• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Pirsûsê pîrozbahiya Newrozê: Divê Tirkiye destê aştiyê dirêjî Rojava bike

Riha / AW

19 ADAR 2025 - 15:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroza Pirsûsê de axivî û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo rijandina xwînê bisekinîne û ji bo aştiyê gaveke mezin avêtiye. Ew xwedî wê hêz û qudretê ye ku aştiyê pêk bîne. Divê Tirkiye destê aştiyê dirêjî Rojava bike.”

Li navçeya Pirsûs a Riha ya ku cîranê bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiya ku li qada mîtîngê ya li ser Rêya Sîmak a navçeyê pêk hat de hejmareke zêde welatî amade bûn. Jin û ciwanên ku hatin qada ku di saetên serê sibehê de bi regnên kesk, sor û zer xwe xemilandin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin û li ber stranan govend hat gerandin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Komîteya Amadekar Newrozê, Hevserokê DBP’ê yê navçeya Pirsûsê Mahîr Bulbul û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglu derketin ser dikê. Piştre endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Riha Meyaser Korkmaz axivî û bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Werin em bi hev re vê pêvajoyê biparêzin. Ev fersendek e. Lê agirbestek yekalî pêvajo nameşe.”

Hêrsa li dijî komkujiya li Kobanê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û wiha got: “Em ê Newroza 2025an bikin Newroza azadiyê. Şerê li Rojhilata Navîn nêzî Tirkiyeyê dibe. Em ê rûnenên û li bendê nemînin. Em ê têkoşînê bidomînin. Du roj berê li Kobanê komkujiyek pêk hat. 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em êrişa li wir weke êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd dinirxînin.”

Piştre peyamên ku girtiyan şandibûn hatin xwendin.

‘Birêz Ocalan xwedî qudreta çareseriyê ye’

Di dawiya pîrozbahiyê de wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Pirsûs cîranê Kobanê ye. Pêwîst e Tirkiye destê aştiyê dirêjî Rojava bike. Bi salan e li Rojava jiyan heye. Mudaxele li kesî nekirine, zimanê kesî qedexe nekirine, zilm li kesî nekirine. Ji Rojava kevirekî bi tenê jî neavêtin vê derê. Wan kesan tenê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Lê belê beriya du rojan li Kobanê komkujiyeke mezin rû da. Em vê komkujiyê şermezar dikin û careke din dubare dikin ku em vê komkujiyê ti carî qebûl nakin. Weke ku hûn jî dizanin, birêz Abdullah Ocalan ji bo sekinandina rijandina xwînê û pêkanîna aştiyê gaveke mezin avêtiye. Xwedî wê hêzê ye, hêza ku vê bike, aştiyê pêk bîne. Xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Banga me li ciwanan e, pêvajoyê baş bişopînin û siyaseta baş bikin. Ev gel êdî mirovekî hişyar e.”

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Şahî li ber stranên stranbêj Kadîr Çat û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanNewrozNewroza 2025anOmer OcalanPirsûsRêbertiya Azad Civaka DemokratîkRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne