Kovara yekemîn a derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî Psychology Kurdî ji bo 10 saliya xwe dê di navbera 3 û 4ê Cotmehê de li Baroya Mêrdînê sempozyûmeke berfireh li dar bixe.
Kovara yekemîn a derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî “Psychology Kurdî” ji bo 10 saliya xwe li Mêrdînê sempozyûmeke berfireh li dar dixe. Ev sempozyûma girîng wê di 3 û 4ê Cotmeha 2026an de li Baroya Mêrdînê pêk were. Mijara sereke ya sempozyûmê “Tendirustiya Derûnî û Edaleta Civakî” hatiye diyarkirin.
Naveroka Sempozyûmê: Trawma, Edalet û Zimanê Dayikê
Sempozyûm balê dikişîne ser bandora zext, newekhevî û bêedaletiya ya li ser tendirustiya derûnî ya civakê. Di roja yekem de rûniştin li ser trawmayên civakî, rûbirûbûn, şîna civakî û lêgerîna edaletê ya di bin siya pergalên darazê de ne. Di roja duyem de jî girîngiya zimanê dayikê di parastina zaroktiyê de, pirsgirêkên koçberiyê û wekheviya di wergirtina xizmetên tendirustiyê de derdikevin pêş.
Axaftvanên Senpozyumê
Di sempozyûmê de gelek pispor, akademîsyen, hiqûqnas û psîkolog cih digirin. Rola hemû axaftvanan di bernameyê de bi kurtasî wiha ye:
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan dê li ser trawmatolojiya navçandî û bandorên çandî raweste.
Prof. Dr. Melek Goregenlî têkiliya mirov û mekan û derûniya polîtîk nirxandinan bike.
Prof. Dr. Sîbel Sakarya dê behsa astengiyên ziman ên di tendirustiyê de bike. Edîtorê kovarê Abdulsittar Ozmen jî balê bikişîne ser armanca wan a pêşxistina zimanê Kurdî wekî zimanekî zanistî.
Prof. Dr. Fuat Tanhan, Rojnameger Alî Duran Topuz û Doç. Dr. Mesut Işik jî li ser trawmayên kolonyal û şîdeta epîstemîk bisekinin.
Prof. Dr. Burhanettîn Kaya û Prof. Dr. Selçuk Candansayar li ser derûniya polîtîk û şîna civakî axaftinan bikin.
Hiqûqnas û Parazvanê Mafê Mirovan Mehmet Emîn Aktar, Cahît Kirkazak û Sezgîn Dînç dê bandora pergalên darazê li ser derûniyê û lêgerîna edaletê binirxînin.
Prof. Dr. Safiye Yildiz, Doç. Dr. Abdurahîm Ozmen û Doç. Dr. Necat Keskîn balê bikişînin ser pirsgirêkên derûnî yên koçberan û rola folklorê ya di derûnnasiya gelêrî de.
Dr. Ramazan Pertev, Doç. Dr. Nurettîn Beltekîn û Dr. Hozan Saatçioglu bandora perwerdeya bi zimanê dayikê li ser geşedana derûnî ya zarokan nîqaş bikin.
Dr. Seher Oral û Psîkiyatrîst Azad Dildar li ser girîngiya axaftina bi zimanê dayikê di navbera nexweş û terapîst de dê rawestin.
Mamoste Sîdar Ozmen û Derûnnas Siyabend Aslan ku ji edîtoryaya Psychology Kurdî ne pêşkêşî û axaftina destpêkê ya bernameyê bikin û her wiha Derûnnas Zelal Coşkun, Derûnnas Berfîn Guler, parêzer Dîlan Koç, Dr. Sevda Orak, Dr. Guneş Kan û Dr. Ahmet Ozel jî dê moderatoriya rûniştinan bi rê ve bibin.
Ev sempozyûm ji bo civakê fersendeke mezin e ku wê ew li ser birînên xwe yên civakî biaxivin û rêyên başbûnê nîqaş bikin.
Edîtoriya Kovara Psychology Kurdî diyar kir ku hemû kesên eleqedar dikarin beşdarî sempozyûmê bibin.









