• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

Amed / AW

4 GULAN 2026 - 19:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê ya Amedê bi boneya salvegera Terteleya Dêrsîmê bernameya bîranînê li dar xist û hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo heqîqet û edaletê dê bidome.

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê, li Qada Şêx Seîd bernameya bîranînê li dar xist. Endam û nunerên saziyên civakî, komele û hevserokên DBP û DEM Parti yên Amedê tevli bernameyê bûn. Di bernameyê de mase hat dayîn, li ser masê find hatin pêxistin û bi kulîlkan hat xemilandin. Her wiha pankarta “Me Terteleya Dêrsîmê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin” hat vekirin. Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên terteleyê deqîqeyek rêz hat girtin. Metna daxuyaniyê bi Tirkî Hevseroka Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ayfer Ayten, Kurdiya wê jî Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Abdullah Sagir xwend.

‘Gelê Dêrsîmê wekî ‘tertele’ bi nav dikin’

Abdullah Sagir da zanîn ku Terteleya Dêrsîmê ne ku bi biryara civîna wezîran di 4ê Gulana 1937an de hatibû girtin û di 1938an de jî gihîştî bû asta herî jor û ev tişt gotin: “89 sal berê di dîroka herî tarî ya Komara Tirkiyeyê de bi navê zagona Tûncelî di erdnîgariya Dêrsimê de operasyona qirkirin û sirgûnkirina birêkûpêk hate pêkanîn. Bi hezaran kurdên Rêya Heq tevlî jin, zarok, kal û pîran hatin kuştin, bi sedan gund hatin şewtandin û wêran kirin, hezarên wan bi darê zorê ji warên wan hatin derxistin û sirgûnkirin, bi hezaran zarok, bi taybetî keçik ji malbatên xwe hatin qetandin, di bin navê kodîkiyê de hatin asîmîlekirin û helandin. Ev operasyona bêrehm û xedar di zimanê gelê Dêrsîmê de wekî ‘tertele’ hatiye binavkirin.”

‘Ev teretele di koka xwe de derbeke giran e’

Abdullah Sagir diyar kir ku Terteleya Dêrsimê, ne bi tenê operasyoneke leşkerî ye, di heman demê de êrişeke sazkirî li dijî nasname, bawerî, çand û hebûna gelekî ye û wiha got: “Ev hereket di koka xwe de derbeke giran e ji bo dadmendî û merhemeta ola îslamê. Lewre îslam, parastina mafê bindestan, rawestina li dijî zilimê û qedexekirina kuştina merivên bêguneh emir kiriye. Ayeta Mayîde ya 32yem “kî zindîkî bi neheqî bikujê wekî ku hemû zindiyan bikuje” bi aşkere nîşan dide ku komkujiyên weha li dijî edaleta xwedayî çiqas gunehên mezin in. Ev heqîqeta dîrokî hê jî bi tevahî nehatiye ronî kirin, bi fermî nehatiye qebûl kirin û nehatiye hevrûbûn. Têgihîna Îslama demokratîk di vê xalê de li dijî veşartina heqîqetê, nixamtina zilmê û neheqiya li dijî mezlûman rawestiya ye. Îslama resen û rastîn, xwe dispêre şêwr, dadmendî, piranîparêzî û aştiyê, tu dem zordestiyê amûrîze nake. Têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê dê bidome.”

‘Em keçên windabûyî yên Dêrsîmê’

Abdullah Sagir bi boneya vê rojê bang li rayedaran kir û ev tişt anî ziman: “Em 89 sal paşê îro dîsa diqîrin û dibêjin: Em hemû merivên ku di Terteleya Dêrsîmê de hatine kuştin bi rêz, spasdarî û rehmetê bi bîr tînin. Berxwedana birûmet a Seyîd Riza û hevalên wî û gotina wî ya ku dibêje “Min li ber derew û xapandinên we re serî netewand,ev ji min re bû kul, lê min jî li ber we çok nedanî, ev jî ji were bila bibe kul” ji bîr nakin. Em keçên windabûyî yên Dêrsîmê, zarokên ku bi darê zorê ji dayik, bav, xwişk û birayên xwe hatine qetandin ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin.”

Daxuyanî pişî axaftinan bi dawî bû.

 

Etîket: AmeddaxuyanîedaletHeqîqetTêkoşînTertele Dêrsîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne