Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan de Atolyeya Gotina Hevpar a ji bo Jiyaneke Bêtundî li dar xist.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan de, li avahiya komeleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê atolyeyên wênesaziyê û Gotina Hevpar a ji bo Jiyaneke Bêtundî li dar xist.
Endama Akademiya Jineolojiyê Meral Atan Çûban û Endama Komeleya Derûnnasan a Mezopotamyayê Berna Nazlier tev li Atolyeya Gotina Hevpar a ji bo Jiyaneke Bêtundî bûn.
Derûnnas Berna Nazlier ku di atolyeyê de axivî bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û wiha got: “Şer ji bo çi têne kirin? Ji bo bidestxistina parçeyek axê. Baş e, di civaka me de ax wekî dayika tê dîtin. Yanî heyînên ne mirov jî wekî mê têne nirxandin. Li vir jî serdestiya ku li ser jinan tê avakirin derdikeve holê. Di mekanîzmaya biryardayînê ya şeran de em nîn in, lê di nav kesên ku herî zêde ji şer bandor dibin de em jin hene.”
Piştî Berna Nazlier, Endama Akademiya Jineolojiyê Meral Atan Çûban bal kişand ser cureyên tundiya li ser jinan û ev tişt anîn ziman: “Tiştê ku ji jinan tê hêvîkirin ew e ku tundiya lê tê kirin di hundirê xwe de bipejirîne. Mêr di bin navê hesûdiyê de destwerdanê li cil û berg û kiryarên jinan dike. Di malbatên me de jî heye; hin mêr û jin ji hev vediqetin, dema zarok li cem mêr dimînin jin tê tawanbarkirin, bi bêwijdanî tê tawanbarkirin. Zexta derûnî ya li ser jinan di her qadê de berdewam dike. Jin û mêr di tu qadê de ne wekhev in. Sîstemeke ku jinan bi tevahî paşguh dihêle heye.”
Piştî axaftina Meral Atan Çûban atolye bi dawî bû.


























