• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kombûna Jinan a Zenobiya: Bi lez guhertinan rast bikin

Navenda Nûçeyan /AW

5 ÇILE 2025 - 12:28
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Kombûna Jinan a Zenobiya têkildarî bernameya perwerdehiyê ya hikûmeta demkî daxuyanî da û xwest guhertinên dawî rast bikin.  Kombûna jinan anî ziman ku rol û navê jinên pêşeng ên Sûriyeyê di nav de Melîka Zenûbiya ku sembola îsrar û berxwedanê bû, tê rakirin. 

Li ser medyaya dijîtal dîmenek hate parvekirin ku komek di nava taxên Helebê de digere û bi hoparlorê bang li jinan dikin ku hîcabê li xwe bikin. Gelek beşên Sûriyeyê û jin jî li hember vê dîmenê bi fikar bûn. Li taxên Ezîziye û Silêmaniyê ku piraniya niştecihên wan xiristiyan in, komekê bi hoparlorê bangên “Hîcab hîcab ey ummeta xwedê” “Allahuekber” bang dikin. Li Hemayê jî, komeke bi navê “Banga xêrê dikin” pirtûk û broşûr li bajar belav kirin. Di wan de hatiye nivisîn “Yê xeberan bi xwedê dike divê were kuştin”. Komeke din a ji 25 jinan jî a nave “Însiyatîfa Belavkirina Hîcabê” li xwe kiriye, li Hemayê 100 cil û bergên îslamî belav kirin. Der barê guhertina materyalan de jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji refa yekemîn heta 12an gelek guhertin çêkirin. Babeta ‘Wataniye’ ji materyalan bi giştî rakirin û di babeta perwerdeya îslamiye de jî guhertin çêkirin. Dîsa navê ‘Zenûbiya’ ku ji bo sûriyeyiyan semboleke dîrokî ye û rola pêşeng a jinan di dîrokê de rave dike, ji pirtûkan hate rakirin.

Têkildarî geşedanên dawî yên li diji jinan, Kombûna Jinan a Zenobiya daxuyanî da. Kombûna Jinan a Zenobiya bertek nîşanî bernameya nû ya perwerdeyê ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat danîn da û got: “Em bang li rayedarên eleqedar dikin ku bi lez van guhertinan sererast bikin”

Kombûna Jinan a Zenobiya di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bertekek tund li dijî guhertinên dawî yên di bernameya perwerdeyê de ji hêla wezîrê nû yê perwerdeyê ve di hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, raber dikin. Ev yek çand û dîroka me tune dike û rola jinan di avakirina şaristaniyan de diçewisîne. Di vê guhertinê de rol û navê jinên pêşeng ên Sûriyeyê di nav de Melîka Zenûbiya ku sembola îsrar û berxwedanê bû, tê rakirin. Ev ne tenê jibîrkirina hinek navan e, jibîrkirin û windakirina dîroka Sûriyeyê ye.”

Kombûna Jinan a Zenobiya di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rewşenbîr, rojnamevan û kesên zana kir ku li dijî van guhertinan bêdeng nemînin û li hemberî tunekirina nasname û mîrasa xwe xwedî sekn bin û wiha bi dawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku bi hev re û bi destekî em ê li hemberî êrişên tunekirinê yên li ser çand û mîrasa civaka xwe bisekinin. Em ê parastina hebûna xwe bikin û pêşerojek baş ava bikin. Em piştevaniya hemû jinên ku ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin, dikin. Em dengê xwe li hemberî zordariyê bilind dikin û ji bo avakirina pêşerojeke ronî dixebitin.”

Etîket: Kombûna JinanZenûbya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne