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi vî awayî ye:

“Ziman û nasnameya kurd mafê gelê kurd ê rewa û hevpar e. Di heman demê de hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha hatiye tunehesibandin. Gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin. Zimanê kurdî, her tim bi awayên cuda rastî astengî û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê, di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda êrîşên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31ê tîrmehê, bi fermana Walîtiya Îzmîrê, bi hinceteke ji rêzê, bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin.

‘Em bi tundî şermezar dikin’

Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî, hê jî neguheriye û li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye. Weke saziyên çand û zimanê kurdî em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê, ked tê dayîn. Lazime ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina.

‘Bêtehemûliyê nîşan didin’

Lê berovajî vê yekê, komeleyeke legal ku bi rêya kargehên ziman û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve. Em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi armanceke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.

Em careke din,  bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye, êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike. Ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrîşên bi vî rengî, li dijî gelê kurd, nirxên gelê kurd û nasnameya gelê kurd, , bêtehemuliyekê nîşan didin. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, weke êrîşeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin.

‘Divê êrîşen li ser ziman demildest bên rawestandin’

Ji ber vê yekê, divê êrîşên wisa  demildest bêne rawestandin. Muameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê, paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê ji paş ve bên kişandin. Gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi destnexe wê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede.

‘Em Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin’

Em hemû saziyên zimanê kurdî, careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê em vê kiryara Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin. Bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin. Êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî bê bicihkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan bê naskirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: AmeddaxuyanîMED-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne