• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Talabanî: Em ê parastina xelk û statûya xwe bikin

    Talabanî: Em ê parastina xelk û statûya xwe bikin

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Muglayê bi pileya 4.5 erdhej pêk hat

    Mesûd Barzanî: Li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye

    Mesûd Barzanî: Li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye

    PDK û YNK: Destkeftî xeta me ya sor e  Mesrûr Barzanî: Biryara Zeydî qebûl nakin

    PDK û YNK: Destkeftî xeta me ya sor e
    Mesrûr Barzanî: Biryara Zeydî qebûl nakin

    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Êlihê panela 25ê Mijdarê hat lidarxistin

Êlih / AW

24 November 2026 - 22:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî panelek li dar xist. Yuksel Gunç diyar kir ku di jiyana rojane de tundiyeke mezin li dijî jinan û zarokan pêk tê.

Meclisa Jinan a Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê panelek li dar xistin. Di panelê de parlamentera DEM Partiyê ya Êlih Zeynep Odûncû Kûtevî, Koordînatora SAMERê Yuksel Genç û siyasetmedara Kurd Sabahat Tûncel, rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên bajêr, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û ji saziyên sivîl ên civakî yên bajêr gelek jin tev li bûn. 

Panel bi moderatoriya Endama MYKê ya Habersenê Gulseren Gonfurdu pêk hat. Li eywana ku bername hat lidarxistin pankarta “Jiyanek bêtundî, civakek demokratik û aştiyek mayînde” hat daliqandin. Beriya ku bername dest pê bike jinan ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê bernameyê dest pê kir. Jinan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

‘Pêvajo ji bo jinan û zarokan girîng e’

Yuksel Genç ku tev li panelê bû anî ziman ku pêvajoyên aştiyê, ji bo jinan û zorakan gelekî girîng e û wiha axivî: “Gavên hatine avêtin wekî gava herî girîng a ku ji bo aştiyeke mayînde hatiye avêtine. Di jiyana rojane de her çiqas tundiyeke mezin li dijî jin û zarokan heman tişt heye. Di di pergala yasayî de jî ya herî girîng di rastiyê de tundiya berdewambûyî ye. Kurd hene, miletekî cuda ne, qebûlkirina xwe ancax karîbûn misoger bikin. Ez qala vî şerê pêncî salî yê pir zehmet jî nakim. Wê rojê înkarkirina nasnameyê pir zêde bû, îro qebûlkirina nasnameyê heye lê hê jî hin tişt çênebûne. Niha hem qebûlkirin heye û hem jî qanûneke civakî ya li ber xwe dide heye. dewlet dibêje; ‘Em aştî û demokrasiyê bikin lê têgihiştineke yekane heye ku dixwaze aştî û demokrasiyê dîsa bi heman têgihiştina serdest bimeşîne. Polîtîkayên înkar û redkirinê bandor li têgihiştin û nêrîna civaka Tirkiyeyê dike. Lê civaka Tirkiyeyê dema Kurdek dibîne refleksên xwe yên rojane yên nîjadperest bi vî awayî bi hêsanî û bi awayekî ku heq tê dîtin nîşan nade.”

‘Jiyana jinan tê bêqîmetkirin’

Siyasetmedara Kurd Sabahat Tûncel bal kişand ser tundî komkujiya li ser jinan û ev tişt got: “Ev ne rewşeke wisa ye, em bi cinayetên ku mêrên xwedî pirsgirêk ên psîkolojîk ên takekesî yan jî yên ku ji ber pirsgirêkên aborî aciz bûne û hin tiştan ji bo xwe hêsan dikin e. Bi giştî kuştinên jinan di cîhekî de têne nirxandin ku magazînîze dikin û di rastiyê de ji wateyê bêpar dihêlin. Mixabin jiyana jinan tê bêqîmetkirin. Ji ber vê yekê, di 25ê Mijdarê de jî bêguman li hemberî kesên ku ji ber tundiya mêran ji jiyanê hatine qutkirin em ê helwesta xwe nîşan bidin. Ev bi awayekî cidî yek ji wan mijaran e ku em ê di pêşeroja nêzîk de herî zêde li ser biaxivin. Di mijara tundiya li dijî jinan de du alî hene: yek jê jinên ku mexdûrê tundiyê ne û ya dinê jî kesên lewaz û bêhêz tên nîşandan. Jin li dijî vê yekê li ber xwe didin û têdikoşin in. Her kes di vê xalê de nîne; beşek ji jinên ku li ber xwe didin li vir in, beşek jî hê jî nehatine vir. Rêya li pêşiya wan girtî ye, zarokên wan hene, karên ku divê li malê bikin hene.”

Panel bi pirs û bersivan û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Talabanî: Em ê parastina xelk û statûya xwe bikin

Talabanî: Em ê parastina xelk û statûya xwe bikin

24 November 2026
Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

Li Muglayê bi pileya 4.5 erdhej pêk hat

24 November 2026
Mesûd Barzanî: Li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye

Mesûd Barzanî: Li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye

24 November 2026
PDK û YNK: Destkeftî xeta me ya sor e  Mesrûr Barzanî: Biryara Zeydî qebûl nakin

PDK û YNK: Destkeftî xeta me ya sor e
Mesrûr Barzanî: Biryara Zeydî qebûl nakin

24 November 2026
Atolyeya ‘Gotina Hevpar a ji bo Jiyaneke Bêtundî’ hate lidarxistin

Atolyeya ‘Gotina Hevpar a ji bo Jiyaneke Bêtundî’ hate lidarxistin

24 November 2026
Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

24 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne