• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mardîn 1969 Sporê, Mûşspor têk bir û derbasî Lîga 1emîn bû

Amed / AW

9 GULAN 2026 - 20:04
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Mardîn 1969 Spor û Mûşspor di lîstika fînalê ya Play-Offê ya Grûba Sor a Lîga 2yemîn de hatin hemberî hev. Mardîn 1969 Sporê bi 2-1 Mûşspor têk bir û derbasî Lîga 1emîn bû.

Mardin 1969 Spor û Mûşspor ji bo derketina Lîga 1emîn li Stada Tahîr Elçî ya Amedê di lîstika fînalê ya Play-Offê ya Grûba Sor Lîga 2yemîn de hatin hemberî hev. Bi hezaran alîgirên Mardîn 1969 Spor û Mûşsporê li trîbunan cihê xwe girtin. Alîgirên Mardîn 1969 Sporê li trîbunên rojava û bakur (pişt kaleya bakur) cihê xwe girtin û alîgirên Mûşsporê jî li trîbunên rojhilat û başûr (pişt kaleya başûr) cih girtin.

Gelek siyasetmedar û kesayetan maç temaşekirin 

Tevî bi hezaran alîgiran, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, parlamenterên DEM Partî û CHPê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, rêveberên kluba her du tîman, rêveberên Amedsporê û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl jî li protokolê cihê xwe girtin û maç temaşekirin.

Di beşa ewil a maçê de futbolîzê Mardîn 1969 Sporê Mertan Ozturk di deqîqeya 24an de gol avêt Mûşsporê û beşa ewil bi skora 1-0 qediya.

Beşa duyemîn bi kelecaneke mezin a alîgiran dest pê kir. Di deqîqeya 61an de futbolîzê Mardîn 1969 Sporê Mîraç Acer gola duyemîn avêt û skor bû 2-0. Di vê kêliyê de kêfxweşî û kelecaniya alîgirên Mardîn 1969 Spor derket asta herî jor.

Mardîn 1969 Spor derbasî Lîga 1emîn bû

Tîma Mûşsporê ket nava bizaveke mezin û hewl da gol bavêje. Di deqîqeya 73yan de futbolîzê Mûşsporê Bîlal Budak golek avêt û bi vê golê skor bû 2-1. Mûşsporê piştî gola ewil hewl da ku skorê bike wekhev lê dîsa jî hewldana wê negihîşt armancê. Tevî ku 6 deqîqe li maçê hate zêdekirin jî Mûşspor bi ser neket û Mardîn 1969 Spor bi skora 2-1 bi ser ket û derbasî Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bû.

Bi serkeftina Mardîn 1969 Sporê re coş û kêfxweşiya alîgirên tîmê derket asta herî bilind û tîma xwe pîroz kirin.

Kupa wergirtin 

Piştî maçê li sehayê merasîma kupawergirtinê hate lidarxistin. Futbolîzên Mardîn 1969 Sporê bi kêfxweşiyeke di asta jor de kupaya xwe wergirtin û şanazî û serkeftina xwe nîşan dan.

Etîket: Mardin 1969 SporMuşspor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Beriya maçê civiyan: Ya ku qezenc bike gelê Kurd e

Beriya maçê civiyan: Ya ku qezenc bike gelê Kurd e

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne