• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li aqûbeta xwendekarê beşa rojnamegeriyê hate pirsîn

Êlih / AW

20 KANÛN 2025 - 13:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Êlihê vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku xwendekarê beşa rojnamegeriyê bû û hatibû windakirin, pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 716emîn de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku di 24ê Kanûna 1994an de li Navçeya Aksarayê ya Stenbolê hate binçavkirin û ji wê demê ve heta niha tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDa Êlihê, rêveberên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Metna çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHDê Serdar Yildirim ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1968an de li Sêwregê ji dayik bûye, malbata wî di sala 1979an de koçî Stenbolê kiriny. Bahçecî xwendekarê Fakulteya Rojnamegerî û Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bû. Her wiha serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê jî bû. Ji ber vê yekê, ew bû hedefa polîsan. Polîs du caran hatin mala wî û pirsîn ka Îsmaîl li ku ye? Di 24ê Kanûna 1994an de hevalên wî ji malbatê re ragihandine ku Îsmaîl li Aksarayê hatiye binçavkirin. Îsmaîl birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin

Birayên wî Şehmus û Ûgûr çend tişt û hinek pere girtin û çûn qereqola polîsan. Polîsan gotin, ‘Kesekî wisa tune ye, me kesek bi vî navî negirtiye.’ Serokwezîr Çîller û Serokkomar Demîrel daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin. Wezîra Mafên Mirovan a Dewletê Azîmet Koyluoglu ku ew pê re civiyan, ji wan re got, dibe ku Îsmaîl bi îşkenceyê hatibe kuştin û hatibe avêtin çalekê.

Doza Îsmaîl Bahçecî li ser refikên tozgirtî yên dadgehê man

Piştre malbat çû Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxwe. Wezîrê Karên Navxwe ji Dayîka Fatma re got, ‘Dûa bike ku kurê te di destê polîsan de be. Ez ê lêkolîn bikim û ji te re bibêjim.’ Dayîka Fatma hejmara telefona xwe û navnîşana xwe hişt. Lê tu bersiv ji wan jî negirt. Dema ku girtina Îsmaîl hate redkirin, hevalên wî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi kampanyayên ku wan organîze kirin ev mijar anîn ber çavên raya giştî ya neteweyî û navneteweyî. Lê lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Doza Îsmaîl Bahçecî li ser refikên tozgirtî yên dadgehê man.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa ÊlihêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne