• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê meşa 25ê Mijdarê: Em ê civakek azad ava bikin

Amed / AW

25 MIJDAR 2025 - 20:11
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora li Dijî Tundiyê meşa 25ê Mijdarê li dar xist. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Mîrabal bigire heta Rosa Luxemburg, ji ​​Sakîne Cansiz bigire heta Denîz Poyraz, ji Nagîhan Akarsel bigire heta Gulistan Tara û heta Jîna Emînî em têkoşîna hemû jinan hildigirin!”

Meşa ku ji bo minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî hate lidarxistin gelek endamên partiyên siyasi, nunerên saziyên sivîl bi sedan jin tevlî bûn. Meşa ku li ber Girtîgeha Hejmara 5emîn destpê kir û li ber AZC Plazayê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê qediya. Dawiya meşê de daxuyanî hat dayîn û axaftin hat kirin.

Li ser navê Platforma Jinan a Dîcle Amedê Rûçem Vefa Elyakut daxuyanî xwend û wiha got: “Ji Xwişkên Mîrabal bigire heta Rosa Luxemburg, ji ​​Sakîne Cansiz bigire heta Denîz Poyraz, ji Nagîhan Akarsel bigire heta Gulistan Tara û heta Jîna Emînî em têkoşîna hemû jinan hildigirin! Berdewamiya girtina jinên nexweş di girtîgehan de ji ber têkoşîna wan a ji bo ‘aştî, azadî û wekheviyê’ di demekê de ku danûstandinên aştiyê didomin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya edalet û aştiyê ye. Tundûtûjiya dewleta mêr li her derê ye!”

Rûçem Vefa Elyakut di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û hejmara jinên ku meha cotmehê li bajarê Tirkiyeyê hatine qetilkirin û got: “ Li Tirkiyeyekê ku jin her roj têne kuştin, tenê di cotmehê de 27 jin û di 10 mehên pêşîn ên salê de 357 jin hatine kuştin, tiştê ku em wekî jin û civak hewce ne ne Pakêta Dadwerî ya 11an a tirsnak e; ew ji nû ve bicîhanîna Peymana Stenbolê û bicîhanîna bi bandor a Qanûna Hejmara 6284an e!”

Rûçem Vefa Elyakut axaftina xwe bi daxwazên jinan qedan û wiha got: “Em mafên xwe, laşê xwe, keda xwe û azadiya xwe li dijî kesên ku jiyana me paşguh dikin diparêzin. Em dixwazin li welatekî bê tundûtûjî, wekhev, azad û aştiyane bijîn, ku keda me lê bi qîmet be.”

‘Wê jin civakek azad ava bikin’ 

Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşgul Dogan axivî û wihat: “ Di civakê de qirkirin serî de jina hedef digirin. Jin dema biryar didin tu kes nikare li hemberî biryara wan bisekine. Divê me ji bo jiyanek nû amade bin. Em ê bi civakek demokratîk ji bo hemû gel nasname, çand û zimanan bi afirînin. Tişta ku em ji xwe re dixwazin ji bo hemû kesî jî dixwazin. Em dibêjin ji qirkirina jinê re êdî bes e, ji qirkirina xwezayê re bes e. Em nikarin ji rizîbûna civakê re temaşewan bimînin. Ev tiştan hemû ji ber hincetên şer dihatin kirin. Lê îro Rêzdar Ocalan hemû hincetên wan ji destê wan kişand. Her tişt li holê ye sekin û daxwazê me jinan jî. Êdî em li hemberî hemû tundiyan bibin yek.”

Piştî axaftina girse bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” belav bû.

Etîket: AmeddirûşmJinmesOfîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne