• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa Şengalê bi daxwaza rêveberiyeke serbixwe hate lidarxistin

Navenda Nûçeyan / AW

24 TÎRMEH 2026 - 21:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî ya Şengalê li Sinûnê hate lidarxistin. Di konferansê de bal kişandin ser pêwîstiya avakirina rêveberiyeke serbixwe û xweser di çarçoveya destûra Iraqê de hate kirin.

Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî ya Şengalê, li Mala Pêkvejiyanê ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê, konferanseke bi dirûşma “Pêşeroja Şengalê di navbera îradeya neteweyî û hevkariya civakî de” lidar xist. Di konferansê de ku zêdetirî du sed kes amade bûn û bi du panelan dewam kir, bal hate kişandina li ser rêveberiyeke xweser a li gorî destûra bingehîn a Iraqê. Hemû pêkhateyên Şengalê yên ku beşdarî konferansê bûn, piştgiriya xwe ji bo vê projeyê dan diyarkirin.

Konferans bi beşdariya siyasetmedar, nûnerên civaka Êzidî, Şebek, Mesîhî, Sunî û Şîa, rêxistinên civakî, YBŞ, YJŞ û TAJÊ ve, bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê şehîdan destpê kir.

Li ser navê Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî yên Şengalê, Dawid Cindî axivî û got: “Ez gelek serbilindim ku li ser navê Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî ya Şengalê, bi germî xêrhatina we bikim ji bo konferansa me ya ku di bin navê ‘Paşeroja Şengalê di navbera îradeya neteweyî û hevbeşiya civakî de’ tê lidarxistin. Civîna me rawestgeheke neteweyî ya berpirsiyare ji bo çareseriyeke saziyane ku li gel xwestekên rewa yên xelkê Şengalê bigunce.

Şengalê ji ber teror, pevçûn û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê DAÎŞ’ê ve, bedelên giran dan. Tevlî van tawanên jenosîdê yên li dijî Êzîdî û pêkhateyên herêmê, zarokên Şengalê dilsozên Iraqê man û baweriya wan bi destûr û diyalogê ya xurt ma. Ji bo ku ev êş dubare nebin û mafên qurbaniyan, revandiyan û koçberan bên parastin, avakirina saziyên bihêz û jinûveavakirina baweriyê ferze.

Di vê çarçoveyê de, em projeya Îdareya Serbixwe ya Şengalê wek amûreke destûrî û sivîl pêşkêş dikin. Mebesta me rêveberiyeke herêmî ye ku di bin serweriya Iraqê û sêwana destûrê de bi taybetî bendên 14, 15, 122 û 125 — kar bike. Ev dîtin armanc dike ku bandora îdarî bilind bike, ewlehiyê xurt bike, geşepêdana aborî bîne û xizmeta hemû pêkhateyan bike.

Ev daxwaz ne ji bo cudahiyê ye, belkî ji bo pêkanîna dadwerî, serweriya qanûnê û vegera birûmet a koçberane. Bi peyama ber bi serokatî û saziyên dewletê ve, em hêvî dikin ku komîsyoneke yasayî û teknîkî nexşerêya vê îdareyê amade bike daku paşeroja Şengalê di nav Iraqeke yekgirtî de bi aramî bê avakirin.”

Piştre panela yekemîn destpê kir û ji aliyê van kesan ve hate birêvebirin.

Piştre panela duyemîn bi sernavê ‘Rêveberiya Xweser Pêdiviyeke ji aliyê Pisporê Yasaya Destûrî Dr. Waîl Munzir El-Beyatî, Endamê Encumena Parêzgeha Neynewayê Êdan Şîvan Şêx Kaloyî, Pisporê Ewlehiyê yê teqawîtbûyî Reşîd Hesen Hemo, Lêkolînera Aborî Dr. Amine El-Zehebî û Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên hatin dayîn.

Di vê panelê de behsa rola rêveberiya xweser a di salên derbasbûyî de, her wiha qala destûra Iraqê hate kirin ku maf dide pêkhateyan daku xwe bi rê ve bibin û biparêzin. Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên, di panelê de bal kişand ser sazî û dezgehên Meclisa Gel ku ji dema fermanê ve ji bo Şengalê xizmetê dikin. Azad Hisên diyarkirin ku ew bi hemû hêza xwe amade ne daku bikaribin li gorî destûra Iraqê rêveberiyeke serbixwe ji bo Şengalê ava bikin. Azad Hisên destnîşan kir ku kî bixwaze ji bo Şengalê destê xwe dirêj bike û mijarên îdarî çareser bike, ew wekî Meclisa Gel amade ne.

Panela duyemîn: Dîtina pêkhateyan li ser Rêveberiya Serbixwe ya Şengalê

Panela duyemîn ji ji aliyê ji pêkhateya Mesîjî Îsa Şemûn Lehdu, ji pêkhateya Sune Îsmaîl Mihemed Salin, pêkhateya Êzidî Seîd Etuş Qero, ji pêkhateya Şîa Mehmûd Reza El-E’recî, ji pêkhateya Tirmenan Ebdulrezaq Mistefa Reza El-Mewla û herî dawî jî ji pêkhateya Ereban Eweyd Elî El- Cihêşî axivîn.

Di vê panelê de jî nîqaşên berfireh li ser mijarên hevkariya di nava pêkhateyan de û gavên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.

Etîket: daxwazKonferansa Pêşeroja Şengalêrêveberiyek serbixweîstatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

21 GULAN 2026
Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

20 GULAN 2026

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026
Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

15 GULAN 2026
‘Xitimandina pêvajoyê dê bi azadiya Abdullah Ocalan derbas bibe’

‘Xitimandina pêvajoyê dê bi azadiya Abdullah Ocalan derbas bibe’

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne