• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Navenda Nûçeyan / AW

7 ADAR 2026 - 14:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlih û Colemêrgê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlih û Colemêrgê wek her hefteyê vê hefteyê jî li qadan bûn û xwestin aqûbeta windayan bê eşkerekirin û faîl û berpirsiyarên windakirinan bên girtin û darizandin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 891emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 891emîn de xwestin kujerên Hatîce Atalay a ku di 10ê Îlona 1996an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin bên dîtin û darizandin. Beriya daxuyaniyê, ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêveberên ÎHDê qurnefîl dan xizmên windayan ên jin û nûçegihanên jin ên ku çalakiya wan şopandin. Di çalakiyê de ewilî Hevseroka ÎHDê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû axivî.

‘Em ê mafê jiyanê yê jinan heta dawiyê biparêzin’

Hevseroka ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglû di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tundiya sîstematîk a li ser jinan. Mehmetoglû diyar kir ku sal bi sal hejmara jinên tên qetilkirin zêde dibin û wiha got: “Em tu carî qebûl nakin ku tundî li ser jinan bê kirin. Mafê jiyanê yê jinan heye û em ê heta dawiyê parastina vî mafî bikin. Heke saziyên edaletê cezayên giran nedin kujeran, ew ê bêtir cesaretê bigirin. Heta ku edaleta rasteqîn pêk neyê, azadî û wekhevî pêk nayê. Em 8ê Adarê li hemû jinên kedkar û jinên Kurd pîroz dikin. Têkoşîna me dê heta dawi li cînayetên jinan were berdewam bike.”

‘Dewletê berpirsiyariya xwe cih neanî’

Piştî axaftina Sûzan Mehmetoglû Rêvebera ÎHDê Eylem Kaya çîroka Hatîce Atalay a ku di 10ê Îlona 1996an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin xwend. Eylem Kaya diyar kir ku Hatîce Atalay, hevjînê wê û cîrana wan, berî ku biçin avdana baxçeyê xwe agahî dabûn Midûriyeta Polîsan lê belê Tîmên Tevgera Taybet gule li wan reşandine û got: “Hatîce Atalay birîndar bûye, lê polîsan heta saet 06.00ê sibehê nehiştine bibin nexweşxaneyê û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest daye. Dosye bi polîtîkaya bêcezahiştinê hat girtin. Dewletê berpirsiyariya xwe ya lêpirsîneke serbixwe bi cih neanî. Lê em ê dest ji daxwaza edaletê bernadin.”

Piştî xwendina çîrokê, xizmên windayan û rêveberên ÎHDê ji bo Hatîce Atalayê deqîqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dû re çalaki bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 727emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Rêveberên ÎHDê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kulîlk dan beşdarvanên jin. ÎHDê û Malbatên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mûngan ê di 18ê Adara 1998an de li mezraya Ceylanê ya gundê Xirabreşik ê navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî sergirtina leşkeran a malê hat girtin û ji wê rojê agahî jê nayên girtin pirsîn. Çîroka Mehmet Mûngan rêveberê ÎHDê Reşît Çetînkaya xwend.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 217emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hatice Atalay hate pirsîn. Daxuyanî bi tirkî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin. Çapraz da zanîn ku Hatice Atalay diçe avdaniya bax û baxçeyan ku diket pişt Emniyetê. Tîmên Taybet gule li herêma ku Hatice Atalay lê dibarînin.

‘Em ê her tim edaletê bixwazin’

Çapraz di berdewamiya daxuyaniyê da anî ziman ku hevjînê Hatîcê ji bo rawestandina Tîmên Taybetê ber bi wan ve diçê û got: “ Tîmên Taybet gotin; ‘Em ê te jî bikûjin. Çaprazê da zanîn ku saet di 06:00ên sibehê de cenazeyê Hatice Atalayê li nav bax tê dîtin.

Çaprazê di dawîyê de got: “Em ê ji bo Hatîce Atalayê ji bo hemû windayên xwe her tim edaletê bixwazin.”

Daxuyanî bi deqeyekê çalakiya runiştinê bi dawî bû.

Etîket: Xizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne