Li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Parastina Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, şewat derket. Agir bi qada pûş û prêzeyên derdorê ket û ji ber bayê gur, şewat her ku diçe belav dibe û dûmanê asîmanê bajêr girtiye.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, li Baxçeyên Hewselê yên dîrokî îro di saetên nîvro de ji ber sedemek nediyar agir bi pûş û qeselê ket. Agirê ku di demeke kurt de gur bû, bi bandora bayê re rûberekî fireh girt bin kontrola xwe. Dûmana reş a ku ji baxçeyan radibe, ji dûr ve tê dîtin. Agir ber bi qada daristan û baxçeyan ve diçe.
Ev şewata ku derket, ekosîstema bêhempa ya Hevselê jî tehdîd dike. Leza belavbûna pêtên agir, jiyana bi sedan cureyên zindiyan ên ku li vê herêmê dijîn dixe xetereyeke pir mezin.
Li gorî agahiyên pêşîn ên ku ji herêmê hatine girtin, tîmên destwerdana li agir dereng gihîştin cihê bûyerê. Ev bêdengî û derengmayîn bû sedema berteka tund a şêniyên navçeyê û parêzvanên xwezayê.
Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gihîştin cihê şewatê û mudaxile kirin û şewat hate kontrolkirin.
Dîmenê ku ji aliyê Sur Ajansi ve hatiye girtin, texrîbata şewatê ku daye derdorê nîşan dide.













