• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

Mahmût Altintaş / AW

7 ÎLON 2025 - 08:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hikumeta Şamê xala hevpeymana 10ê Adarê ku li ser vegera bi ewle ya welatiyên Efrînê misoger dikir, pêk neaniye û got “Li dijî vê yekê komên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê zilmê û talanê li welatiyên Kurd dikin.” 

Tirkiye di sala 2018an de bi komên paramîlîter ve Efrînê dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê welatiyên Kurd li Efrînê hatin koçberkirin û li şûna wan Ereb û Tirkmenan li Efrînê bi cih kirin. Bi vê yekê xwestin ku demografyaya Efrînê biguherînin. Di 7 salên dagirkirina Efrînê de bi hezaran welatiyên Kurd rastî kuştin, girtin û destdirêjayiya komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê hatin. Piştî ku di dawiya sala 2024an de HTŞê dawî li rejîma Şamê anî û hikumeta demkî ava kir, serokê HTŞê Ahmed El Şara serdana Efrînê kir û got ku welatiyên Efrînê dikarin vegerin cih û warên xwe. Piştre jî hêzeke giredayî hikumeta Şamê derbasî Efrînê bû û di navbera HTŞ û komên palamîlîter ên giredayî Tirkiyeyê de şer derket.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi pêşengiya Fermandarê Hezên Suriyeya Demokratîk (HSD) di 10ê Adarê de li Şamê bi Ahmed El Şara re hevdîtinek pêk anîn. Di wê hevdîtinê de hevpeymaneke ku ji 10 xalan pêk tê hat îmzakirin. Yek ji xala hevpeymanê ev bû ku koçberên Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dê karibin vegerin cih û warên xwe û dê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê jî ji herême vekişin. Lê ew xal pêk nehat û koçberên Efrînê hêj jî li benda vegerê ne. Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tekildarî rewşa dawî ya Efrînê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Li Efrînê kuştin, revandin û destdirêjî berdewam dike’ 

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê piştî hikumeta Şamê jî kuştin, revandin û destdirêjiya li dijî welatiyên Kurd berdewam dike û ev tişt gotin: “Piştî ruxandina desthilatiya Rejîma Baasê HTŞ hat ser desthilatdariyê. Li pey vê Ahmed El Şara serdana Efrînê kir û got ku divê gelê Efrînê vegere cih û warên xwe. Welatiyên Efrînê qala zilm û zordariya hêzên paramîlîter ên li Efrînê kirin û xwestin ew hêz ji Efrînê bên derxistin. Piştrê jî komeke girêdayî HTŞê derbasî Efrînê bû. Hewceyî gotineyê ku Ahmed El Şara di serdana Efrînê de ji welatiyan re dibêje; “Ez bi Birêz Mazlûm Ebdî re axivîm, me û min gotiyê vegera xelkê Efrînê ya ji cih û warên xwe, ji bo me ne pirsgirêk e.” Lê niha rewşeke din heye. Komeke çekdar a giredayî Ahmed El Şara hemû hêzên wir tev li xwe kirin û bi navekî nû li Efrînê ne. Binpêkirinên mafan berdewam dikin. Girtin û binçavkirin berdewam dikin. Welatiyên vedigerin jî nikarin derbasî malên xwe bibin, ji ber dest danîne ser malên wan. Yek jî ya balkeş ew e ku dibêjin kesên ku elaqaya wan bi HSDê û Rêveberiya Xweser heye, em malên wan nadin wan. Ew komên çekdar jî êrişî welatiyên Kurd dikin û malên wan didizin. Beriya çend rojan jî gule li malbateke Kurd barandine û gef li wan xwarin e.”

‘Ji bo vegera Efrînê ewlehî tune ye’

Îbrahîm Şêxo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hevpeymanê jî hikumeta Şamê ji bo vegera koçberên Efrînê tu mîsogeriyekê nade û wiha pê dê çû: “Di 10ê Adarê de di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de hevpeymanek hat îmzakirin. Hevpeyman ji 10 xalan pêk tê. Xala 5an jî vegera koçberên Efrînê bû. 5 caran hevdîtin di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk hatin. Herî dawî jî 2 roj berê li Helebê civînek pêk hat. Lê vegera welatiyên Efrînê heta niha çênebû. Welatiyên vedigerin jî takekesî vedigerin û ewlehiya wan tune ye. Çend roj berê welatiyekî Efrînê ji Tebqayê derbasî Efrînê bû. Ew welatî piştî derbasî gundê xwe bû, hat girtin û heta niha jî hê nehatiyê berdan. Yên ku vedigerin hem rastî girtinê tên û hem jî malê wan nadin wan. Yanî li Efrînê ewlehî tune ye. Xala 5an pêk neanîn û li dijî wê tevgeriyan. Tu bandora wê xalê jî nemaye, tenê li ser kaxizê ma.”

‘Hemû komên çekdar li Efrînê ne’ 

Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku li Efrînê komên çekdar ên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê talanê dikin û wiha got: “Niha li Efrînê tevliheviyek jî heye. Hin komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê derbasî Efrînê bûn û hêza HTŞê ya li Efrînê ava kirin. Ew jî zilmê li gel dikin û destdirêjiyê dikin. Komek jî heye giredayî Tirkiyeyê ye. Îstîxbarata wan giredayî Tirkiyeyê ye. Biryarên wan bi destê Tirkiyeyê tê dayîn. Car caran hêza HTŞê re jî tên hemberî hev lê hêza HTŞê terî wan nake. Çend roj berê jî hêzeke girêdayî HTŞê derbasî navçeyeke Efrînê bû lê û nekarî koma girêdayî Tirkiyeyê ji wê derê derxîne. Hemû komên çekdar li Efrînê ne. Hejmara wan hinek kêm bûye. Lê desthilatdariya wan ji berê xirabtir e. Divê hikumeta nû ya demkî, erka xwe bi cih bîne û parastina welatiyan bike. Şert û mercên giran li ser welatiyan rakin. Ew komên çekdar jî li Efrînê derxînin. Her wiha divê welatiyên Efrînê jî bi ewlehî vegerin cih û warên xwe. Ew hikumeta niha ne serbixwe ye, helbet giredayî Tirkiyeyê ye.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: HTSÎbrahim ŞêxoRêxistina Mafên Mirovan a Efrînêtalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

28 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

31 GULAN 2026
Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

26 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne