• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Wan / AW

7 ADAR 2026 - 15:21
Kategorî: JIN
A A
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê di çerçoveya 8ê Adarê de daxuyanî da û got: “Bêyî laîktiyê wekhevî, bêyî wekheviyê jî azadî nabe.”

Meclîsa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperî (KESK) ya Wanê di çerçoveya 8ê Adarê de li pêşiya Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê bi şiarê “Em têkoşîna aştî, laîktî û azadiyê ya li dijî xizanî, tundî û bêewlehiyê mezin dikin” daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Şaxa Wanê ya KESKê Rojbîn Firat ve hat xwendin. Endam û rêveberên şaxên girêdayî KESKê tev li daxuyaniyê bûn. Meclîsê hemû jin ji bo 8ê Adarê vexwend qadan.

‘Em têkoşîna jinên karker silav dikin’

Rojbîn Firat bal kişand ser dîrokçe û girîngiya 8ê Adarê û wiha got: “Wekî jinên KESKî, em têkoşîna jinên karker ên ku ji demên bihorî heta îro di oxira têkoşîna ked, wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, silav dikin. Em li dijî cudakarî, tundî, newekhevî, mêtingerî, zext, şer û otorîteriyê dengê xwe bilind dikin; bi hêza ku em ji duh digirin, em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna rêxistinkirî bibin.”

‘Bêyî wekheviyê azadî nabe’

Rojbîn Firat diyar kir ku her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê di nava rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Di meha yekem a sala 2026’an de 22 jin hatin kuştin; mirina 14 jinan jî di qeydan de wekî ‘bi guman’ cih girt. Ev cînayet nîşana binpêkirinekê, valahiya polîtîkayê û bêcezabûna sîstematîk in. Ji ber bêcezabûn û bêhiqûqiyê, kujer ji bo jinan wekî gefekê dimînin. Desthilatdariya ku xalên di berjewendiya jinan de yên Qanûna Medenî kiriye hedef, tarîqat û cemaatan jî dide rex xwe û dest datîne ser destkeftiyên me yên ku me bi têkoşînê bi dest xistine. Parastina laîktiyê ya li dijî vê pergala ku bi gotina ‘malbata pîroz’ dixwaze keda jinê nexuya û bêberamber bihêle, di heman demê de parastina azadiya aborî û civakî ya jinan e. Bêyî laîktiyê wekhevî, bêyî wekheviyê jî azadî nabe.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne