• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li dijî komkujiyê li Parîsê meşiyan

Navenda Nûçeyan /AW

11 ÇILE 2025 - 17:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdistanî û dostên kurdan li dijî komkujiya Parîsê li qada Republique ya Parîsê meşek girseyî li dar xistin.

Kurdistanî û dostên kurdan ji bo jinên di 9ê Çileya 2013 û 23ê Kanûna 2022an de li Parîsê meşa girseyî li dar xistin. Meşê ji Gare du Nordê ber bi Qada Republique ve pêk hat. Girse di pêşengiya TJK-E û KCDK-Eyê meşiyan û komkujî şermezar kirin.

Girseyê meş bi dirûşma “Kujer diyar in, Fransa çima bêdeng e” li dar xistin. Kurdistanî û dostên wan ku di saetên sibehê de ji bo meşê li welat û bajarên derdor bi rê ketin, bi otobus û wesayîtên xwe yên şexsî gihiştin Stasyona Trenê ya Parîs-Bakur (Gare du Nord). Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer diyar in, Fransa çima bêdeng e” berzkirin û wêneyên şehîdên Komkujiyên Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrhaman Kizil hilgirtin. Çalakvanan di meşê de hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk raber kirin û îşaret bi hevkariya Fransayê kriin.

Beriya çalakiyê broşûrên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibûn amadekirin, li kesên derdor belav kirin.

‘Berxwedana mezin dibe’

Hevserokê KCDK-Eyê Engîn Sever beriya meşê li Gare du Nordê axivî û wiha got: “Gelê me yê welatparêz û hêja berxwedana we ya 12 salî ya li dijî komkujiya Parîsê silav dikim, hûn bi xêr hatin. 12 sal berê li Fransayê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Ev komkujî li dijî têkoşîna azadiyê bû. Xwestin têkoşîna jinê tune bikin. Ji ber ku Fransa bêdeng ma, piştî 10 salan komkujiya duyemîn pêk hat. Em weke gelê Kurd bêdengiya Franayê şermezar dikin. Ji ber vê yekê berxwedana me 12 sal in bêyî navber dewam dike. Weke ku tê zanîn Sakîne Canzi di têkoşîna jinên Kurd de xwedî cîhekî pir girîng e. Gelê Kurd berxwedanekî mezin raber dike. Li Rojhilata navîn berxwedaneke neşip û mezin dimeşîne. Rêber Apo ji bo şoreşa Rojhilava Navîn peyam dişîne. Yekîtiya gelê Kurd ji bo vê şoreşê bersiva herî mezin e. Heval Evîn Goyî jî bi dehan sal têkoşîna jinê meşand, li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Lê dewleta Fransayê ew ne parast. Em ji dewleta Fransayê dixwazin ku vê komkujiyê ronî bike.”

‘Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin’

Di axaftina li ser navê civaka Ermenî jî wiha hate gotin: “Em ji bo piştevaniyê hatin vir. Em weke Ermeniyan li vir in û bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Di nava 10 salan de 2 caran komkujî hate kirin. Faşîzma Tirk sûcên xwe didomîne. Êrîşên nû li dijî Rojava pêk tîne. Ji faşîzma dewleta Tirk re na! Em dixwazin hemû girtî serbest bên berdan.”

Li ser navê CDK-Fê Xanê Akdogan axivî û wiha got: “Eşkere ye ku komkujî ji aliyê kî ve hat kirin. Em ê dev ji lêgerîn û doza xwe ya edaletê bernedin. Heta ku azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê mîsoger bikin, wê têkoşîna me mezin bibe û dewam bike.”

Parlementera Fransayê Danielle Simonnet jî wiha got: “Divê em li dijî vê êrîşa terorane têkoşîna edaletê bidin. Êrîşên Erdogan û dewleta Tirk ên li Rojava û Sûriyeyê dewam dikin. Li Sûriyeyê Elewî û Kurd di bin êrîşan de ne. Divê em li dijî vê rabin. PKK hîna di lîsteya terorê de ye, em dixwazin dawî li vê rewşê bê anîn. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin, ev peyam pir girîng bûn. Em piştgirî didin têkoşîna azadî û wekheviyê yên Kurdan.”

‘Divê destkefitiyên Rojava bên parastin’

Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr wiha axivî: “Sakîneyan vê têkoşînê tacîdar kirin. Têkoşîna wan tird di mêtînkariya Tirk de çêkir. Guleyên ku li jinên şoreşger hatin xistin, guleyên li dijî vê têkoşînê bû. Di demeke ku têkoşîna Kurd destkeftiyên mezin bi dest xist de ev komkujî ji bo tunekirina van destkeftiyan hat kirin. Ev komkujî bi tifaqa li dijî Kurdan hat kirin. Ev komkujî bi têkilî û tifaqên tarî yên bi dewleta Fransayê re dewam kir. Bi heman awayî di 23’ê Kanûna 2022’an de jî careke din êrîş kirin. Her çiqas nasnemaya kujeran bê veşartin jî em pir baş dizanin ku dewleta Tirk û hevkarên wî yên emperyalîst in. Ji bo hesabpirsîna ji van êrîşan em neçar in ku têkoşîna yekbûyî bimeşînin. Heman êrîşkarî li dijî destkefiyên Rojava jî tên kirin. Destkeftiyên Rojava di bin xeteriyeke mezin de ye. Tişta ku nekarîn bi DAÎŞ’ê re bikin dixwazin bi SMO’yê re bikin. Şoreşa li Rojava di bin vê êrîşkariyê êde ye. Erka hemû hêzên azadiyê ye ku destkeftiyên li Rojava biparêzin.”

Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir. Dê piştî meşê mîtingê li dar bixin.

Etîket: Rêber apoSakîne CansizXanê Akdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

11 TEBAX 2026
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026
Mûstafa Karasû: Mehek û nîv e hevdîtin pêk nayê ev pirsgirêkeke cidî ye

Mûstafa Karasû: Mehek û nîv e hevdîtin pêk nayê ev pirsgirêkeke cidî ye

8 TÎRMEH 2026
Abdullah Ocalan: Meseleya bingeyin a ya ke Komare demokratîk nîya

Dûran Kalkan: Azadiya Rêber Apo mifteya her tiştî ye

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne