• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li mitînga Stenbolê peyama jinên girtî: Em hebûn, em hene û em ê hebin

8 ADAR 2025 - 15:26
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîlîvrî û Bakirkoyê ji “Hevdîtina Jinan a Mezin” a Stenbolê re name şandin. Jinên girtî di peyama xwe de peyama mezinkirina berxwedanê dan û gotin: “Em hebûn, em hene û em ê hebin.”

“Hevdîtina Mezin a Jinan” ku di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tê organîzekirin, bi dirûşma “Têkoşîna bi hev re” li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê pêk hat. Jin li hev civiyan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest bi meşê kirin. Hevdîtina bi pêşengiya Platforma Jinan a 8ê Adarê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê hat lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Kadikoyê ya li Kolana Halîtaga kom bûn pankarta “Em li dijî kuştina jinan ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin. Jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û pankartên “Jin jiyan azadî” bi coş ber bi qadê ve dest bi meşê kirin.

Li aliyê din jin li kolanên Kadikoyê kom dibin û bi kortejan ber bi Qada Îskeleyê ve meşiyan. Meş li Qada Îskeleyê bi dawî bûn.

Di hevdîtinê de peyama jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîlîvrî û Bakirkoyê ku şandibûn hat xwendin. Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst Tanya Kara, ji bo jinên dîl ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Girtîgeha Sîlîvriyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya HDKê ya Stenbolê de hatin girtin, ji bo “Hevdîtina Jinan a Mezin” a ji aliyê Platforma Jinan a 8ê Adarê ve hat lidarxistin nameyek şand.

Di nameya Girtîgeha Bakirkoyê de ev tişt hatin gotin:

“Bîbika çavê têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê, roja me ya ku rêya me ronî dike: 8ê Adarê. Yên ku îro li gelek welatên cîhanê têdikoşin bi zimanên cuda, lê bi heman daxwazan û bi heman awazan sloganên xwe diqîrin: Wekhevî, Azadî, Aştî! Silav li jinên ku di dîrokê de ji bo me hemûyan bûne rêheval û 8’ê Adarê afirandin û anîne roja îro. Îro jinên ku keda xwe li dijî bêewlehiyê di kargehan de diparêzin, li hember talan û wêrankirina çem, rûbar û qadên xwe yên jiyanê li ber xwe didin, li dijî kuştin û tundiyê bêhna xwe didin, ji hovîtî û şer re dibêjin ‘na’, em bi we re bi hêz in. Îro we bi sedan qad û kuçeyên Kadikoyê tije kirine, em ji zindanê bang li we dikin. Em nafikirin ku ev tesaduf e. Em îsal bi zanebûn hatin astengkirin ku em ne li kêleka hev bin. Ji bo ku dengê me li dijî jinkujî, şîdet, îstîsmara kedê û şer xurt nebe, jin hatin hedefgirtin. Ev ne vala hatine nivîsandin.

Berxwedan, hêvî, coş, israr û hewldana jinê ya ji bo avakirina pêşerojeke wekhev û azad tê zanîn û dixwazin pêşî li wan bê girtin. Em haydar in. Em ji vê ferasetê aciz in. Belê jinên delal, bi xwe bawer bin ku hêrsa me vediguhere têkoşînê û hêrsa me vediguhere hevgirtinê. Em li vir bi hev re ne. Em bi hêz in. Helbet em li vir jî bernameya xwe ya 8’ê Adarê amade dikin. Em coşa we parve dikin. Em îro hemû jinên ku qadan tije dikin yek bi yek hembêz dikin. Bijî Hevgirtina Jinan.”

Navê jinên ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê name şandin wiha ne: “Ece Yildiz Karabacak, Ozlem Feza Sezer Bayram, Aynur Cengiz, Ayşe Bengi Çelik, Dilek Pos, Kardelen Taş, Melek Kizilca Ok, Şengul Erdogan, Ayşe Panuş, Îlknur Menengeç, Elif Akgul, Zeyfu Fakir, Alya Akkuş, Esengul Demir, Pinar Aydinlar, Saime Oguzhan, Sema Barbaros, Semiha Şahin, Berfin Azdal.”

‘Em hebûn, hene, em ê hebin’

Nameya Tanya Kara ya ji Girtîgeha Sîlîvriyê şandiye wiha ye:

“Jinên hêja, ji girtîgeha Sîlîvriyê silavên germ ji we hemûyan re. Em weke jinên ku li zindan, kolan, qadan û zanîngehan li dijî desthilatdariya mêr li ber xwe didin, têdikoşin û serhildanê bilind dikin, gelekî berxwedêr in. Em jin di navenda hemû êrîşên rejîma faşîst de ne. Em bersivê didin her êrîşan li dijî mafên me, can, bedena me, azadiya me. Ji ber ku di her beşên dîrokê de jinan rê bi têkoşîn û berxwedanên mezin vekiriye. Serhildan û îradeya têkoşînê ya bi gotina yek ji pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinê Rosa Luxemburg a ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin!’ em anîn cem hev.

Bijî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Bijî Têkoşîna me ya Azadiya Jinê. Jin jiyan azadî.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne