Li bajarê Durban ê Afrîkaya Başûr, di êrîşeke çekdarî de ya li ser malekê 11 kes mirin ku yek ji wan jineke ducanî bû. 2 kes jî ji êrîşê filitîn.
Li bajarê Durbanê ku li rojhilatê Afrîkaya Başûr e, di êrişeke çekdarî ya li ser malekê de 11 kes mirin.
Serokwezîrê eyaleta KwaZulu-Natalê Thamsanqa Ntuli anî ziman ku êriş ji aliyê 2 kesên çekdar ve hatiye kirin.
Li gorî Ntuli, qurbanî roja sêşemê bi dema saeta herêmî di 23:00 de li malekê li hev kom bûn. Hate ragihandin ku êrîşkar ketin hundirê malê, gule reşandin û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye jineke ducanî bû. Her wiha du kes jî ji êrîşê filitîn. Li ser sedema êrîşê hîn agahî bi dest neketin.
Kanala televîzyonê ya herêmî ye NCAyê diyar kir ku êrîşkaran zor dane kesên li malekê ku li odeyekê kom bibin û piştre li wan reşandine. Hate ragihandin ku êrîşkaran agir berdane wesayîta yek ji qurbaniyan.
Rojane derdora 60 kes têne kuştin
Li Afrîkaya Başûr ku çekên qanûnî yan jî neqanûnî lê zêde ne, êrîşên çekdarî gelek caran rû didin. Hevrikiya çeteyan û şerê ji bo berjewendiyên aboriya neqeyidkirî weke sedemên sereke yên bûyerên tundiyê yên li welêt tê dîtin.
Li welêt ku nifûsa xwe derdora 62 milyon mirovî ye, tê gotin ku rojane derdora 60 kes têne kuştin. Afrîkaya Başûr yek ji wan welatan e ku rêjeya kuştinê lê gelekî zêde ye.








