Serokê PDKê Mesûd Barzanî destnîşan kir ku niha li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye û rojane sûcên bêbingeh tên belavkirin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyayên şaş, sûcên bêbingeh û biryarên yekalî nabe.”
Têkildarî biryarên Hikûmeta Iraqê ya ji bo Herêma Kurdistanê Serokê PDKê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da. Mesûd Barzanî destnîşan kir ku ev demeke li navendên biryardanê yên Îraqê tevgereke nexwezayî li dijî Herêma Kurdistanê tê dîtin û got: “Ev yek di hewldanên ji bo binpêkirina prensîbên federalîzmê û Destûra Iraqê de xwe nîşan dide. Her wiha ev helwest tê wateya paşguhkirina mafên gelê Kurdistanê û sepandina biryar û ramanên netendurist û serpêhatîxwaz.”
Serokê PDKê Mesûd Barzanî bibîr xist ku gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke dûrûdirêj daye meşandin û wiha pêde çû: “Gelê Kurdistanê di vê rêyê de karesatên mezin ên wekî Enfal, kîmyabaran, wêrankirina bi hezaran gundan, koçberkirina bi darê zorê û guherîna demografiya navçeyên Kurdan dîtiye, lê îradeya xwe winda nekiriye û li hemberî her cûre zordariyê rawestiyaye.
Barzanî di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê sala 2003’an di rûxîna rêjîmê, bidawîanîna dîktatoriyê, avakirina Îraqa nû û nivîsandina destûrê de xwedî roleke sereke bûye.
Mesûd Barzanî anî ziman ku ev yek bi biryara Parlamentoya Kurdistanê pêk hatibû û got: “Me hemûyan wisa dizanî ku di Destûra Îraqê de erk û mafên her kesî hatine diyarkirin û desthilatdarên Iraqê dê rêzê li destûr û îradeya gel bigirin. Lê mixabin destûr nehat bicihanîn. Roj bi roj dest bi dijayetîkirina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê hat kirin. Prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê hatin binpêkirin ku ew prensîb di her serdemekê de mifteya rizgarkirina Iraqê ya ji krîzan û gihiştina bi aramiyê ne.”
Barzanî li ser helwesta xwe ya li hemberî hikûmeta nû ya Îraqê jî ev got: “Me ji destpêkê ve di çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna gendeliyê de piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ragihand û me bi pratîkî ev yek pêk anî. Niha li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye û rojane sûcên bêbingeh tên belavkirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyayên şaş, sûcên bêbingeh û biryarên yekalî nabe. Çawa ku em di nehêlana gendeliyê de alîkarê Serokwezîrê Iraqê bûn, em dê di rêlibergirtina karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de jî alîkar bin; lê ev yek divê bi rêyên yasayî û destûrî be.”
Barzanî bangî hemû aliyan kir ku girêdayî prensîbên destûrê bin û destnîşan kir ku divê li vî welatî aqil serdest be û tu kes pişta xwe nede hestên kesane, zanyariyên şaş û biryarên wêranker û ev got: “Herêma Kurdistana Iraqê berhema xebat û qurbaniyên sed salî yên gelê Kurdistanê ye û bi xwîna sed hezaran şehîdan hatiye avakirin. Ew xwedî mafên xwe yên rewa ye. Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya tu kes û aliyekê.”











