Komîna Ciwanan û Platforma Şiyar Be li dijî şerê taybet, çetebûn, fihûş û hişbirê li Amedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de bang hat kirin ku li dijî tîryakî, fihûş û çetebûyînê têkoşînek hevpar û rêxistinkirî bê meşandin.
Platforma Şiyar Be û Komîna Ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet, tîryak, fihûş û çetebûyînê yên ku li bajarên Kurdistanê zêde dibin, di çarçoveya hamleya “Rabin” de li taxa li ber Dibistana Seretayî ya 24ê Mijdarê ya li taxa Aziziye ya Seyrantepeyê ya navçeya Bajara Nû ya Amedê hatin gel hev. Piştî gerandina govendê û stran girseyê di nav taxê de bi dirûşman meşiya û piştre daxuyanî da. Di çalakiyê de pankartên “Azadiya Rêbertî aştiya gelan e” û “Bi komînalbûna Rêbertiya Azad re em ê azad bibin” hatin hildan.
‘Em ê jiyana alternatîf bidin avakirin’
Li ser navê Komûna Ciwanan a Seyrantepeyê Mûhammet Başkûrt axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî fihûş, çetebûyîn, sîxurkirin û her cure polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Başkûrt diyar kir ku pergala desthilatdar ciwan û jinan dike armanc û got: “Armanca wan ew e ku ciwanan bêhêvî û bêpêşeroj bihêlin, baweriyê ji holê rakin û hafizayê tune bikin. Jinan di malan de heps dikin, ciwanan ber bi hişbir û çetebûyînê ve dikişînin. Em wek ciwanên Kurd ê li dijî van polîtîkayan bibin alternatîf û jiyana alternatîf ava bikin.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo axivî û got ku çete ciwanan ji kolanan digirin û dikin amûra çerxa xwe û got: “Têkoşîna ciwanên rêxistinkirî ya li dijî hişbir û çeteyan gelekî girîng e.”
‘Em xwedî li hev derkevin’
Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr jî ev tişt anî ziman: “Em destên hev bigrin û em xwedî li hev derkevin. Em zarokên xwe, ciwanên xwe û jinên vî welatî ji vê yekê xilas bikin. Rastî jî em pir kêfxweş in ku ciwanên vê taxê hatine gel hev û bi awayekî demokratîk daxwazên xwe û fikrên xwe parve dikin. Hûn her heb in, em her dem bi we re ne, bi fikrên we û rêxistina we re ne.”















