• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Giyadînê şahiya dengbêjan: Divê zimanê me azad bibe

Agirî / AW

13 GULAN 2026 - 14:48
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiya dengbêjan hate lidarxistin. Di şahiyê de Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr axivî û got: “Êrişên dewletê yên li ser ziman û çanda me berdewam dikin.”

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin. Şahiya ku ji aliyê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Araratê (KURDÎ-ZAN) û Şaredariya Giyadînê ve hate organîzekirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bûn. Şahî li Eywana Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Giyadînê pêk hat û pankarta bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye” hate daliqandin.

‘Divê zimanê Kurdî li her derê azad be’

Hevseroka KURDÎ-ZANê Dîcle Bozkurt di şahiyê de axivî û 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û ev yek got: “Tenê daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî li her derê bi awayekî azad were bikaranîn. Divê perwerdehiya Kurdî ji malê dest pê bike û her kes bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive.”

“Zimanê Kurdî di nav 8 zimanên herî dewlemend de ye”

Paşê Parlamenter Nejla Demîr bal kişand zextên li ser zimanê Kurdî û girîngiya parastina zimanê dayikê û got: “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be. Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e; di nav zimanên cîhanê de ji aliyê xezîneya peyvan ve di nav 8 zimanên herî dewlemend de ye. Em hezar sal in ji bo zimanê xwe têdikoşin. Dewlet hîn jî helwestên xwe yên berê didomîne. Armanca dewletê ew bû ku Kurdî tune bike û gelekî ji nasnameya wî qut bike; mixabin ev nêzîkatî hîn jî berdewam dike.”

Çanda dengbêjiyê û bîra civakî

Di şahiyê de li dîwana dengbêjan, kilamên li ser evîndarî û lehengiya Kurdan hatin gotin. Dengbêjan jî diyar kir ku zimanê dayikê sedema hebûna civakê ye û çanda dengbêjiyê di parastina vê hafizeyê de xwedî roleke jiyanî ye.

Bernameya ku rastî eleqeyeke mezin a beşdaran hat, bi kilam, govend û çepikan bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Cejna Zimanê KurdîGiyadinKomeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Araratê (KURDÎ-ZAN)KURDÎ-ZANŞahiya dengbêjanŞaredariya Giyadînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Giyadînê li dijî GESê berxwedan: Hewce bike em ê kon vegirin

Li Giyadînê li dijî GESê berxwedan: Hewce bike em ê kon vegirin

13 HEZÎRAN 2026
ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026
Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

20 GULAN 2026
‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

18 GULAN 2026
Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

18 GULAN 2026
‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne