• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

Wan / AW

19 TÎRMEH 2026 - 15:48
Kategorî: ROJANE
A A
Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOBê ya Wanê li dijî betonkirina qadên kesk daxuyanî da. Di daxuyanî de hat destnîşankirin ku rejîma qeyim polîtîkayeke qirkirina ekolojîk dimeşîne û qadên ku di erdhejê de gel lê kom bibe jî bi betonê hatine dagirtin.

Di pêşengtiya Platforma Yekîtiya Jûrên Endezyar û Mîmaran a Tirkiye ya Wanê de li dijî polîtîkayên qayim yên tunekirina qadê hêşînahî yên bajêr daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Pankarta ‘Ji bo paşeroja me, hêşînahiya me û gelê me’ hat vekirin. Endam û nûnerên saziyên civakî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan ku qayim li şûna wan hatine tayînkirin û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.

Bajar ne tenê ji avahiyan pêk tên

Li ser navê Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOBê ya Wanê, Ahmet Ortakçi metna daxuyaniyê xwend.

Ahmet Ortakçi destnîşan kir ku armanca wan parastina pêşeroja hevpar a Wanê û mafê bajêr e û wiha got: “Ev qada ku em li pêşberî wê ne, ne valahiyeke ji rêzê ye. Diviyabû ev der bibûya parkeke bajêr ku zarok tê de bilîzin, ciwan nefesê bistînin, kal û pîr bêhnê vedin û jin bi ewlehî bi kar bînin. Çimkî bajar ne tenê ji avahiyan pêk tên. Parastina parkekê, ne tenê parastina çend daran e; parastina berjewendiya giştî, ewlehiya erdhejê û mafê jiyanê yê gel e.”

Qayim polîtîkayeke ekokirimê dimeşîne

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal axivî û bal kişand ser bandora rejîma qeyim a 10 salan û ev yek gotin: “Rejîma qayim li vir polîtîkayeke qirkirinê û ekokirimê (qirkirina ekolojîk) dixe meriyetê. Ev qada ku gel dikaribû tê de bêhnê bistîne, niha di bin betonê de tê hiştin. Em hişmendiya qayim a ku çav berdaye çavkaniyên gel û tu projeyên li gorî hewcedariyên civakê çênake, lenet dikin.”

Neslihan Şedal her wiha destnîşan kir ku bi van qadên leşkerî û polîtîkayên ewlehîparêz hewl tê dayîn ku hafizeya militarîst di hişê gel de ji nû ve zindî bikin û anî ziman ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin.

Di erdhejekê de qada kombûnê nemaye

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bi bîr xist ku Wan bajarekî erdhejê ye û wiha bang li rayedarên partiya desthilatdar a li bajêr kir: “Heke li vî bajarî erdhejek çêbibe, hûn nabînin ku qadeke topbûnê ya mirovan, qadên kesk û meydan nemane? Hûn qet li dijî vê xerabiya ku li pêşeroja Wanê tê kirin dernakevin? Ev qas çavên we bi berjewendiyan kor bûye?”

Abdullah Zeydan di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û wiha got: “Heta ku ev bêhiqûqî raweste, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li gelê Wanê dikin, divê em bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin û li dijî vî hişê talanker bisekin.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan qediya.

Etîket: ekokirimTMMOBWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026
Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

23 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

22 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

20 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne