• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

Bîlal Guldem - Abdullah Esen / AW

11 TEBAX 2025 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Sînameger Lîsa Çalan a ku di teqîna mitînga HDPê ya 5ê Hezîrana 2015an de ji her du lingên xwe bû, destnîşan kir ku divê komîsyon bi qewimandinên deh salên dawî re rûbirû bimîne û xwest komîsyon biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Sînameger Lîsa Çalan li Amedê di mitînga HDPê ya 5ê Hezîrana 2015an de di êrişa çeteyên DAIŞê ya bi ser mitîngê ve birîndar bû û paşê ji her du lingê xwe bû. Lîsa Çalan jî yek ji wan kesan e ku mexdûra pêşî ya şerê de deh salên dawî ye. Piştî tedawî û demên zehmet Lîsa Çalan baş bû û ji bo lingê xwe protez çêkir. Niha ew her çiqas zehmetiyan bikişîne jî lê ji bo aştiyê aktîvîstiyê dike. Çalan hem sînamegeriyê dike hem jî aktîvîstiya aştiyê ye û tevî ewqas zehmetiyan jî ji bo aştî pêk were gavên xwe bi paş ve navêje û têdikoşe.

Lîsa Çalan jî wek sînamegerek û aktîvîstek aştiyê beşdarî Komxebata Aştiyê ya Tora Aştiyê ya Rexneyî ku di 9ê Tebaxê de li Amedê li dar xist bû. Torê diyar dike ku ew ê encama komxebata xwe wek raporekî pêşkêşî “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî” ku li Meclîsê ava bûye bikin.

Lîsa Çalan a beşdara komxebata aştiyê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ji ber tiştên qewimîn aştiya civakî hewce ye’

Lîsa Çalan diyar kir ku divê komîsyon her karî bike û wiha got: “Ji ber ku em dikarin bêjin li deformasyonek heye. Ji ber vê yekê bi taybet di vî deh salên dawî de teqîn, qirkirin, şer, qirkirina bajaran, şewitandin û bê berpirsiyarî çêbûn. Divê mirov bi êşan re rûbirû bimîne. Divê komîsyon li ser navê dewletê ji mexdûrên şer lêborînê bixwaze. Divê mirov bi vê êşê re bikaribe hevkariyê bike. Ku rêya empatiyê di nav vî gelî de çênebe, baweriya ji pêvajoyê zehmet e. Yanî ku ev nebin fêmkirina gel a ji pêvajoyê hinek zehmet e. Divê em vê demê baş pênase bikin. Divê aştî ji bo her civakê be û ji bo Tirkiyeyê be. Dema ku mirov li Tirkiyeyê dinêre mesele ne tenê Kurd û Kurdistan e. Di heman de ew dibêjin yek al, yek dewlet, yek ol, yek ziman û yek welat, faşîzmeke bi vî rengî heye. Ji ber yekê jî aştiya civakî hewceye. Ji bo her kesî pêwîstî pê heye. Kulîlkek li kolanê jî parçeyek vê aştiyê ye, divê bi kulîlkê re jî li hevkirin çêbibe.”

‘Divê komîsyon li ser meseleya ziman bisekine’

Lîsa Çalan anî ziman ku li dijî ewqas zilma ku hat kirin berxwedanek bênavber jî heye û wiha axivî: “Lê divê mirov vê berxwedanê bibîne em Kurd her tim li dijî vî şerê serî rabûn û me serî rakir. Em Kurd tu carî nesekinîne. Ya yekemîn meseleya ziman e, mesela ziman bi nasnameyê ve pir girêdayî ye. Kesekî ku bi zimanê xwe neaxive nasnameya wî jî winda dibe. Niha jî kîjan gav bê avêtin di serî de yek jê pirsgirêka ziman e. Ya din jî girtiyên di zîndanan de ne. Divê hemû zindanî bên berdan. Ev şikestinên di salên dawî de qewimîn, li ber çavan e. Ji bo vê jî divê edalet û aştiya bi rûmet were sazkirin. Da ku mirov bikaribin li rûyê hevûdin binêrin. Li vir sûcên şer çêbûn, sûc tu carî kevn nabin.”

‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’

Lîsa Çalan bal kişand ser girîngiya komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin û ev yek anîn ziman: “Divê ku komîsyon biçe Îmraliyê. Ya girîng jî ew e ku rêveberiya pêvajoya tê kirin ew jî ji aliyê Îmraliyê ve ye. Dema ku mirov li medya sanal dinêre her tim weke komployan tişt têne lidarxistin. Piştre jî tiştên negatîf derdikevin holê. Beriya 20-30 salan jî Serok ji bo aştiyê û çareseriyê bi rola xwe rabûbû û wî pêvajo bi rê ve biribû. Vê rastiyê jî ne tenê gelê Kurd zane, dewleta Tirk jî dizane. Ji ber vê yekê ev komîsyon hewceye ku biçe Îmraliyê û hevdîtinên bi selametî bike.”

Etîket: Abdullah OcalanaştîÎmralîkomîsyonKomîsyona DemokrasiyêLîsa ÇalanXwişk-Biratî û Hevgirtina Milî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne