• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ma Music 9 salî ye: Ne tenê akademiya muzîkê ye navenda ramanê ye

Gulîzar Turkoz / AW

1 ADAR 2026 - 08:44
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş bi boneya salvegera 9emîn a damezrandina Ma Musicê axivî û wiha got: “Ma Muzîk ne tenê kursa muzîkê ye; ew akademiyek, konservatuvarek û navendeke ramanê ye.”

Akademiya Ma Musicê ku piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran di 4ê Adara 2017an de li Amedê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk” starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya Ma’yê, Orkestraya Zarokan a Ma’yê, Orkestraya Jinan a Ma’yê û Orkestraya Ma’yê ji bo muzîka kevneşop a Kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist. Ma Music a ku bi dirûşma “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin” hate avakirin li Amedê şaxên xwe yên Zarok Ma û Çand Ma li Stenbolê jî Egîdê Cimo Ma vekirin. Ma Musicê ku pirtûkên weke “Repertuara Stranbêjiyê” , “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” , “Metoda Kemanê” û “Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan” ku ji bo keman û piyanoyê metodên Kurdî tê de hene çap kirin û bi Gerok Mayê jî xwe gihand bi sed hezar zarokan. Ma Music 8 sal li pey xwe hişt dê îro bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9emîn saet di 20:00an de li Çand Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar bixe.

Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş ku zêdetirî deh sal in di nav xebatên çand û hunerê de cih digire têkildarî xebat û salvegera damezrandina Ma Musicê ji ajansa me re axivî.

‘Xebatên bingehîn arşîvkirin û tomarkirin e’

Ferhat Ertaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bingeha xebatên Ma Muzîkê û diyar kir ku ew hewl didin karê xwe bi awayekî akademîk bimeşînin û got: “Ji deşîfrasyonê bigire heta notasyon, qeydkirin û berhevkirina berheman; em xebateke bingehîn a qeydkirin û arşîvkirinê dimeşînin. Di parastina mîrateya çandî de, bikaranîna metodên rast û zanistî ji bo me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”

‘Divê li dijî qirkirina çandî qada perwerdehiya zarokan vala neyê hiştin’

Ferhat Ertaş destnîşan kir ku divê li dijî qirkirina çandî û bişaftinê, qada perwerdehiya zarokan vala neyê hiştin û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew bû ku em xwe bigihînin zarokên vî welatî yên ku di bin xetereya qirkirina çandî de ne. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi metodên cîhanî hebû. Me ev metod wergerandin Kurdî, entegreyî sîstema xwe kirin û mufredatek afirand. Zarok Ma bi lîstik, rîtm û nasîna dengbêjan, perwerdehiya zarokên 0-5 salî bi awayekî komî û bi stranên Kurdî dimeşîne.”

Bi rêya Gerok Mayê xwe gihandin gelek welatan

Ferhat Ertaş qala projeya “Gerok Ma” kir û anî ziman ku ew bi vê projeyê sînoran derbas dikin û wiha bi lêv kir: “Bi riya Gerok Mayê me xwe gihand gelek deveran. Ji Amedê heta Stenbol û Mêrdînê, ji Mexmûrê heta Silêmaniyê û ji derveyî welat heta Almanya, Fransa û Japonyayê. Li ku derê zarokên Kurdan hebin, me hewl da em biçin wir; ji ber ku em dibînin qirkirina çandî li her derê berdewam dike.”

‘Ma Muzîk pireke di navbera paşeroj û siberojê de ye’

Ferhat Ertaş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Ma Muzîk xwe wekî pireke di navbera paşeroj û siberojê de pênase dike, ev têkoşîna wan encama kedeke komî ye û wiha got: “Ev sazî di destpêkê de bi piştgiriya saziyên navneteweyî, lê bi giranî bi piştevaniya xelkê, mamoste û kedkarên bajêr hatiye avakirin. Pêwîst e em ji bo siberojê kadroyên nû û têgihiştî perwerde bikin da ku bikaribin vê qadê tije bikin û temsîliyeta çanda Kurdî bikin. Ma Muzîk ne tenê kursa muzîkê ye; ew akademiyek, konservatuvarek û navendeke ramanê ye.”

 

Etîket: Ma Music
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

26 TEBAX 2026
Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

22 TEBAX 2026
Forûma Aştî û Azadiyê bi konsera Ma Musîcê berdewam kir

Forûma Aştî û Azadiyê bi konsera Ma Musîcê berdewam kir

12 GULAN 2026
‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

13 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne