• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Wanê pîşeya hesinkariyê li ber mirinê ye: Karekî qedîm e divê neqede

Wan / AW

29 ÎLON 2026 - 10:05
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li Wanê pîşeya hesinkariyê ji ber kêmbûna karkeran, krîza aborî û şertên giran ên li herêmê ber bi windabûnê ve diçe. Refîk û Şefîk Tarhan ên ku birayê hev in, bi keda 35 salan li ber xwe didin ku vê pîşeya kevnar li ser pêyan bigirin.

Li Wanê pîşeya hesinkariyê ku bi sedan sal in tê domandin, îro li ber mirinê ye. Hesinkarên ku bi salan e vî karî dikin hem li nav toz û dû dixebitin û rastî tîrêjên radyasonê tên, hem jî ji ber rewşa aborî û demsalên zivistanê ku li ser karê wan bandor dike, kedeke mezin didin.

Refîk Tarhan û Şefîk Tarhan ku du bira ne û 35 sal in li Wanê pîşeya hesinkariyê dikin, ji hînbûna kar heta zor û zehmetiyên vê ji bo ajansa me vegotin.

Keda 35 salan li ber mirinê ye

Hesinkar Refîk Tarhan diyar kir ku di wî 12 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye û zor û zehmetiyên hesinkariyê wiha anîn ziman: “Wê çaxê ez şagirt bûm li ber destê bapîrê xwe. Teknolojî wekî niha pêşketî nebû û derfet tune bûn. Wê çaxê me makîneyên çandiniyê çêdikirin. Piştî ku karê makîneyên çandiniyê qediya, me karê xwe veguhast ser konstruksiyona polan û sazkirina hesinan. Karê em dikin gelek zehmet e; di nav xwe de beşa herî zor qeynaxkirin e. Di karê me de rûn, toz û dûman kêm nabe, ji ber wê zehmetî jî heye. Carinan ji ber karê qeynaxê çavên me xerab dibin û şagirtên pîşekar nayên peydakirin. Em demsalî dixebitin, ango di welatê me Serhedê de salê 4 mehan kar heye; piştî wê serma û berf çêdibe, bi sekinandina înşaatan re karê me jî disekine. Ez dikarim bêjim ku em her meh 200 hezar lîreyan qezenc dikin, lê lêçûnên me jî zehf in; wekî kirê, meaş û ceyrana dikanê. 35 sal in em xizmeta gelê Wanê dikin; bi zorî em debara xwe dikin û xwe dizivirînin ji ber ku bihabûn û lêçûn zêde ne.”

Kêmbûna karkeran û rewşa hesinkariyê

Refîk Tarhan bal kişand ser bêbaldarbûna ciwanan a di vî karî de û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me gelek ciwan li ber destê xwe perwerde kirin û me ew kirin hostayên vê pîşeyê, lê belê êdî şagirtên/xebatkarên nû nayên peydakirin. Wexta me di nav kincên qirêj de dibînin, dibêjin ‘Em vî karê qirêj nakin, em jê dikerixin.’ Hûn jî dizanin, di welatê me de karê hêsan û paqij zû bi zû nayê dîtin. Ciwanên me heta êvarê di qehwexaneyan de rûdinên wekî beredayiyan, nabin pîşekar. Daxwaza min ew e ku dayik û bav ji zarokên xwe re rêberiyê bikin da ku bibin pîşekar.”

Heta derengê şevê dixebitin

Hesinkar Şefîk Tarhan jî da zanîn ku 15 sal e ew vî karî dike û ji ber krîza aborî di rewşeke xeter de ne. Şefîk Tarhan anî ziman ku heta derengê şevê ew dixebitin û zehmetiya ku ew dibînin piranî ji vî alî ve ye. Şefîk Tarhan wiha pê de çû: “Ji ber ku hewce ye em karên hatine di dema wan de biqedînin, şev û roj dixebitin. Wekî din germa makîneyan bi taybetî di mehên havînê de me aciz dike. Pirsgirêkeke din jî ciwan wekî berê nagihêjin ji bo pîşeya hêsinkariyê û hewla wan ne hînbûna kar e, qezenckirina pere ye; ji ber vê yekê em zehmetiyê dikişînin. Karê me karekî qedîm e, ji ber wê ev pîşe di pêşerojê de naqede û wê berdewam bike.”

Etîket: Hesinkarîpîşeya hesinkariyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berê li vê kolanê dengê çakuçan bilind dibû

Berê li vê kolanê dengê çakuçan bilind dibû

28 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne