• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Koçyîgît: Divê ji bo azadiya Ocalan gav bên avêtin

Enqere / AW

27 ÇILE 2025 - 14:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê çarçoveyeke qanûnî çêbibe û Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire. Koçyîgît banga azadkirina Abdullah Ocalan kir.

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît destpêkê bal kişand ser şewata li Kartalkaya ya Boluyê û got ku berpirsyarê vê şewatê desthilat e.

‘Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û da zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêvajoyê weke “şens” dibîne û wiha got: “Divê bi rastî jî îcar ev şens ji dest neçe. Di vê çarçoveyê de divê hikûmet ji gotin û pratîkên dê bibin sedema jidestçûna vî şensî dûr bisekine. Divê gavên erênî biavêje. Eşkereye ku ev pêvajo bi hatin û çûnan nameşe. Lewma jî bi taybet jî divê Meclis ji bo çarçoveyeke qanûnî tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire.”

‘Divê birêz Ocalan azad bibe’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze, ji bo ev derfeta çareseriya demokratîk ji dest neçe, divê mercên xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin, tecrîd rabe û ji bo ewlehî û azadiya wî gav bên avêtin.”

‘Em ê nexşerêyê nîqaş bikin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev meseleye di heman demê de meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Meseleya 85 milyon kesên li vî welatî dijîn e. Em dixwazin hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û derdorên civakî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Desteya me ya navendî îro dicive. Dê li gorî daxuyaniyên şandeya me, li ser nexşerêyê nîqaş were kirin û em ê çendek biryaran bidin.”

Nerazîbûna li dijî girtina parêzer Firat Epozdemîr

Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî girtina parêzer Firat Epozdemîr da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev jî besî wan nekir ku îcar jî dixwazin li dijî Baroya Stenbolê operasyonê bikin. Herî dawî lêpirsîn dan destpêkirin. Der heqê qetilkirina 2 rojnamegeran a li Rojava daxuyanî dane lewma lêpirsîn dane destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de jî parêzer Firat Epozdemîr hate binçavkirin û girtin. Ne delîlek heye ne jî sedemeke hiqûqî. Tenê armanc dikin ku Baroya Stenbolê krîmînalîze bikin. Li ber baroyê kompas danîne.”

Etîket: Abdullah OcalançareserîGulistan Kiliç KoçyigîtMeclîspêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne