Amed – Derûnnas û Edîtorê Kovara Psychologya Kurdî Azad Dildar da zanîn ku bi boneya salvegera 10emîn a Kovara Psychologya Kurdî dê sempozyûmekê li dar bixin û diyar kir ku kovarê ji bo psîkolojiya Kurdî bingehek ava kiriye.
Kovara Psychologya Kurdî ku di sala 2016an cara yekem hat weşandin 10 sal li pey xwe hiştin. Kovara Psychologya Kurdî dê bi boneya deh saliya xwe di 4ê Cotmehê de li Mêrdînê Sempozyûma Edaleta Civakî û Tenduristiya Derûnî li dar bixe. Edîtorê Kovara Psychologya Kurdî û Derûnnas Azad Dildar derbarê armanca derxistina kovarê, lidarxistina sempozyûmê û bandora derûniyê ya li ser aştî û civakê ji ajansa me re axivî.

Azad Dildar destnîşan kir ku fikra derxistina kovarê di sala 2016an de ji Derûnnas Siyabend Aslan derketiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wê deme min jî weke nivîskar di kovarê de dest pê kir û niha jî weke edîtor berdewam dikim. Psychologya Kurdî îro deh salî ye û me xwest di deh saliyê de him bêtir kovarê bidin nasîn him jî pîrozbahiyek a deh salan bikin. Ji ber vê yekê vaye saleke em amadekariya sempozyûmê dikin û di 4ê Cotmehê de em ê li Mêrdînê Sempozyûma Psychologya Kurdî li dar bixin.”
‘Ev sempozyûm wê berspirsyariya me zêdetir bike’
Azad Dildar got ku sempozyûma were lidarxsitin dê ji bo Psychologya Kurdî gelekî sûdewar be û axaftina xwe wiha domand: “Ev sempozyum wê ji bo pêşeroja Psychologya Kurdî jî gelekî baş be. Her wiha mijara sempozyûmê, ‘Edaleta civakî û tenduristiya derûnî ye.’ Di kovarê de jî her wiha di gelek xebatên xwe de em li ser derûniya civakî gelek radiwestin. Em takekes nêzîkî derûniyê nabin. Armanca me ew e ku em di her alî de, alî dîrokî, çandî, folklorî û aliyê hiqûqê ve em li ser edaletê rawestin ku bandorek çawa li ser derûniya mirovan dike. Piştî vê sempozyûmê wê berspiryariyên me zêdetir bibin.”
Azad Dildar da zanîn ku Kovara Psychologya Kurdî ji bo qada derûnnasiyê pêşketinên zêde pêk anîne û wiha berdewam kir: “Bi xebata Kovara Psychologya Kurdî di qada derûnnasiyê de gelekî pêşketin çêbûye. Lê em nikarin bêjin ev xebat ji bo Psychologya Kurdî têrker e. Helbet divê xebat zêdetir li ser vê mijarê werin kirin. Îro dema were xwestin li ser Psychologya Kurdî xebatek were kirin, mirov dikare bibêje vê kovarê bingehek ava kiriye. Kesek bixwaze li ser Psychologya Kurdî xebatekê bike ji sifrê destpêka nake, ev yek jî bi saya Psychologya Kurdî pêk hatiye.”
‘Divê gelê me derd û kulên xwe bi zimanê xwe vebêje’
Azad Dildar li ser zimanê derûniyê bi lêv kir ku zimanê zikmakî bandorek erênî li ser nexweşan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civaka me gelek êş û tramva jiyan kiriye û armanca me ew e ku gelê me derd û kulên xwe yên derûnî bi zimanê xwe vebêje. Çima em nikarin pirsgirêkên xwe yên derûnî bi zimanê xwe vebêjin. Dema mirov bi zimanê zikmakî nexweşiya xwe ji bijîşkek re dibêje ev yek bandora xwe li ser tedawiyek baştir dike. Zimanê zikmakî di navbera nexweş û bijîşk de baweriyekê ava dike.”
‘Bi zimanê zikmakî mezinbûn ji bo avabûna kesayeta zarok gelekî girîng e’
Azad Dildar derbarê bandora perwerdeya zimanê zikmakî ya li ser derûniya zarokan de jî got ku dema zarok bi zimanê xwe perwerdeyê negire xwe kêm dibîne û ev yek anî ziman: “Dema zarok dest bi dibistanê dike beriya wê 6-7 salan hişê wî bi zimanê zikmakî ava dibe. Bi zimanê zikmakî mezinbûn ji bo avabûna kesayeta zarok gelekî girîng e. Dema dest bi dibistanê dike dibîne ku ev ziman li dibistanê nayê qebûlkirin û piçûk tê dîtin. Her wiha dibîne ku ji ber zimanê xwe rastî qerf û henekan tê. Dema wisa dibe zarok destpêkê ji xwe fedî dike, piştre ji malbat, ziman û çanda xwe fedî dike. Her wiha ev yek dibe sedem ku ji dîrok û kesayeta xwe jî fedî bike. Ev agahiyên me dane dibe sedem ku bingehek a nexweşiya derûnî ava bibe. Li ser mijara perwerdeya zimanê zikmakî min pirtûkek bi navê, ‘zarokên bê ziman’ nivîsand û di pirtûkê de xwest bale bikişînim ser perwerdeya bi zimanê Kurdî. Min bi vê pirtûkê xwest perwerdeya zimanê Kurdî li ser zarokan bandoreke çawa dike vebêjim. Bandora bi zimanek biyanî perwerde tenê di zarokatiyê de namîne, ev yek tevahiya jiyana mirovan bandorê li ser kesayetê dike. Ev yek dibe pirsgirêkek û hertim mirov dişopîne. Travmayên perwerdeya bi zimanek biyanî ji nifşekî derbasî nifşek din jî dibe.”
‘Dema mirov bixwaze dikare kodên aştî, wekhevî û demokrasiyê li hiş bar bike’
Azad Dildar herî dawî bal kişand ser derûniya şer û derûniya aştiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa derûniya şer heye bi vî awayî derûniya aştiyê jî heye. Kesên rêvebir mixabin çawa bixwazin, medya çawa bixwaze derûyaniya civakê ber bi wî alî ve diçe. Dema kesên civakê bi rê ve dibin bixwazin dikarin bi awayek hêsanî derûniya aştiyê di civakê de ava bikin. Di civakê de derûniya girseyî heye û civak piranî bi hev re tevdigere. Kodên derûniyê hene û dema mirov bixwaze mirov dikare van kodan ber bi aştî, wekhevî û demokrasiyê ve bibe. Mirov dikare pir bi rehetî derûniya şer biguherîne ber bi aştiyê ve.”








