• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em ê li taxên xwe bimînin

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2026 - 12:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişên li ser taxên wan daxuyaniyek da û got: “Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.”

Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişên komên çete yên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Meclîsa Gel bi vî rengî ye:

“Ji roja 6’ê Çileyê ve li ser taxên me êrişeke bi çekên giran û bombaraneke dijwar tê kirin. Di van êrişan de mizgeft, dibistan, misteşfe, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatin hedefkirin.

Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan didin.

Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan sal e li van taxan dijî û niştecihên van taxan in, qetlîam û pêleke nû yê koçberiyê bidine destpêkirin. Anku tê xwestin ku demografiya bajêr û taxên me were guhertin. Her wiha ev êriş bi her awayî tê wateya têkbirina peymana 1’ê Nîsanê û îhlalkirina wê.

Hikûmeta demkî ya Şamê van êrişan di bin navê Artêşa Sûriyeyê ya nû de û bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê pêk tîne û ji vê cesaretê digire. Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê wek garantor û çavdêr amade bûn jî bi tundî şermezar dikin.

Xetereya komkujiyê dewam dike

Êriş û xetereya komkujiyê ya li dijî gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta niha jî dewam dikin.

Bangewaziya ku hêzên hikûmeta demkî a Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dikin, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo ku li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.

Di rewşa heyî de li cihê ku çete bi pêş de hatine li dijî sivîlan qetlîam têne kirin. Anku heman kiryar û qetlîama ku li dijî Elewî û Durziyan hatiye kirin, li taxên me jî tên kirin.

Dixwazin gel ji taxan derkeve

Her kes dizane li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombebarana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Nexweşxaneya me ya taxê ya bi navê Xalid Fecir ku ji xwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bombebarana giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de neweşxane bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemane. Di warê mirovî de krîzeke cidî heye. Wekî raya giştî jî dizane, ev demeke dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên mirovî dihate astengkirin. Her wiha zivistan rewşa heyî hîn girantir dike.

Di encamê de hêzên hikumeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin gel ji van taxan derkeve. Her wiha teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.

Em ê taxên xwe biparêzin

Em wek rêveberiya Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikumeta Şamê ya ji hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne û bi taybet jî bombebarana ketober û qetlîmanên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîn e ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkun e ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paşde gavan biavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.

Banga seferberiyê

Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidine Nexweşxaneya Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.”

Etîket: EşrefiyeHelebMeclîsa Gel a Şêxmeqsûd û EşrefiyêŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

1 NÎSAN 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne