• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

Stenbol-Îzmîr- Aydin / AW

16 GULAN 2026 - 21:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê Stenbolê bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” meşek li dar xist û gotin: “Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî.” Li Îzmîr û Aydinê jî bang li desthilatdariyê hat kirin ku îradeya gel bibîne û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Gelek bajarên li Kurdistan û Tirkiyeyê di dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” hat lidarxistin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya DEM Partiyê meşek hate lidarxistin. Gel li Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê kom bûn û heta Îskeleya Kadikoyê meşiyan. Di meşê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. Hevserokên DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên HDK û DBPê, Dayikên Aştiyê, ciwanên DEM Partî û HDKê, aktivîstên TJAyê, partiyên siyasî û gelek kes tev li meşê bû. Di meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û pankarta “Gavek ji bo aştiyê” hate vekirin.

‘Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî’

Gel piştî gihişt îskeleyê axaftin hate kirin. Li vir ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û got: “Gel ji bo aştiyê li vir e. Di meşê de polîs dibêje dirûşmeya ‘Bijî Serok APO’ berz nekin. Hûn nikarin dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bêdeng bikin. Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî. Îro statuya birêz Abdullah Ocalan nayê diyar kirin, em ê ji bo statuya birêz Abdullah Ocalan û aştiyê herdem li qadan bin.”

Piştre daxuyanî hate xwendin, daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz ve hate xwendin.

‘Armanca desthilatdariyê sekinandin û derengxistina pêvajoyê ye’

Çetîn Yildiz diyar kir ku bi ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê re tam 15 meh derbas bûn û got: “Ev banga ku hem di asta herêmî hem jî di asta gerdûnî de dengekî mezin veda, ji bo çareseriya meseleya Kurd a ku sedsalekê li dû xwe hiştiye û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, di serî de bi gelê Kurd re û di nav hemû gelên Tirkiyeyê de hêviyeke mezin. Di vê pêvajoyê de bi aqil û vîneke hevpar ku tenê partiyeke siyasî tê de cih negirt, Komîsyona Meclisê hat avakirin. Vê komîsyonê guhdariya gelek dînamîkên civakî kir û raporek amade kir. Lê belê di vê pêvajoya 15 mehî de ji bilî rapora vê komîsyonê tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Girtiyên nexweş û siyasî hîn jî di girtîgehê de ne, derbarê qanûnên azadiyê de gotineke zelal hîna jî nehatiye kirin, rejîma qeyûman hîn jî li ser kar e, statuya muzakerevanê sereke Birêz Abdullah Ocalan hîn negihîştiye çarçoveyeke qanûnî. Desthilatdariya siyasî pratîkekê nîşan dide ku armanca wê sekinandin û derengxistina pêvajoyê ye.”

‘Pêvajo, pêvajoya avakirin û bidestxistina jiyana azad, wekhev û demokratîk e’

Çetîn Yildiz destnîşan kir ku kedkar, karker, bêkar û hemû bindest aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Hêz, vîn û baweriya me heye ku em aştiyê û komara demokratîk ava bikin. Em ê tu carî dest ji daxwaza aştiyê, ji têkoşîna ji bo aştiyê û ji mezinkirina vê zemînê bernedin. Em ji bo aştiyê, ji bo komareke demokratîk, ji bo wekhevî û azadiyê bi biryar in. Di sedsala duyemîn a Komarê de, em ê vîna gelan a jiyana hevpar, wekhev û azad bi aştiyê tacîdar bikin. Ji bo vê armancê em ê kêliyekê jî ji têkoşînê dûr nekevin. Lê belê ji bo ku sedsaleke din neyê windakirin, ji bo îro û siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e ku desthilatdariya siyasî gavên şênber û pratîkî biavêje.Em ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bang li desthilatdariya siyasî dikin; guh bidin vê vîna aştiyê ya ku li qadan û li kolanan diherike. Berpirsyariyê bigirin ser xwe. Ji bo aştiyê gavê biavêjin. Ji ber ku aştî mîna bêhna ku em niha distînin hewcedariyek e. Dem dema wê ye ku bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin. Pêvajo, pêvajoya avakirin û bidestxistina jiyana azad, wekhev û demokratîk e.”

ÎZMÎR

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên ber bi çav, bi dirûşma “Gavek ji bo aşitiyê” meşek li dar xist. Di meşa ku ji Qada Cumhûriyetê ber bi Qada Gûndogduyê ve hat kirin de, pankarta bi nivîsa “Gavek ji bo aştiyê” hat hilgirtin û dirûşmên “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Dev ji mijûlkirinê berdin gavan bavêjin” hatin berzkirin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan ve hat xwendin.

‘Îradeyeke rastîn a demokratîkbûnê nehat nîşandan’

Fulya Erdogan anî ziman ku aştî tenê ne bêdengbûna çekan e û bi bîr xist ku di ser banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû re tam 15 meh derbas bûn û got: “Ev bang ne tenê di nav gelê Kurd de; di nav hemû beşên ku li Tirkiyeyê hêviya demokrasî, azadî û jiyana hevpar dikin de bersiveke xurt dît. Ji ber ku ev bang, bangeke dîrokî bû ku çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd a ku zêdetirî sedsalekê ye bêçareserî hatibû hiştin, jiyana wekhev a gelan û demokratîkbûna Tirkiyeyê esas digirt. Lêbelê di pêvajoya 15 mehên derbasbûyî de hîn jî gavên demokratîk ên berbiçav ku bersivê bidin bendewariyên civakê nehatine avêtin. Komîsyona ku di bin banê Meclîsê de hatibû avakirin bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin kirin û rapor hatin amadekirin. Lê belê ji raporan wêdetir, îradeyeke rastîn a demokratîkbûnê nehat nîşandan.”

‘Ev mesele, meseleya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye’

Fulya Erdogan diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatine rakirin û got: “Lê civak amade ye, gel amade ye. Jin, ciwan amade ne. Bi mîlyonan kesên ku bi salan e berdêla aşitiyê didin, êdî dixwazin gavên berbiçav bibînin. Ji ber ku dem; ne dema sekinandinê ye, dema avêtina gavên wêrek e ji bo çareseriya demokratîk. Em dizanin ku pirsgrêka Kurd tenê ne meseleya Kurdan e. Ev mesele; meseleya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.”

‘Îradeya gelên ku li qadan diherike bibînin’

Fulya Erdogan da zanîn ku ew bangeke aşkere li desthilatdarî û mekanizmayên biryarê dikin û diyar kir ku êdî sedsaleke din a gelan a ku winda bikin nîne û got: “Guh bidin vê dengê ku ji Îzmîrê, ji Egeyê, ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bilind dibe. Îradeya gel a ku li qadan diherike bibînin. Berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Ji bo aşitiyê gav bavêjin. Ji ber ku aştî niha, tam îro, wekî bêhna ku em dikişînin hewcedariyeke lezgîn e.“

Piştî daxuyaniyê parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê axivî û diyar kir ku desthilatdar talokeya gav avêtinê nabîne û bang li desthilatdariyê kir û got: “Divê desthilatdar di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêjin. Êdî  divê desthilatdar qebûl bike ku ev pêvajo, pêvajoyeke weha nîne ku mirov bisekine. Êdî daxwazên aşitiyê yên gel li ber çavan bigirin. Ji ber wê yekê divê bi komîsyona ku dê were meclîsê qanûnan derîne .”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

AYDIN  

Rêxistina DEM Partiyê ya Efelerê, li Taxa Osman Yozgatliyê bi şîara “Gavek ji bo Aştiyê” meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmirê Burcugul Çubuk piştî meşê axivî û diyar kir ku aliyê Kurdan ji bo aştiyê gav avêtiye û got: “Em ji bo ku jin azad bibin, karker bi edalet bijîn, zarok li dibistanan bên parastin û ji bo pêşerojek baş gavan diavêjin. Ev gav dê bibe wesîleya gaveke xurt a demokrasiyê.”

Etîket: aştîİzmirmesparadîgmaStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne