• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li aqûbeta Zozan û Orhan Eren hate pirsîn: Em ê heqîqetê bînin ziman

Amed / AW

27 ÎLON 2025 - 15:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê di çalakiya windayan de li aqûbeta Zozan û Orhan Eren hate pirsîn û hate xwestin ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin û cezakirin. Xizmên Windayan got ku heta winda bên dîtin ew ê heqîqetê bînin ziman.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya di hefteya 868an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, rêveberên ÎHDê, parêzvanên mafên mirovan û parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên di sala 1997an de hatibûn windakirin, hate pirsîn. Di çalakiyê de parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî cih girt.

‘Divê faîl werin cezakirin’

Sezgîn Tanrikulu di çalakiyê de axifî û bal kişand ser windayan û got: “Lê mixabin tevî ku me kujer dizanibûn jî lê me nekarî xwe bigihînin wan. Ji bo ku aştiya civakî pêk were, hewceye ku ji bo wendayan qanûnên nû werin amadekirin û arşîvên dewletê werin vekirin da ku faîl werin cezakirin.”

Serpêhatiya Zozan û Orhan 

Piştre serpêhatiya windakirina Zozan û Orhan Eren ên xwişk û birayên hev ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Berfîn Elçî got: “Hemşîre Zozan û hevjînê wê Orhan Eren karmendê dewletê bûn. Orhan Eren û hevjîna xwe di sala 1997an de ji bo zarokên xwe bîne navenda Amedê çûn Pasûrê û careke din agahî ji wan nehat girtin. Hevalekî Orhan yê kar ji dayika Zozanê re telefon vedike û dibêje erebeya Orhan li nêzî Qerekola Angolê ya Lîcê hatiye dîtin. Lê agahî ji wan nayê girtin.”

Berfîn Elçî diyar kir ku ruxmê hemû hewldanên malbatê jî aqûbeta Zozan û Orhan Eren nayê hînbûn û ev yek anîn ziman: “Ji ber ku malbatê bi rêyên yasayî yên navxweyî nekarî encamê bi dest bixe, doz bir DMMEyê. Di 21ê Sibata 2005an de, DMMEyê Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm kir.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Malbat ango xizmên windayan jî têkildarî çalakiya xwe ji ajansa me re axivîn.

‘Parka Koşuyoliyê ji bo me bûye wek goristan’

Afîfe Tekdag a ku du birayên wê hatine windakirin jî hest û ramanên xwe anîn ziman û got: “Em her hefte li vê derê ne, ev parq ji bo me bûye wek goristan. Wekî ku her pêncşem diçin goristanan, em jî her şemî tên li vê derê û pirsa windayên xwe dikin.”

‘Heta winda bên dîtin em ê li vir bin’

Yek ji xizmê windayan Îhsan Aslan jî da zanîn ku ew 31 sal in tenê ne ji bo bavê xwe ji bo hemû windayan li vê dere ye û got: “ Her hefte em li vê derê ne, ev der ji bo me wek goristanekê ye. Îro jî li Parqa Koşuyoluyê vê heqîqetê tînin ziman û em li pey windayê xwe ne.”

‘Mezelek wan jî tune ye’

Murat Daniş endamê Partiya Komînîstên Kurdistanê (KKP) jî anî ziman ku heta ji destê wan bê ew ê her heftê li vê derê alikariya hevalên xwe bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo me tiştên herî girîng yek jî ev çalakî ye. Yê ku dizanin ku mirine diçin li ser gora wan lê ev winda merzelekî wan jî tune ye, hestiyê wan jî tune ye. Heta ji destê me tê em ê li gel van malbatan bin.”

‘Em zivistan û havîn li vir in’

Rêveberê berê yê ÎHDê Abdulselam Înceoren jî bi lêv kir ku çalakiya wan çalakiyeke bi rûmet e û got: “Gelemperî di salên 90î de windakirin çêbûn. Hê jî malbat hestiyê xwe digerin. Her hefte li vê derê çalakî berdewam dikin; germ, sar, zivistan ji bo wan ne astengiye. Yên hatin windakirin pirsa wan tê kirin.”

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne