• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

Stenbol / AW

17 ADAR 2026 - 13:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Malbata Dîlan Karaman têkildarî mirina keça xwe daxuyanî da. Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman diyar kir ku ew dixwazin ku heqîqet derkeve holê û heta ku edalet bicih were dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em dibêjin ku di raporê de tiştên kêm hene. Tiştên ku ne rast in hatine nivîsandin. Em dipirsin; Mazlum Toprak çima hat berdan?”

Dilan Karaman di 11ê Mijdara 2025an de piştî hewldana xwekuştinê li Amedê hat tedawîkirin û piştî 10 rojan jiyan xwe jî dest da. Piştî mirina Dîlan Karaman, di nav raya giştî de gelek îdia û nîqaş derketin holê. Komîsyonek ku ji rêxistinên jinan pêk dihat lêkolîn kiribû û çendak beriya niha raporek bi raya giştî re parve kiribû. Li ser raporê jî nîqaş û analîzên zêde derketin holê û raporê dengvedanek dîsa di nav raya giştî de çêkir. Gelek kes li dijî raporê rabûn. Di encama îtîrazan û nerazîbûnan de rapor bi paş ve hate kişandin.

Her wiha gelek kesan xwest ku derbarê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz ku Dîlan Karamanê şêwirmenda wê bû de jî lêpirsîn were destpêkirin. Di encama nerazîbûnan de DEM Partiyê derbarê Aydenîz de lêpirsîn da destpêkirin.

Malbata Dîlan Karaman li ser van geşedan û tiştên qewimîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman û rêveber û endamên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Em ê li pey şopa Dîlanê bin’

Ewilî Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî û got: “Em di cîhanekî mêrperest de dijîn. Tevgera jinên Kurd li dijî vê gelek li ber xwe didin. Dîlan jî yek ji wan bû. Têkoşîna Dîlanê gelek bandor li ser gel kir ku îro ewqas tê axaftin. Dîlan tundiya li ser jinan tê kirin, nîşanî me da. Piştî mirina Dîlanê komîsyon hate avakirin. Piştî raporê gelek geşedan û nîqaşan dest pê kir. Em jî di nava vê pêvajoya nîqaşan de gelek tiştan hîn bûn. Lê di vê pêvajoyê de tundiya mêr nehat axaftin. Xwişka Dîlanê jixwe wekalet daye me. Em ê li pey şopa doza Dîlanê bin.”

‘Me xwest rapor bi paşve were kişandin’

Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman jî diyar kir ku îro ew wekî ku Dîlan li gel wê ye dê biaxive û wiha got: “Em îro ji bo heqîqet derkevê holê li vir in. Piştî mirina Dîlanê 5 saziyan bi hevkarî rapor amade kir. Malbat jî heta ku rapor hate amadekirin bêdeng ma. Lê di raporê de me dît ku kujer nehatiye eşkerekirin. Me jî xwest rapor were paşve kişandin. Em dibêjin ku di raporê de tiştên kêm hene. Tiştên ku ne rastî ne hatine nivîsandin. Dîlan di nava xebatan de cih girt, ked da.”

‘Mazlum Toprak çima hat berdan?’

Gonul Karaman destnîşan kir ku Dîlan di 11ê Mijdarê de saet 05:19an de peyam jê re şandiye û gotiye, “Mazlum li min da û min ji malê avêt.” Gonul Karaman di berdewamiya axaftina xwe ev yek anîn ziman: “Dîlan got ‘ji bo ku ez ji malê derkevim pere hewce ye. Me peyamê saet di 06:30an de dît û jê re got, ‘ji mal derkeve’ û me jê re pere şand. Paşê dema ku Dîlan ji bo pisîka xwe ji malê bigire vedigere mala Mazlum. Lê Mazlum dîsa gef li Dîlanê dixwe. Ji Dîlan re gotiye, ‘dîmenên te li gel min hene, ez ê te rezîl bikim’. Herî dawî malbat saet di 14:42an de bi Dîlan re axivî. Mazlum Toprak saet di 17:22an de li hevalên Dîlan geriyaye û gotiye, ‘Dîlan întihar kiriye’. Dema Mazlum Toprak çû nexweşxaneyê hevalên Dîlan bertek nîşanî Mazlum didin. Mazlum hat binçavkirin lê piştî îfadeyê hate berdan. Em dipirsin; Mazlum Toprak çima hat berdan? Em dixwazin ku heqîqet derkeve holê, heta ku edalet were bicihanîn em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Mazlum rastiyê nabêje’

Parêzera malbata Karaman, Jiyan Kaya jî anî ziman ku dema wan dosyeyê dît fêm kirine ku gelek tiştên kêm têde hene û wiha got: “Navê tîmên tenduristiyê di nava dosyeyê de tune ye. Îfadeyên Mazlum yên di dosyeyê de hev nagirin, ev jî diyar e ku Mazlum rastiyê nabêje. Kesê bi navê Sidki jî îfadeya wî nehatiye girtin. Mazlum bi çekê gef li Dîlanê xwariye lê di dosyeyê de ev jî tune ye. Di dosyeyê de tenê dîmenê ambulansê heye, em nizanin ku berî bûyerê tundî li Dîlanê hatiye kirin an na.”

Etîket: Dîlan Karaman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwest ku rapora Dîlan Karamanê paşve bê kişandin

11 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne